Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê, berdana 4 girtiyên siyasî ji bo 6 mehan taloq kir. Ji bo taloqkirina berdana Tuncay Dogan, Ali Murat Çelik, Ahmet Abdi Ibrahim û Nurettin Ataman “poşman nebûne”, cezayên dîsîplînê, name û hin îdîa weke hincet hate nîşandan.
Berdana Nurettin Ataman ê 34 sal in girtî ye 10 caran, berdana Ali Murat Çelik ê 32 sal in girtî ye 9 caran, berdana Ahmet Abdi Ibrahim 7 caran hate taloqkirin.
Berdana Çelik ku ti lêpirsîneke dîsîplînê der barê wî nîne, bi hinceta ku “poşman nebûye” hate taloqkirin.

