Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be
Çand û Hûner

Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

Semîr Aslanyurek: Sînema û hemû beşên hunerê divê bi rengekî şênber û eşkere bi mafên mirovan, wekheviyê, azadî û aştiyê re be. Yekane helwesta hunerê divê parastina rûmet û mafê jiyanê yê mirovan be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Tirkiye piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an ber bi serdemeke nû ve diçe. Nîqaşên ku bi daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên Cotmeha 2024’an destpê kir, bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê re derî li pêvajoyeke nû vekir.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 sal li pey xwe hişt. Derdorên cuda yên Tirkiyeyê nêrîn û rexneyên xwe yên li ser pêvajoyê bi raya giştî re parve kirin. Yek ji qadên ku şerê 50 salî herî zêde dezenformasyon lê afirandiye qada hunerê ye ku di nava nîqaşên pêvajoyê de ye.

Gava mirov li rabirdûya sektora rêze fîlm û sînemayê ya li Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku beşên cuda yên civakê bi taybetî jî Kurd di nava salên dûr û dirêj de bi qalibên diyarkirî hatine temsîlkirin. Kurd û derdorên civakî yên din bi giranî bi rêya karakterên “hewcedarê alîkariyê”, “nezan”, “hişk” an jî bi meyla tundiyê hatin vegotin.

Em bi Semîr Aslanyurek re li ser sînemayê û dema nû ya li Tirkiyeyê axivın ku dibêje, “Ya ku tundiyê rewa dike û ‘yên din’ karîkaturîze dike huner nîne.”

Aslanyurek ku li Enstîtuya Sînemaya Dewletê ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetê (SSCB) a Moskowê perwerdeya sînemayê dît, qala wê demê kir, “Ji pirsa ‘Gelo Sowyetê çi tevlî hunera we kir?’ mebesta we bêguman Enstîtuya Sînemayê ya Dewletê ya SSCB a li Moskowê (VGIK) e. Eger mebest ji vê pirsê nêrîneke cîhanê yan jî îdeolojiyek be, Sowyetan ji vî alî ve tiştek tevlî hunera min nekir. Ez çi bim, ew im. Lê belê perwerdeya ku min li Dibistana Sînemayê ya Moskowê wergirtî; metodolojiyek, dîsîplîneke xurt, cewhera hunerê, hezkirina ji mirov û xwezayê, kûrahiya felsefî, serbilindahiya ku cudahiyê naxe nava mirovan, dilxwazî û ya herî gigrîng jî hişmendiya lêgerîneriya li ser şopa heqîqetê tevlî hunera min kir.”

‘HUNER Û POLÎTÎKA LI HEMBERÎ HEV IN’

Aslanyurek anî ziman ku têgîna sînemaya polîtîk teng e, huner û polîtîka li hemberî hev e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku ji cihê ez lê me binirxînim, huner û polîtîka du karên cuda ne ku li dijî hev in û ti carî nagihêjin hev.

Polîtîka di nava mirovan de cihêkariya ol, ziman, nijad û îdeolojiyê sor dike, girseyan parçe dike û dike dijminê hev, wan li gorî dilê xwe dixebitîne. Lê huner mirovan digihîne hev, dike yek û dike ku bi cewherî hev hembêz bike. Polîtîka rastiya jiyana mirovan berevajî dike, dinixumîne, berê girseyan dide şer, qirkirin û hilweşînê. Lê huner rastiyê bi eşkere radixe pêş mirovan; her cûre şer û qirkirinê bi biryardarî red dike. Ji xwe destûra bingehîn a wijdanê mirovahiyê û feraseta hunerê ya qedîm diyar e: Kuştina mirovekî kuştina temamiya mirovahiyê ye…

Eger em ji sînemayê re dibêjin huner, hingî baskekî hunerê nabe ku polîtîk bibe. Çawa ku wêjeya polîtîk, wêneyê polîtîk, peykerê polîtîk, muzîk an jî mîmariya polîtîk nabe, sînemaya polîtîk jî nîne. Bala xwe bidinê, heta destpêkirina sînemayê di beşa hunerê bi gotina ‘polîtîk’ nehatiye bilêvkirin. Ev têgihîna ku demeke dirêj piştî destpêkirina sînemayê derkete holê, sînemayê di nava baskên din ên hunerê de weke qadeke ji manîpulasyon û spekulasyonê vekirî dibîne.

Di fîlmekî de dema mijareke polîtîk bê nîşandan, wî fîlmî polîtîk nake. Dibe ku wê bibe şibandineke hişk, lê belê pornografî ma dibe weke hunerekê bê qebûlkirin? Bi dîtina min nabe. Lê belê fîlmekî porno ji aliyê tevizandina girseyan ve ji hunerê bêhtir nêzî polîtîkayê ye.”

