Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, di 9’ê Mijdarê de nûçegihanên Rojnameya Mucadele Birligi Serpil Unal û Ozlem Oral û endama Lijneya Rêveber a Kovara Onsozê Fatma Yildirim jî di nav de bi giştî 18 kes hatibûn binçavkirin.
Kesên hatibûn binçavkirin îro sewqî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, 16 kes bi daxwaza bi şertê kontrola edlî bên berdan sewqî dadgeriyê hatin kirin. Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê ya Sulhê.
Dadgeriyê derbarê 16 kesan de biryara kontrola edlî ya îmzadayînê da. Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî bi kontrola edlî yên wekî qedexeya derketina derveyî welat û hepsa malê hatin berdan.

