Sêşem, 13 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Em amade ne ku piştgiriya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du kadroyên pêşeng li Tûzlûçayirê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cemîl Bayik: Eger careke din bême dinyayê ez ê dîsa jî Rêber Apo ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê dewleta Tirk tavilê guhertinên qanûnî bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîdên Guherzê bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîdên Guherzê bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Guherzê şehîd bûn û got, "Her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kirin û di nava hevrêyên xwe de bi şervanî, kedkarî û dilnizmî hatin naskirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Nîsan 2025 1 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehadeta gerîla bi vî rengî ye:

“Em hevrêyên xwe yên ku di kemîna nemerd a li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Me di daxuyaniya xwe ya 22’ê Sibata 2025’an de ragihandibû ku 3 hevrêyên me li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di encama kemîneke xayînane de şehîd bûne. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran 20’ê Sibatê dema li ser erka xwe bûn, di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûn. Hevrêyên me yên ku xwestin di 21’ê Sibatê de cihê xwe biguherin, bersiv dan êrîşa nemerdana ya li nêzî gundê Guherzê û tevî birîndarbûna xwe jî şer kirin. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran ên ku mînakên bijarte yên kevneşopiya berxwedanê ne, bêdudilî çekên xwe girtin û tevî birîndarbûna xwe jî bi guleyan bersiv dan kemînvegirên xayîn. Hevrêyekî me yê ku bi giranî birîndar bû, bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran ên ku heta kêliya dawî xeta berxwedanê û ruhê milîtanî ya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di lûtqeyê de temsîl kirin, di vê bûyerê de şehîd bûn.  

Hevrêyên me yên ku bêyî cudahiya cih û şertan xwe fedayî doza azadiya gelê me kirin, her kêliya xwe têkoşiyan û di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiyên xwe yên şerker, kedkar û dilnzm hatin naskirin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bêdudilî heta serketinê li ser şopa şehîdên xwe yên ku bi fedayiyane dan şopa fermandarên me yên nemir Egîd û Zîlanan û bi têkoşîna xwe de bûn tirsa dilê dijmin, bimeşin. Em milîtanên fedayî hevrê Xebat, Egîdî û Goran bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin,  sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.  

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;

Nasnav: Xebat Bawer 
Nav û Paşnav: Yilmaz Erdemcî 
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt 
Navê Dayik – Bav: Pêrîhan- Yahya 
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê 

Nasnav: Egîd Botan 
Nav û Paşnav: Armîn Kuwik 
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran 
Navê Dayik – Bav: Ronak- Salîm 
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê 

Nasnav: Goran Dêrsim 
Nav û Paşnav: Hemed Hasan Nuweydîs 
Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer 
Navê Dayik – Bav: Şiha- Hasan 
Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Sibata 2025’an / Amediyê, Guherzê 

XEBAT BERWARÎ

Pêngava dîrokî ya gerîla ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandarê me yê pêşeng Mahsûm Korkmaz (Egîd) pêş ket, bû destpêka têkoşîna gerîla ku heta roja me ya îro bêyî navber berdewam kir. Kelecan û coşa ku ev pêngava dîrokî çêkir, wekî roja ewil di roja me de jî tê jiyîn. Wisa ye ku ev kelecan û coş îro jî bandor li ser ciwanên Kurd çêdike û berê wan dide refên gerîla. Bi afirandina bi hezaran Egîdan meşa azadiyê ya gelê me nêzî serketinê dike.