‘FÎLM Û RÊZE FÎLM TÊNE ÇÊKIRIN KU XIZMETÊ JI POLÎTÎKAYA QIRÊJ RE DIKIN’

Aslanyurek ragihand ku li Tirkiyeyê fîlm û rêze fîlmên bi kirasê ‘polîtîk’ hatin çêkirin ku xizmet ji polîtîkayeke qirêj re kirin û got, “Fîlmên welê li pêş têne nîşandan ku tundiyê û kuştinê weke qehremaniyê nîşan dide, mirovan berdide hev, girseyan ji hev cuda dike û tevizandina girseyan weke hunerekê dibîne. Ne tenê li Tirkiyeyê îro li tevahiya cîhanê fîlmên ku polîtîkayên qirêj û faşîzan rexne dikin û helwestê li hemberî wan nîşan dide, têne sansurkirin an jî derfetê nabînin ku bêne nîşandan. Mebesta min ew e, ku sînema ji hunerê wêdetir veguheriye mekanîzmayeke propagandayê ku polîtîkayên paşverû yên hêzên serwer mafdar nîşan dide.”

‘HELWESTA HUNERÊ DIVÊ PARASTINA RÛMET Û MAFÊ JIYANÊ YÊ MIROVAN BE’

Aslanyurek destnîşan kir ku divê huner û sînema parastina aştiyê bikin û anî ziman ku huner di hin mijaran de dereng ma. Aslanyurek got, “Sînema û bi giştî hemû beşên hunerê bêyî bibêje ‘lê belê’ divê xwe bidin aliyê rastiyê, mafên mirovan, wekheviyê, azadiyê û aştiyê. Yekane helwesta hunerê divê parastina rûmet û mafê jiyanê yê mirovan be.

Lê belê ne bawer im ku sînema yan jî bi giştî huner xwedî wê hêzê be ku bi tena serê xwe karibe şer bisekinîne yan jî aştiyê ava bike. Ji xwe weke ku tê gotin, ‘Ji bo yê fêhm bike dengê mêşekê jî têrê dike, ji bo yên naxwazin fêhm bikin jî dengê dahol û zirneyê, her wiha bombeya atomê jî kêm e’. Tê gotin, ‘Aqlê mirovan an dema direve yan jî dema têk diçe tê serê mirovan’. Mixabin mirovahî heta ku hilweşîna xwe nebîne ji aliyê fêhmkirina rastiyê ve timî dereng dimîne. Sînema dikare zimanê aştiyê bi kar bîne, dikare wijdanan raxe pêş çavan; lê belê temaşekirina li eynikê û guhertina rûyê xwe tercîh û îradeya mirov bi xwe ye.”

‘HIN HÊZ HENE KU DIXWAZIN PÊVAJOYÊ DIRÊJ BIKIN’

Derhêner Aslanyurek nêrînên xwe yên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî parve kir û anî ziman ku hin hêz hene ku dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Aslanyurek got, “Li Tirkiyeyê avakirina aştiyeke mayinde û aramiyê nayê hesabê van derdoran. Ji bo sorkirin û tevdana girseyan çirûskeke bi tenê jî ku ji aliyê van derdoran ve bê pêxistin dibe ku têra şewitandina me hemûyan bike.

Ji xwe ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve bicihbûna me li dora NATO’yê, welatê me her tim kir hedefa van hêzên global. Li Tirkiyeyê gelo heta niha kîjan îradeya siyasî bêyî bibêje ‘lê belê’ ji NATO’yê re gotiye ‘na’? Di rewşeke bi vî rengî de em neçar in lê bipirsin bê kî astengî, zext û sansurê bi rengekî berfireh datîne pêşiya me.

Di vê nuqteyê de ew diyaloga ku tê gotin bi Lenîn re hatiye kirin tê bîra mirovan. Ji Lenîn pirsî ne:

– Eger dijminê we ji we gelekî xurtir be gelo hûn ê karibin wî têk bibin?

– Gotiye, bêguman. Bi bikaranîna aqlê xwe…

– Baş e, eger dijminê we hem ji we gelekî xurtir û gelekî bi aqil be hûn ê karibin wî têk bibin?

– Gotiye, dîsa jî ez ê têk bibim. Wî bikim dostê xwe û bi vî rengî…

Kurdî yan jî Tirkî ferq nake, rakirina astengiyan li pêşiya hunerê bi wê yekê dibe ku civak bêyî bibêje ‘lê belê’ hev dijmin nebîne û weke hevparê heman êş û çarenûsê bibîne. Aştî û azadiyar asteqîn bi aqlekî serbixwe dibe ku hevdu fêhm dike, ne ku hevdu dijmin dibîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’
Nûçeya Pişt re Xwepêşandana xwendekarên lîseyê li Fransayê berfireh dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

MSD’ê xwest ku hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn û ragihand ku edalet bingehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûr 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne

Endamê Rêxistina CPT’ya Emerîkî Kameran Osman diyar kir ku gundên Nepaxî, Bêr Kekurê û Kafya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

Li Wanê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê taziye hate danîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?