Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî yên Mazlum Içli yên doza têkildarî kuştina çar kesan a 7’ê Cotmeha 2014’an a li Baglar a Amedê ku Yasin Boru jî di nav de bû, kir yek û bi vî rengî nirxand. AYM’ê tespît kir kuu di navbera dîmenên li ser esasê mehkûmiyetê û delîlên ku nîşan didin ku Mazlum Içli di saeta bûyerê de li navçeya Pasur a Amedê bû nakokî hene. Lewma biryar da ku ev nakokî bê tespîtkirin û hikum da ku binpêkirin çêbûye û divê Içli jinûve bê darizandin.
Parêzerên Mazlum Içli jî piştî vê biryarê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Enqereyê dan û xwestin ku heta jinûve darizandin pêk were înfaz bê rawestandin û biryara berdanê bê dayin. Lê belê hîn jî bersiv ji vê serlêdanê re nehatiye dayin.
Ji parêzerên Mazlum Içli, Mahsuni Karaman diyar kir ku delîl hene ku nîşan didin, Mazlum Içli di saeta bûyerê de li Pasurê ku bi 140 kîlometre dûrî navenda bajarê Amedê ye, li dawetekê bû û anî ziman, ku wan dîmenên dawetê, vegotinên şahidan û qeydên telefonê pêşkêşî dadgehê kirin.
Mahsuni Karaman ragihand ku bi daxwaznameyê serî li dadgehê dan û xwestin, ku heta jinûve darizandin bi encam bibe înfaza hikumetê mehkûmiyetê bê rawestandin û Mazlum Içli bê berdan. Mahsuni Karaman got, hîn jî dadgehê li ser daxwaza wan biryara navberê nedaye.
Parêzer Mahsuni Karaman anî ziman ku lêkolîn dewam dike û ew li bendê ne ku di rojên pêş de biryar bê dayin û got, Mazlum Içli di roja bûyerê de li gundikê Keçioren a gundê Demirli yê navçeya Pasûrê bû.
Karaman diyar kir ku dîmenên dawetê û raporên hêzên ewlekariyê vê rewşê piştrast dike û got, dadgehê li zava û ajokarê taksiyê yê li dawetê guhdarî kir.
Mahsuni Karaman destnîşan kir ku zava gotiye Mazlum Içli li gel bav û birayê xwe hatiye dawetê, ajokarê taksiyê jî diyar kiriye ku wan hersê biriye gundikê dawetê û piştî çend rojan vegerandiye.
Mahsuni Karaman diayr kir ku li gorî delîlên hatine bidestxistin divê biryara berdanê bê dayin.”

