Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne avêtina gavên şênber ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve, wekî yek ji astengiyên sereke yên li pêşiya pêşketina pêvajoyê radiweste. Derdorên desthilatdariyê, diyar dikin ku pêvajo bi pêş dikeve, lê Rêveberiya Tevgerê rewşa heyî wekî “pêvajoya ku naxebite û nameşe” pênase dike. Rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl jî bang dikin ku ji bo pêkanîna baweriya civakî û vekirina rêya aştiya mayînde gavên şênber bên avêtin.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ku pêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin, diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve pêdivî bi misogeriya qanûneke çarçoveyê heye. Çakmak, da zanîn ku ji ber qanûn nakeve meriyetê pêvajoyê bêewle dihêle û wiha axivî: “Me ji destpêkê ve her tim ev digot: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûneke misogerkirî heye. Diviyabû ev qanûn bibe nexşerêyeke wisa ku pêvajoyê biparêze, statuya aliyên di nav pêvajoyê de diyar bike û maseya muzakereyê xurt bike. Di heman demê de diviyabû nîşan bide ku dê pêvajo li ser kîjan zemîna hiqûqî bi pêş bikeve û helwest û berpirsiyariyên aliyan diyar bike.”
Çakmak teqez kir ku qanûna çarçoveyê ji bo berdewamiya pêvajoyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û destnîşan kir ku gavên heta niha hatine avêtin negihiştine ewlehiya hiqûqî û got ku pêkhatina qanûnê pêwîstiyeke jiyanî ye.
Çakmak bi bîr xist ku qanûn di 10’ê Tebaxa 2026’an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin lê heta niha ji bo erêkirinê di MGK’ê de derbas nebûye û got: “Qebûlkirina qanûnekê û weşandina wê di Rojnameya Fermî de bi tena serê xwe ne bes e. Divê ew qanûn bibe xwedî şiyana cîbicîkirinê, bersivê bide pêdiviyên pêvajoyê û ji bo aliyan ewlehiyê dabîn bike.”
Çakmak bal kişand ser nîqaşên di hilbijartinên baroyan de, êrîşên nijadperest ên li dijî Amedsporê û pêşketinên ku berberiya civakî zêde dikin û diyar kir ku ev bûyer zemîna yekgirtina civakî qels dikin. Çakmak, her wiha destnîşan kir ku nirxandina pirsgirêka Kurd li ser polîtîkayên ewlehiyê, hem Kurdan hem jî Tirkan ji derketina derveyî vê nêzîkatiyê asteng dike.
‘LI GEL QANÛNÊ DIVÊ ASTENGIYÊN PRATÎK JÎ BÊN DERBASKIRIN’
Çakmak da xuyakirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê li gel sererastkirinên qanûnî divê astengiyên hiqûqî û burokratîk ên heyî jî bên rakirin. Çakmak, anî ziman ku hê hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên ku beraet kirine nekarîne vegerin ser kar, rewşa girtiyên nexweş û biryarên lijneyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan pirsgirêkên sereke ne ku li benda çareseriyê ne.
Çakmak wiha axivî: “Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên ku tevî beraetkirinê jî nikarin vegerin ser karê xwe, mînakên şênber ên vê yekê ne. Derbarê kesekî de darizandin hatiye kirin, biryara beraetê hatiye dayîn lê tevî vê yekê li pêşiya vegera wî ya ji bo erka ku pê hatiye hilbijartin astengî hene. Ji aliyê hiqûqî û demokratîk ve ne pêkan e ku ev rewş bê ravekirin.”
Çakmak diyar kir ku ev pirsgirêk bêyî ku pêdivî bi qanûneke nû hebe, di çarçoveya rêzikên hiqûqî yên heyî de dikarin bên çareserkirin û teqez kir ku divê desthilatdarî bêhiqûqiyên ku îro tên jiyîn jî ji holê rake.
‘REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ ZERARÊ DIDE BAWERIYA CIVAKÎ’
Çakmak destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş rasterast bi jiyan û mafên mirovan ve girêdayî ye û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di dema berdewamiya pêvajoyê de zararê didin baweriya civakî û wiha domand: “Em dikarin bi kîjan nêzîkatiya zanistî şîrove bikin ku piştî derbarê girtiyekî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayîn, di demeke kurt de ew kes jiyana xwe ji dest dide? Piştî raporeke wiha di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dana mirovekî, rewşeke wisa ye ku divê bi awayekî cidî bê lêpirsîn.”
Çakmak anî ziman ku neberdana girtiyên ku pirsgirêkên wan ên giran ên tenduristiyê hene û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin nayê qebûlkirin û got ku divê jiyana mirovan di ser nirxandinên siyasî û burokratîk re bê girtin.
DIVÊ KIRYARÊN DERHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBIN Û KANALÊN DEMOKRATÎK BÊN VEKIRIN
Çakmak diyar kir ku daxwazkirina mafên Kurdan li ser zemîna siyasetê û vekirîhiştina kanalên demokratîk yek ji ewlehiyên sereke yên pêvajoyê ye û destnîşan kir ku necîbicîkirina biryarên AYM û DMME’yê zararê dide baweriya bi dewleta hiqûqê.
Çakmak got: “Yek ji ewlehiyên herî mezin ên ku dikare ji bo Kurdan bê dayîn, dabînkirina derfetên wisa ye ku bikarin mafên xwe li ser zemîna siyasetê daxwaz bikin û kanalên demokratîk vekirî bên hiştin.”
Her wiha teqez kir ku divê rêzikên hiqûqî yên heyî bên cîbicîkirin, daraz û burokrasî li gorî hiqûqê tevbigerin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin.
‘DIVÊ ZEXTA CIVAKÎ BÊ AVAKIRIN’
Çakmak anî ziman ku divê pêşketina pêvajoyê tenê ji berpirsiyariya dewlet û aktorên siyasî re neyê hiştin û got ku divê rêxistinên civaka sivîl û civak jî daxwazên xwe bînin ziman û zexta demokratîk ava bikin.
Çakmak wiha axivî: “Heke em tenê li bendê bin ku aktorên pêvajoyê, pêvajo bi rêve bibin, em ê pêvajoyê teslîmî însafa wan bikin. Ev pêvajo rasterast siberoja civakê eleqedar dike. Ji ber vê yekê muxatabê daxwazan ne tenê dewlet an jî aktorên siyasî ne. Rêxistinên hiqûqê, saziyên civaka sivîl û bi tevahî civak xwedî berpirsyariye ku van daxwazan bînin ziman.”
Çakmak destnîşan kir ku divê rêxistinên civaka sivîl binpêkirinên mafan eşkere bikin, pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne di rojevê de bihêlin, li dora daxwazên hevpar piştgiriyê pêş bixin û ji bo pêşketina pêvajoyê zexta demokratîk ava bikin.

