Çalakiyên ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li seranserê Kurdistanê tên lidarxistin, berdewam dikin. Di bernameyên ku li Rojava jî berdewam dikin de bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.
TIRBESPIYÊ
Bi pêşengiya Kongra Star li Tirbespiyê semînerek hat lidarxistin. Ji rêveberên Kongra Star Rojda Hesen diyar kir ku jin bi salan e rastî tundiyê tên û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Rojda Hesen diyar kir ku tundiya li ser jinan bi ti awayî nayê qebûlkirin û daxuyand ku ew ê bi îradeya xwe li hemberî hemû hewldanên ku rê li ber gihîştina jinan a mafên wan digirin, bisekinin.
DIRBÊSIYÊ
Kongra Star li navçeya Sêgirê ya Dirbêsiyê dewreyeke perwerdeyê ya ku tenê ji bo mêran vekirî bû, li dar xist. Perwerdeya ku 30 kesên ji xebatkarên meclis û saziyên sivîl beşdar bûne, wê 3 rojan berdewam bike. Perwerdeya ku behsa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê kirin li navenda PYD’ê ya Dirbêsiyê dest pê kir.
QAMIŞLO
Li Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star li taxa Kornîşê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate ziman ku ji her kesî tê xwestin ku li dijî tundiya li ser jinan tê bikoşe. Ew erkeke mirovî, exlaqî, civakî û hiqûqî ye. Tundiya li ser jinan binpêkirina rûmet û mafên jinan e. Her wiha di daxuyaniyê hate gotin têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê dirûşm e, divê bidome, îradeyê dixwaze û divê xwe biparêzin. Di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê civak li hember zayendperestî û paşguhkirina jinan tê bikoşe û hate gotin: “Heke wekhevî di navbera jin û mêran de nebe, civakeke biedalet û wekhev ava nabe.”

