Nivîskar Alî Bayramoglu, têkildarê pêvajoya dawî ji ANF’ê re nirxandin kir. Alî Bayramoglu, anî ziman ku mijarên herî girîng ên piştî Qanûna Çarçoveyê ev in: pêkanîna qanûnê, piştrastkirina danîna çekan û destgirtina rewşa girtî û mehkûman. Bayramoglu, got ku nîqaşa rastîn dê bi anîna rojevê ya daxwazên demokratîk ên Kurdan dest pê bike.
Bayramoglu, Qanûna Çarçoveyê ji bo meseleya Kurd wekî “kilometrebereke krîtîk û jiyanî” pênase kir. Bayramoglu, diyar kir ku dibe ku pêvajo bi hêsanî neçe serî û hinek pirsgirêk derkevin û got ku pêşîniya dewletê danîna çekan e û wiha dom kir: “Lê Tevgera Kurd dixwaze têkoşîn bi rêyên siyasî berdewam bike. Ji ber vê yekê di heyama pêş de dê hewldan bê kirin ku zemînekî hevpar di navbera her du aliyan de bê avakirin.”
Bayramoglu, got ku qonaxa yekem a girîng ew e ku dê qanûn çawa bê pêkanîn. Bayramoglu, diyar kir ku qanûn pêvajoya danîna çekan û entegrasyonê pêşbînî dike û got ku lê hêj nezelaliya li ser rêveberên rêxistinê û Rêber Apo heye. Alî Bayramoglu, da zanîn ku ji nêzîkî 4 hezar û 600 girtî û mehkûmên PKK’ê, nêzîkî 3 hezar kes dikarin piştî çêbûna mercên pêwîst serbest bibin.
Bayramoglu got, “Lê belê hinek pirsgirêk hene. Ew pirsgirêk çi ne? Mekanîzmaya piştrastkirina vê mijareke nîqaşê ye. Qanûn dibêje, piştî ku bi temamî berdana çekan hat piştrastkirin, piştî ku MİT, Encumena Ewlekariya Neteweyî (MGK) an jî lijneya ku dê bê avakirin got ‘Erê, çek hatine berdan’, ev mekanîzma dê dest pê bike. Niha dê ev çawa bibe? Piştrastkirin dê demê bigire an nagire? An jî her tişt amade ye? Bi rastî ez van nizanim. Belkî jî têkiliyên bi MİTê re çêbûne dê van bi awayekî pir lez bixin dewrê. Belkî jî dê ne ew çend hêsan be. Dibe ku dewlet jî xwe paşve bikişîne, dibe ku rêxistin jî xwe paşve bikişîne. Ji ber vê yekê dibe ku ev pêvajo dirêj bibe.”
Alî Bayramoglu, destnîşan kir ku gavên hatine avêtin ne çareseriya pirsgirêka Kurd in, lê ji bo çareseriyê hewce ne û wiha domand: “Wek nimûne em bêjin hûn kilometreyekê diçin, du-sê gav hatine avêtin ji bo ku mirov ber bi wê derê ve biçe. Ev gav bi tenê tiştekî îfade nakin. Çareseriya pirsgirêka Kurd îfade nakin. Lê bêyî van gavan jî hamleyên din ên derbarê çareseriya pirsgirêkê de nayên.”
Bayramoglu, anî ziman ku danîna çekan di heman demê de tê wateya ku dewlet û Tevgera Kurd hevdu wekî aktortirên siyasî bi rengekî zelaltir bipejirînin.
Bayramoglu, da xuyakirin kir ku di Qanûna Çarçoveyê de daxwazên bingehîn ên Kurdan ên wekî demokratîkbûn, zimanê dayikê û rêveberiyên herêmî cih nagirin û got ku di heyama paşîn de divê Kurd ji bo van daxwazan têkoşîna siyasî bimeşînin.
Bayramoglu, anî ziman ku divê mijarên wekî rêveberiyên herêmî, zimanê dayikê û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan bên rojevê û got: “Ev her du deriyên siyasetê hêj nehatine vekirin. Qonaxa paşîn qonaxa vekirinê ye.”
Bayramoglu, diyar kir ku rola Rêber Apo di pêvajoya nû de pir girîng e û got ku Rêber Apo di navbera pêkhatên cuda yên Tevgera Kurd de roleke pêkhêner û rêberî dilîze. Bayramoglu: “Ji ber vê yekê, li gorî nêrîna min ew nebe Tevgera Kurd bi hêsanî teşe nagire.”
Bayramoglu, anî ziman ku dewlet jî Tevgera Kurd jî di ferqa rola Rêber Apo de ne û got ku ji bo dema pêş sê îhtîmal hene: bi sûdwergirtina ji mafê hêviyê serbestberdana Rêber Apo, xebatên wî yên siyasî tevî ku di girtîgehê de be werin berfirehkirin, an jî domandina mercên heyî. Bayramoglu, got ku ji bo wî mijara herî girîng “Ocalan bikare siyasetê bimeşîne.”
Bayramoglu, bal kişand ku xetereyeke girîng ew e ku pêvajoya nû ya meseleya Kurd bibe parçeyek ji nakokiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn û got ku Tirkiye û Rêber Apo ji vê xetereyê agahdar in.
Bayramoglu, got ku Qanûna Çarçoveyê ne sazûmaniya dawî ye ku pirsgirêka Kurd çareser dike, lê piştî nêzîkî 50 salan ji têkoşîna çekdarî gava dîrokî ye ku rê li ber têkoşîna siyasî vedike.
Alî Bayramoglu, teqez kir ku mijarên bingehîn ên siberojê bi lez pêkanîna qanûnê, meşandina pêvajoya danîna çekan û bersivdana daxwazên demokratîk ên Kurdan e.

