Mehdî Roşanî ku piştî xwepêşandanên Kanûna 2025 – Çileya 2026’an ên li bajarê Melîkşah ê parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û girtin. Roşanî di 18’ê Mijdarê de li Îlamê derket pêşberî dadger. Roşanî bi tawanbariya “dijminatiya li dijî Xwedê” û “Li ser rûyê erdê belavkirina fesadiyê” tê darizandin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku Roşanî û parêzerên wî beşdarî rûniştina dadgehê ya li Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Îlamê bûne û Roşanî hemû tawanbariyên li dijî xwe red kirine.
Roşanî cara yekem di 16’ê Çileyê de di dema xwepêşandanên li bajarê xwe Melîkşahê de hatibû girtin. Piştî ku nêzî 3 mehan di girtîgehê de ma, bi kefaletê hatibû berdan. Dadgeha rejîmê ya Îlamê piştre 3 sal cezayê girtîgehê li Roşanî birîbû û piştre ev ceza daxistibû 9 mehan.
Roşanî di 18’ê Tîrmehê de careke din ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Navendî ya Îlamê.
Şaxa Şeşem a Daîreya Lêpirsînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Îlamê piştî ku Roşanî dîsa hat girtin derbarê wî de dozeke nû vekir. Roşanî bi tawanbariya “Dijminatiya li dijî Xwedê” û “Li ser rûyê erdê belavkirina fesadiyê” tê darizandin û ev tawanbarî di hiqûqa Îranê de di nav tawanên ku dikarin bi cezayê darvekirinê bi encam bibin de cih digirin.

