Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çarçoveya kampanyaya “Ji Nan, Aştî û Edaletê re Budce” de li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re hat cem hev.
Bakirhan di hevdîtinê de bal kişand ser pêkhateya Mêrsînê ya ku nasname û baweriyên cuda di nav xwe de dihewîne û hêvî kir ku bajar ji bo Tirkiyeyê bibe mînak. Bakirhan diyar kir ku Mêrsîn yek ji wan bajaran e ku têkoşîna kedê lê bihêz e û li ser girîngiya jiyana hevbeş a gel û baweriyên cuda rawestiya.
Bakirhan diyar kir ku budce bi bacên ku ji gel tên komkirin tê avakirin lê ji bo pêdiviyên gel nayê bikaranîn û destnîşan kir ku çavkanî ji şer, çekdarbûn, faîz û derdorên sermayeya alîgir re tên veqetandin.
Bakirhan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir û got ku aştî ne lutfeke, encama têkoşîna civakî ye. Bakirhan destnîşan kir ku armanca pêvajoyê ne tenê bidawîbûna şer û pevçûnan e, divê sîstemeke demokratîk were avakirin ku hemû nasname, bawerî û çîn bikaribin di bin şert û mercên wekhev de bijîn.
Bakirhan diyar kir ku divê têkoşîna demokrasiyê li ser zemîneke ku siya çekan lê nemaye were mezinkirin. Bakirhan anî ziman ku armanca sereke ya pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e û wiha axivî: “Heta ku em demokrasî û hemwelatîbûna wekhev pêk bikin, em ê vê têkoşînê bidomînin. Menzîl demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e.”
Bakirhan di dawiya civînê de banga piştevaniya civakî û têkoşîna hevpar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zext û sepandinên dijdemokratîk demkî ne. Ev salon, ev îradeya di vê salonê de û ev rengê di vê salonê de mayînde ne.”

