Aştiya civakî ne tenê pêvajoyeke teknîkî ye ku bi bêdengbûna çekan re sînordar e, bi bicihbûna îradeya jiyana hevpar û çanda aştiyê li hemû aliyên civakê pêkan e. Di pêvajoya pevçûnê ya 40 salên dawî de, zarokên ku şahidî ji notirvaniya bi zorê, valakirin û şewitandina gundan kirin jî barê giran ê vê dîrokê hildigirin.
Her çend di pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê de modelên girîng ên wekî perwerdehiya li ser bingeha maf û perwerdehiya aştiyê tên pêkanîn jî, ev danehev hîna di rastiya Kurdistan û Tirkiyeyê de zêde nehatiye pêkanîn. Lê naskirina çanda aştiyê ya zarokan di perwerdehiyan de û pêşxistina têgihiştina jiyana hevpar ya zarokan, di mayîndekirina aştiya civakî de xwedî girîngiyeke mezin e.
TÊGIHIŞTINA TEKPARÊZ Û NÎJADPEREST ÊN LI DIBÎSTANAN, LI PÊŞIYA ÇANDA AŞTIYÊ ASTENG E’
Serokê Şaxa Hejmar 3’an a Egîtîm Senê ya Stenbolê Huseyîn Tosu derbarê avakirina aştiyê di hawirdora perwerdehiyê de, rewşa perwerdehiyê ya heyî ya li dibîstanan, bandora pevçûnan a li ser zarokan û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de, ji ajansa xwe me re axivî.
Huseyîn Tosu anî ziman ku ew bi hêvî nêzî nîqaşên aştiyê ku 2 sal in dewam dike, dibin lê dibîstan ji bo vê pêvajoyê ne amade ne.
Tosu diyar kir ku pergala perwerdehiyê ya heyî ji zemînekî demokratîk bêpar e û anî ziman ku têgihiştina tekparêz û nîjadperest ên bi salan in li dibîstanan serwer in, li pêşiya çanda aştiyê asteng dibe ku di perwerdehiyan de jî xuya bibe.
Tosu wiha got, “Di rewşa heyî de, dibîstanên me ji bo vê pêvajoyê ne xwedî zemînekî demokratîk in. Têgihiştina nîjadperest û tekparêz ên bi salan in li dibîstanan dewam dike, xuyabûna zimanê aştiyê di dibîstanan de dereng dixe. Ev ne zimaneke ku tenê bi desthilatdariya AKP’ê hatiye avakirin, ji damezrandina Komarê ve têgihiştina yek netew, yek ol û yek ziman di dibîstanan de hatiye rûnişkandin.”
‘DESTHILATDARÎ PÊVAJOYÊ TENÊ WEKÎ BÊDENGBÛNA ÇEKAN DIBÎNE’
Tosu fikarên xwe li ser rêveçûna pêvajoyê anî ser ziman û diyar kir ku ew wekî KESK û Egîtîm Senê bi fikar in ku pêvajo tenê di asta gotinê de bimîne. Tosu bi bîr xist ku desthilata siyasî gavên berbiçav neavêtiye û pêkanînên dij demokratîk dewam dikin.
Tosu wiha berteka xwe anî ser ziman, “Rejîma qeyûmê hîna dewam dike, bêhiqûqî dewam dikin. Xuya ye ku desthilatdariya siyasî vê pêvajoyê tenê wekî bêpevçûnbûnê û bêdengbûna çekan dibîne. Lê pirsgirêk ne tenê hebûna çekan e; mirov di mafên xwe yên demokratîk û azadiyên xwe de pirsgirêk jiyan dikin. Di rêveberiyên xwecihî de, îradeya gel bi temamî ji holê tên rakirin. Bi erênî berdewamkirina vê pêvajoyê, tenê bi xezta sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û têkoşîna hevpar pêkan e.”
Huseyîn Tosu bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya di nîqaşên civaka demokratîk de û diyar kir ku ger mirov nikarin bi ziman û çanda xwe jiyan bikin, ev çavkaniya bingehîn a pirsgirêkên îro ye. Tosu bi bîr xist ku ji nifûsa 86 milyon nêzî 20-25 milyon kes bi zaravayên cuda yên Kurdî diaxivin û di salên 2002 û 2005’an de Egîtîm Senê rûbirûyê pêvajoyeke girtinê ya cidî bûye.
Tosu got, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û jêneveger e. Ji pêşdibîstanê heta zanîngehê, amadekirina binesazî û materyalên pêwîst di berpirsyariya dewletê de ye. Egîtîm Senê ji ber ku ji damezrandina xwe ve vê mafê diparêze, rûbirûyê dozên girtinê ma, lê qet dev jê berneda. Divê ev tavile were pêkanîn”
Tosu di dawiya axaftina xwe de 103 kesên parêzvanên aştî û jiyana demokratîk ku 10’ê Cotmeha 2025’an de li Gara Enqereyê hatin qetilkirin, bi bîr anî û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna aştiyê wiha anî ser ziman, “Di Cotmeha 2015’an de 103 hevalên me ji ber ku aştiyê parastin, bi komkujiyê jiyana xwe ji dest dan. Hem di karê xwe û hem jî çalakiyên demokratîk de, ji bo aştiyê tişta ku dikeve ser me dikin. Em dizanin ku aştî bi xwe pêk nayê. Em ne li bendê ne ku dewlet bi xwe aştiyê pêşkeşê me bike. Ev tenê bi pêşxistina têkoşîna demokratîk a yekbûyî pêkan bibe.”

