Li Silêmaniyê civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan destpê kir.
Armanca sereke ya vê civîna ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ve hatiye organîzekirin, gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên derbarê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de ye. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd mijarên bingehînin.
Di destpêka civînê de Şîrîn Tahir axaftina vekirinê ya civîna salane ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd û platforma giştî kir. Şîrîn Tahir diyar kir ku civîna îro ji bo kar û xebatên wan ên pêşerojê qonaxeke girîng û çarenûssaze.
Şîrîn Tahir destnîşan kir ku ew ê di civînê de li ser sê mijarên sereke û stratejîk rawestin; ew jî nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora guhertinan li ser mafên jinan, nirxandina rexneyî ya kar û têkoşîna dema borî, her wiha plansazî û amadekariya ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi armanca nûbûn û yekxistina zêdetir a hêz û şiyana jinên Kurd di hemû qadan de ne.
Rojeva civînê ji sê mijarên bingehîn pêk tê:
• Mijara yekem: Nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora wan li ser maf û pêgeha jinan, bi armanca avakirina helwesteke neteweyî ya hevbeş.
• Mijara duyem: Nirxandina rexneyî ya kar û xebatên dema borî û sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo têkoşîna pêşerojê.
• Mijara sêyem: Danîna nexşerê û mekanîzmayên pratîkî yên amadekariyê ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bi armanca nûbûna rêxistinî û yekxistina hêza jinan.

