Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobetê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Edaletê dabûn destpêkirin, di roja 5’an de didomînin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî serdana çalakiya nobetê ya îro kir. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha parlamenterên DEM Partiyê û gelek jî kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girse bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta navê girtiyên nexweş û “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
‘LI GIRTÎGEHAN ÊŞKENCE HENE’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku weke DEM Partî ew heta dawiyê piştgiriya çalakiyê dikin û wiha axivî: “Girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran jî nayên berdan. ATK’ê tevî sonda hipokratê jî peywîra xwe bicih nayne û tevî girtî nikarin di van şert û mercan girtîgehê de bimînin jî nayên berdan.
Em li vir bang li saziya ATK’ê jî dikin ku peywîra xwe bi cih bîne. Tuncer Saglam ji ber tedawiyeke baş nehat kirin jiyana xwe ji dest da. Evîn Zapsû penceşêra asta 4’an e lê tevî vê jî nayê berdan. Ez li vir ji Wezîrê Edaletê dipirsim; di kîjan olî de heye girtiya nexweş benda mirinê bihêle. Newroz Bozkurt li girtîgeha Sîncaneyê. Tevî nexweşiya Kronîk Losemî jî nayê berdan. Dema min girtiyên Sîncanê re hevdîtin kirin ji me re qala sepanên êşkence yên girtîgehê kirin. Me li ser vê yekê gelek caran bi Wezîre Edaletê re hevdîtin kir. Ez li vir bang li Wezîrê Edaletê û rêyedarên dewletê dikim ku dawî li vê sepanê bîbin û girtiyên nexweş berdin. Êdî tehemûl nema.”
‘TEVKARIYA HERÎ XURT JI BO PÊVAJOYÊ BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ E’
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê dê çû: “Ji me dipirsin dibêjin girtiyên nexweş neyên berdan dê çawa çareserî çêbibe. Em jî li vir dipirsin. Tevkariya herî xurt ji bo pêvajoyê berdana girtiyên nexweş e. Ez li vir bang li hemû saziyên maf û hiqûqê dikim ku piştgiriyeke xurt bidin çalakiya malbatan. Divê girtîgeh nebin tabutxane.”
‘HETA ENCAM TÊ GIRTIN ÇALAKÎ DÊ DEWAM BIKE’
Hevserokê Giştî yê MEDTUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, jî destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo pirsgirêka Kurd di girtîgehan de ne û wiha axivî: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe divê helwesta dewletê ya li hember girtiyan biguhere. Tevî 2 sal in pêvajo destpêkiriye jî bandora pêvajoyê li girtîgehan nekiriye. Heke ew pêvajo bimeşe bi guherandina helwesta dewletê ya li hember girtiyan pêkan e. Tevî rapora nikare di girtîgehan de bimine jî berdana girtiyan tê astengkirin. Heta girtiyên nexweş neyên berdan çalakiya me dê bidome. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Em hêvî dikin rojek beriya rojeke Wezareta Edaletê û rayedarên dewletê nêrîna çewt a li hember girtiyan biguherînin. Dewlet bi birêz Ocalan re li ser masayê rûniştiye. Em jî piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Lê ew girtî jî ji ber pirsgireka Kurd hatine girtin û divê dewlet vê yekê neke mijara bazarê. Divê Wezîrê Edaletê dengê dayikan bibihîse û em jî dixwazin weke malbatên girtiyên nexweş hevdîtinê jî ji Wezareta Edaletê re bikin.”
Nobet bi çalakiya rûniştinê didome.