Hevrêyê me Xebat ku ji coşa Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê bandor bû û tevlî refên gerîla bû, li Sêrtê di nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên çandî de ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe li gorî cewhera xwe mezin bû. Li gel ku demekî di dibîstanên pergalê de xwend jî, xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê ya dijmin parast. Hevrêyê me Xebat ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî û bi diyardeya kedê re mezin bû. Ji ber vê yekê zû ket ferqa pîroziya kedê û di tevahiya jiyana xwe de xwe bi kedê afirand. Hevrêyê me yê ku bi temenê xwe yê ciwantiyê re dest bi lêpirsîna derdorê xwe kir, bi taybetî neçar ma ku rastî hîsteriya faşîzan ku dewleta Tirk a dagirker di nava civakê de çêkiriye were. Ji ber ku kesên li cihê kar ji ber Kurdbûna wî cihêtiyê jê re kirin, ew bû xisûsê herî girîng ku hevrêyê me Xebat rastiya dijmin fêm bike. Hevrêyê me yê ku piştî vê pêvajoyê dest bi lêgerîna jiyana azad kir, wekî her ciwanê Kurd ê bi rûmet dizanîbû ku ev bi tevlîbûna li nava refên PKK’ê re pêkan dibe. Lê neçar ma ji ber temenê xwe vê daxwaza xwe demekî paşve bixe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de ji jiyan û hevrêtiya gerîlayan bandor bû, fikirî ku divê ew jî wekî van gerîlayan bibe. Hevrêyê me yê ku ji ber vê bi bêsebrî li benda roja tevlîbûna xwe ma, di vê pêvajoyê de hewl da têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Bi taybetî dema çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk anî û bi hezaran mirovên me ji komkujiyan derbas kir, hêrsa hevrêyê me Xebat li dijî dijmin zêdetir bû. Hevrêyê me li ser  vê bingehê di sala 2015’an de ji Botanê tevlî refên gerîlayan bû. Di dawiyê de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û gihişt derfeta ku tola komkujiyên li ser gelê me hilîne.  

Hevrêyê me Xebat ê ku demekî kurt li Botanê ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, bi saya perwerdeyên leşkerî û îdolojîk ên li vê derê di demekî kurt de fêrî jiyana gerîlayan bû. Hevrêyê me ku bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, coş û kedkar bû gerîlayekî şareza, di vê pêvajoyê de ji helwest û kesayetiyên Apoyî yên hevrêyên me Şehîd Heqî Amed û Şehîd Soro Amed bandor bû. Ji bo ku bibe layiqê kedên van hevrêyan ku ji bo wî dane, hewldaneke mezin da û xwest têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me Xebat ê ku di her xebatê de bi fedakariya xwe derket pêş, bi saya kesayetiya xwe ya dirust û jidil, rêz û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Xebat ji bo tevlî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bibe ku ji bo gelê me nebe gef, derbasî herêmên ku şer lê giran e bû. Tevlî gelek çalakiyên li vir bû û derfet dît ku hêrsa xwe ya bi salan bixe pratîkê. Hevrêyê me yê ku bi tecrubeyên xwe yên leşkerî yên di vê pêvajoyê de bû gerîlayekî profesyonel, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Xebat ku di heman demê de geşedanên li hemû qadên têkoşînê ji nêz ve şopand, bi taybetî eleqeyekî mezin da berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê li ser xeta fedayîtiyê pêş ket. Hevrêyê me hêzekî mezin ji çalakiya fedayî ya bi dehan hevrêyên me yên li dijî komkujiyan girt û di heman demê de fikrî ku divê ew jî bikeve nava lêhûrbûnekî wiha. Bi zanebûna ku dilsoziya bi şehîdan re bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan dibe, kete nava lêhûrbûna fedayîbûnê.  

