Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ku di 21’ê Mijdara 2004’an de li pêş mala xwe ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama gulebarana polîsan de hatibûn kuştin, li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya ji bo Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) hat lidarxistin, malbata Kaymaz û her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk amade bûn.
Salih Kuday, Hevserokê Şaxa Mêrdînê ya MEBYA-DER’ê, got: “Heke kesên ku di kuştina Ûgûr Kaymaz de cih girtine bihata cezakirin, belkî gelek zarokên din ên Kurd nedihatin kuştin.” Kuday her wiha ev tişt gotin: “Mixabin, ya ku ji me re ma, 13 guleyên ku li bedena zarokekî 12 salî hatine reşandin. Em li vir careke din daxwaza xwe dubare dikin. Di vê serdema nû de, divê polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe û berpirsiyar bên darizandin.”
Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin jî navên zarokên ku li Kurdistanê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine kuştin rêz kirin û got: “Zarokekî 12 salî li ber mala xwe hat kuştin û piştre jê re gotin ‘terorîst’. Ev rûreşiya dîrokî, ev şerma mezin, 22 sal in didome.”
Berîtan Guneş Altinê wiha berdewam kir: “Îro, cihê ku aşti tê de wateya xwe ya herî kûr dibîne, ser gora Ûgûr Kaymaz e. Tişta ku zarok îro herî zêde hewce dikin aştî ye, derfeta ku di nava aştiyê de mezin bibin. Pergaleke ku tê de zarokek dikare li ber mala xwe were kuştin, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jê were stendin, an jî ji ber ku Kurd e an jî ji ber ku ne Tirk e, ji şert û mercên wekhev bê mehrûmkirin, tu carî nikare aştiyê pêk bîne.”
Dayika Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymazê got: “Kurê min û hevjînê min ne ew kes bûn ku zirarê bidin kesekî. Lê ew, li ber mala xwe û bêyî pirs û sual hatin kuştin.”

