Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kobanê gel ji bo koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê seferber bûne
Rojava

Li Kobanê gel ji bo koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê seferber bûne

Gelê Kobanê ji bo alîkariya giştî ya koçberên ku ji Şehba û Til Rifetê derketine Înîsiyatîfek ava kir. Di înîsiyatîfê de him bijîşk him gel bi hev ra rabûn û dest bi komkirina alîkariyan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Ji ber êrîşan li Kantona Efrîn-Şehbayê bi hezaran kes hatin koçberkirin û ew ji warên bav û kalên xwe hatin derxistin. Piştî dagirkirina Efrînê, gelê ku ji bajarê Efrînê koçber bû berê xwe da Şehbayê û li wir jiyana xwe ya rojane domand. Heta ku kamp hatin avakirin, gel di nava çadiran de dijî.

 

Bi hezaran koçberên ji Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr el Şamê êrîş bir ser bajarê Helebê, vê carê jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşên li ser Şehbayê kirin û bi hezaran gel ji wir koçber kirin. Gelê ku berê ji Efrînê koçber bibûn, cara duyem ji Şehbayê hatin koçkirin. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş kirin, gel di nava dorpêçekê de ma. Ji bo ku xwe ji çeteyan rizgar bikin, berê xwe dan qadên ewle yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Gel destpêkê li Tebqayê hat pêşwazîkirin û piştre li hemû kantonan hatin belavkirin.

Li Kobanê jî bi sedan malbat hatin pêşwazîkirin. Bi sedan mal hatin valakirin û koçberên ji Efrîn û Şehbayê lê hatin bicihkirin. Gelek kesan jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û ji bo gelê Efrîn-Şehbayê gelek alîkarî kom kirin. Her wiha firneya nanê siyahî jî bêpere nanî dide gelê Efrîn-Şehbayê.

ÇAWA KOBANÊ RIZGAR BÛ WÊ EFRÎN JÎ RIZGAR BIBE

Koçberê ji Kampa Serdemê yê Kobanê Ehmed Mistefa Hebeşe dibêje ew dixwazin wan tune bikin, lê berovajî wê, wan rêya berxwedanê şopand û got “Em ji Şehbayê bi rêya korîdoreke mirovî derketin. Yê ku erebeya wî tunebû jî ji wan re otobus hatin amadekirin. Piştî ku em gihîştin Reqayê, me xwest em berê xwe bidin Kobanê. Heta em li ser jiyanê ne, em ê vegerin Efrînê, tenê rêyeke me heye ew jî vegera li Efrînê ye. Efrîn ji bo me jiyan e. Çawa ku Kobanê hat rizgarkirin, wê Efrîn jî were rizgarkirin.”

EM JI BO GELÊ XWE SEFERBERIN

Di heman demê de li Kobanê ji bo berfirehkirina asta komkirina alîkariyê konê alîkariyê li qada Şehîd Egîd hatin vegirtin. Gel him bi rêya pereyan him jî bi rêya betanî, isfinc, balîf û hemû tiştên ji bo malê alîkarî kom kirin. Têkildarî vê yekê komsiyona alîkariyê ji ANF`ê re axivî.

Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Firatê Narîn Mislim têkildarî komkirina alîkariya ji bo gelê Efrîn-Şehbayê de got: “Dewleta Tirk a dagirker di destpêka van êrîşan de vîna gel hedef digire. Em weke gelê Kurd yekdest in û em nahêlin planên dewleta Tirk bi ser bikeve. Em jî weke gelê Kobanê me dest bi înîsiyatîfa alîkariyê kiriye. Em navê malbatên koçber digirin, him mal û him jî pêdiviyên malê kom dikin û ji wan re dişînin. Weke gelê Kobanê em ê heta dawî bi gelê xwe yê Efrîn- Şehbayê re bibin yek û ji bo wan seferber bin.”

Zarokê bi navê Niman Bozan ê tevlî kampanya alîkariyê bûye dibêje, ew alîkariyê ji bo gelê xwe dike û got: “Ji bo hevalên xwe yên zarok alîkariyê didim. Ez jî weke zarok dixwazim bi gelê xwe re bibim alîkar. Ew koçberê me ne û em ê jî bi wan re bibin alîkar. Ez jî bi xerciyê xwe yê dibistanê yê ku malbata min dayî min, alîkariyê didim hevalên xwe.”

Di heman demê de navendeke tenduristiyê jî li gundê Gulmitê ku beşek ji malbatên koçber lê niştecih bûne, hatiye avakirin. Bijîşkê beşa dil, bijîşk Şêxo Mistefa got ku wanji bo koçberan xaleke tenduristiyê ava kir û got: “Hemû bijîşkan gotin em ê hemû gelê xwe yê koçber bêberdêl pêşwazî bikin. Me li gundê Gulmit jî civîn li dar xist û têde gelek beş ava kirin. Hemû beş li vir tên bicihkirin. Gelek nexweşên beşa dil berê xwe dan vê xalê. Her wiha zarokên nexweş jî hatin dermankirin. Em ê jî li gorî îmkanên xwe heta dawî alîkarê gelê xwe bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên ji Qamişloyê: Em ê xaka xwe biparêzin
Nûçeya Pişt re Li Reqayê 40 çete hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi tabloyên xwe dengê civakê dide bihîstin

Ji bo li dijî hişmendiya zilam dengê jinan bide bihîstin, tabloyên bi rengê cuda çêdike.…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

YJK-B’yê ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ û meşa li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) ragihand ku ew xwedî li kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xelkê Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê: Heta ku daxwazên me bên pêşwazîkirin, wê çalakiyên me bidomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameya 4 cangoriyan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?