Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li avahiya baroyê daxuyaniyek da. Serokê Baroyê Sertaç Buluttekîn û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Seroka Navenda Mafên Zarokan Nursel Sarioglu ve hat xwendin.
Nursel Sariogluyê bi bîr xist ku parastina mafên zarokan erka bingehîn a dewletê ye û bal kişand binpêkirinên mafên zarokan û ev daxwaz rêz kirin:
* Perwerdeya bi zimanê dayikê: Divê Tirkiye şerhên li ser xalên 17, 29 û 30’î yên Peymana Mafên Zarokan rake û mafê jiyan û perwerdeya bi zimanê dayikê misoger bike.
* Karkeriya zarokan û xizanî: Divê dawî li kedxwariya di bin navê MESEM’ê de were anîn û li dibistanan ji bo hemû zarokan xwarineke belaş a rojane were dayîn.
* Zarokên di pêvajoya dadweriyê de: Em li dijî zêdekirina cezayan in; divê polîtîkayên parastin û piştgiriyê zarokan dikin werin pêşxistin.
* Ewlehiya dibistanan û dîjîtal: Divê dibistan ji tundiyê werin paqijkirin û zarok ji platformên dîjîtal werin parastin.
* Aştiya mayînde: Şerên li cîhanê, di serî de li Xezeyê, herî zêde zirarê didin zarokan; divê ji bo zarokan aştiyeke mayînde were avakirin.”
Nursel Sariogluyê di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir û got: “Em bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku çavên xwe ji binpêkirinan re negirin û erka xwe ya berpirsyariyê bi cih bînin.”

