Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li Navenda Hunerê ya Çirçirê ya li Edeneyê beşdarî forumê bû. Gelek jin beşdarî forumê bûn.
Tulay Hatîmogullari di forumê de axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan a li dijî tundiyê 12 mehên salê didome û destnîşan kir ku ew li dijî qetilkirina jinan û her cure tundiya li ser jinan têkoşîna hevpar dimeşînin. Tulat Hatîmogullari da zanîn ku tevgera jinên Kurd, tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera femînîst bi salan e di mijara têkoşîna hevpar de ezmûnek girîng ava kirine û tevî hemû cudahiyan jî têkoşîna hevpar mezin kirine.
‘DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR A TEVGERA JINAN WEK MÎNAK BÊ DESTGIRTIN’
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku tevgera jinan di aliyê polîtîkayên tifaqê de ezmûnek girîng derxistiye holê û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi salan e tevgera jinan, hem tevgera jinên Kurd hem tevgera jinên Tirkiyeyê û hem jî tevgera femînîst bi rastî noqteyeke hevpar a gelekî xweş bi dest xistin. Me bi hev re hûnand.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser jinên ku li çar aliyên Tirkiyeyê daketine qadan qadan û têkoşîna hevpar dimeşînin û got: “Werin em li Tirkiyeyê tevgera jinan, tevgera jinên Kurd û tevgera jinên Tirkiyeyê ji xwe re bikin mînak. Wan di siyaseta hevpar de çawa bi ser xist, em jî dikarin bi ser bixin.”
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku wan xebatên 25’ê Mijdarê yên îsal bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û wekhev gotina me heye, li dijî tundiyê serhildana me heye” meşandine û anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li girtîgehan zext û kiryarên xerab ên li dijî jin û girtiyên siyasî zêde bûne û mafên tenduristî û dermankirinê yên girtiyên nexweş tên binpêkirin. Tulay Hatîmogullari xwest ku tundî û kiryarên xerab ên li dijî girtiyan û bi taybetî girtiyên nexweş bi dawî bibin û got ku Wezareta Dadê ji van bûyeran berpirsiyar e.
‘DIVÊ AVAKIRINA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK BI HEV RE BÊN MEŞANDIN’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku di serdemeke ku şer û tundî bilind dibe de, jin dengê aştiyê bi awayê herî xurt bilind dikin. Tulay Hatîmogullari got ku jin xwedî li pêvajoyê derdikevin û anî ziman ku divê aştî tenê bi bêdengkirina çekan ve sînorkirî neyê destgirtin. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê bi demokratîkbûn û avakirina civaka demokratîk re bi hev re bê meşandin.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku nêzîkatiya aştiyê ya DEM Partiyê zelal e û got: “Avakirina aştî û civaka demokratîk dê bi hev re be. Divê bi nêrîna jinan pêşengiya vê yekê bê kirin.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser rola diyarker a jinan a di têkoşîna aştî û civaka demokratîk de û bang kir ku divê têkoşîna li dijî tundiyê û lêgerîna aştiyê bi hev re bên mezinkirin.
JI BO JINAN BANGA ‘JIYANEKE BÊ TUNDÎ’
Jinên ku piştî Tulay Hatîmogullari axivîn, bal kişandin ser tundiya aborî, fikarên ewlehiyê û polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê. Jinan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî peyama “Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em jiyaneke bê tundî dixwazin” dan.

