Li Culiacan paytexta eyaleta Sinaloa ya li bakurrojavayê Meksîkayê nêzî 10 hezar kes li dijî şerê kartelan meşiyan ku bi mehan e li herêmê dewam dike.
Çalakgeran kincê spî li xwe kirin û bi dehan nepoxên spî firandin. Meş bi banga Dêra Katolîk, karsaz û malbatên mexdûrên tundiyê hate lidarxistin û heta Katedrala Culiacanê dewam kir.
Kartela Sinaloa ku di dawiya salên 1980’Î de ji aliyê Joaquín “El Chapo” Guzmán û Ismael “El Mayo” Zambada ve hate avakirin, piştî ku herdu lîder ji hev qut bûn, bi şerê navbera komên cuda hejiya.
Li bajêr hema bibêje her roj şerê çekdarî diqewime. Şêniyên herêmê dixwazin tundî bi dawÎ bibe û ew êdî bi rengekî ewle bijîn.

