Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku organa dadgeriyê ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye, biryar da ku Myanmarê li dijî gelê Rohingyayê yê li bakurê eyaleta Arakanê sûcê qirkirinê kir. Serokê dadgehê Yuji Iwasawa diyar kir ku Myanmarê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya Peymana Pêşîgirtina li Qirkirinê û Cezakirinê ya sala 1948’an de binpê kiriye.
Dadgehê diyar kir ku di sala 2017’an de di operasyonên leşkerî de bi hezaran sivîlên Rohingyayê hatin ukştin, tundiyeke berfireh a zayendî hate kirin û tundiyeke giran li zarokan hate kirin. Hate ragihandin ku tê texmînkirin, di dema operasyonan de nêzî 10 hezar kes hatin kuştin.
Di encama bûyerên tundiyê de nêzî 750 hezar Rohingyayî neçar man ku xwe li Bangladeşê bigirin. Hîn jî zêdeyî milyonek Rohingyayî li kampên penaberan ên li Bangladeşê ne.
Gambiyayê di sala 2019’an de bi hinceta ku Myanmarê di operasyonên leşkerî yên li dijî Rohingyayiyan de Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye, li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî serlêdan kiribû. Rêxistina Hevkariya Îslamê ya ji 57 endaman jî piştgirî dabû Gambiyayê.

