Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeyên Ceyhan û Seyhanê yên Edeneyê civînên jinan li dar xistin. Bi dirûşma “Bi hêza cewherî û îradeya azad niha dema jinê ye” li taxa Belediye Evleri ya navçeya Ceyhanê û taxa Küçük Dikili ya navçeya Seyhanê civîn pêk hatin. Di civînan de tundiya li ser jinan, komkujiyên jinan û polîtîkayên bêcezakirinê hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola jinan, tevlîbûna wan a siyaseta demokratîk hebe û di avakirina aştiyê de bibin xwedî gotin û biryar. Civîn bi nîqaşkirina pêşniyarên çareseriyê yên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, parastina mafên jinan û xurtkirina têkoşîna birêxistinkirî bi dawî bûn.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de meş û daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Jinên ku li ber Avahiya Kar a Gokdelenê ya li navçeya Akdenîzê kom bûn, ji vir heta Parka Yogurtçuyê meşiyan. Jinên ku di meşê de pankarta “Bi hêza cewherî û îradeya azad niha dema jinê ye” vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, niha aştî”, “Qetilkirina jinan polîtîk in” û “Mêr lê dide, dewlet diparêze” berz kirin. Jinên ku gihiştin Parka Yogurtçuyê, li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.
STENBOL
Komeleya Dema Jinê û Navenda Bîrê li Salona Pêşangehê ya Depoyê ya li taxa Tophane ya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê atolyeya çêkirina pankartan li dar xistin. Di atolyeyê de pankart û dovîzên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bên bikaranîn, hatin amadekirin.
BURSA
Meclisa Jinan a DEM Partiyê, li Navenda Çandê ya Ordekliyê ya li navçeya Osmangaziyê ya Bursayê forumek li dar xist. Jinan eleqeyeke mezin nîşanî foruma ku bi dirûşma “Ji bo jiyana azad û wekhev gotina me heye, li dijî tundiyê serhildana me heye” hat lidarxistin, dan.
DERSIM
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Dersimê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi dirûşma “Li dijî tundiyê serhildana me heye, ji bo jiyana azad û wekhev gotina me heye” civîn li dar xist. Di civîna ku gelek jin beşdar bûn de, jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê hatin bîranîn.
RIHA
Platforma Jinan a Rihayê, bi sernavê “Jin aştiyê diaxivin” panelek li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, komele û rêxistinên pîşeyî yên bajêr beşdarî panela ku li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat lidarxistin bûn. Jinên ku di panelê de axivîn, nêrînên xwe yên derbarê aştiyê de parve kirin.

