Piştî ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hikumet da ku rêveberiya Myanmarê li hemberî gelê Rohingyayê sûcê qirkirinê kiriye, Rahman serdana kampa penaberan a li Bangladeşê kir û ji bo Rohingyayiyan bang kir.
Rahman 20’ê Mijdarê roja Înê li kampa Cox’s Bazar a li ser sînorê Bangladeş û Myanmarê axivî ku bi hezaran penaber lê ne û got, “Divê Myanmar xelkê Rohingyayê bibe malên wan.”
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî roja Pêncşemê bi biryareke dîrokî hikum dabû ku rêveberiya Myanmarê li dijî hindikahiya Rohingyayê ya Misilman sûcê qirkirinê kiriye û destnîşan kiribû ku divê penaberan bi rengekî ewle vegerîne welatê wan û tazmînatê bide wan.
Rahman ku di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Bangladeşê ye, anî ziman ku dadgehê Myanmar xistiye bin berpirsyariyê ku bi rengekî hêsan, ewle, bi rûmet û dilxwazî bike ku Rohingyayî yên koçberbûyî vegerin warê xwe.
Rahman bang li rêveberiya Myanmarê kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û biryarên dadgehê bi cih bîne.
Zêdeyî milyonek Rohingyayî ku ji zext û êrişên sala 2017’an ên artêşa Myanmarê reviyan xwe li Bangladeşê girtin û li herêma Cox’s Bazar a li ser sînorê Myanmarê di nava şert û mercên zehmet de ne.