Hevrêyê me Xebat ê ku li ser vê bingehê di sala 2018’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû, tevlîbûnekî li gorî lêhûrbûnên xwe kir. Tevî ku bi perwerdeyên wergirtî xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist jî, tu caran xwe têrker nedît. Hevrêyê me di nirxandinekî xwe de diyar kir ku yekane armanca wî ew e ku bibe milîtanekî layiqî Rêbertî û şehîdên me. Ji bo vê jî her tim lêgerîna pêşxistina xwe dike. Ji ber kesayeta xwe ya dilnzm û kedkar û pêşengtiya xwe ya di her xebatê ku tê de cih digre, rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me bi lêhûrbûnên xwe yên derbarê rastiya şer de jî hevrêyên xwe perwerde kir. Hevrêyê me Xebat ku ji destpêka pêvajoya operasyonê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku ji sala 2022’an ve pêş ket, cihê xwe di nava şerê germ de girt û li vir di tunelên şer de bû xwedî helwestekî bi hêz. Hevrêyê me yê ku tevî di pêvajoya şer a heyî de bi dehan car birîndar bû, dev ji biryardariya xwe berneda û dema ji qada şer dûr ket jî israr kir ku dîsa here qada şer lê heye. Hevrêyê me Xebat ê xwedî ruhê Apoyî, diyar kir ku yekana dermanê wî ew e ku tola hevrêyên xwe hilîne û dîsa here qadên ku bi dehan bîranîn wî bi wan re heye. Hevrêyê me Xebat ê ku gihişt hezkirina kûr a hevrêtiyê, dema hevrêyên wî li dijî dijmin şer dikir nedikarîbû bisekine. Vê jî bi helwest, şer, tevlîbûn û kesayeta xwe ya dirust nîşan da.  

Rastiya dijwar a şer hem jiyanê û hem jî hevrêyan pir bi nirx dikir. Hevrêyê me Xebat jî li gorî van nirxan jiyan kir. Bêyî ku pişta xwe bide û bes bike li dijî zehmetiyan li ber xwe da û meşa xwe ya azadiyê domand. Hevrêyê me Xebat ê ku 21’ê Sibatê li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di encama kemîna nemerd û xayînane de şehîd bû, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo Rêbertî, gel, welat û hevrêyên xwe bi qehremanî şer kir û gihişt mertebeya egîdiyê. Em hevrêyên wî soz didin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Xebat dewrî me kir, ji bo ku di şexsî wî de bibin layiqê hemû şehîdên xwe her tim bilind bikin. 

EGÎD BOTAN

Rojhilatê Kurdistanê bi çanda xwe ya kûr û hişmendiya xwe ya welatparêziyê bûye cihê ku her tim ruhê berxwedanê lê zindî be. Gelê me yê hêja yê Rojhilatê Kurdistanê ku tawîz ji helwesta xwe ya li dijî zîhniyeta tekparêz a dewletên netewe neda, bi hezaran zarokên xwe şand refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd ku zarokê gelekî wiha hêja ye, li bajarê Kamyaranê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û bi hişmendiya Kurdîtiya kûr şêwe girtiye, di temenekî biçûk de Partiya me nas kir. Hevrêyê me ku bi exlaq, terbiye û çanda malbata xwe mezin bû, dema ku dest bi dibîstanên pergalê kir nakokiyan jiya. Her ku şerê li Kurdistanê û kiryarên li dijî gelê me dît, hêrsa wî ya li hemberî pergalê zêde bû. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe ya ciwantiyê de dest bi lêgerînên kûr kir û jiyanê di her wateyê de lêpirsîn kir, ji bo naskirina Tevgera me lêgerînên xwe zêdetir kir. Her ku ji derdora xwe guhdarî qehremaniya hevrêyên me yên ku tevlî refên gerîla bûne û xwe fedayî pêşeroja gelê me kirine kir, sempatiya wî ya li hemberî gerîla zêde bû. Hevrêyê me yê ku pir meraqê jiyana gerîla dikir û ji bo tevlîbûna gerîlayan hesabên wijdanî dikir, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya coş û moral a ji bo xebatan, hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me yê ku bi xwendina Rêbertiya me xwe kûr kir û derfet dît ku Tevgera me baştir nas bike, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Ji helwesta fedayî ya gerîlayan a bo alîkariya gelê me yê Rojava ku di bin gefa qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, bandor bû. Bi taybet hêzekî mezin ji têkoşîna hevrêyên me yên ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê de tekneçûyîna îradeya Apoyî îspatê hemû cîhanê kirin, girt. Hevrêyê me ku bû bersiva lêgerînên pergalê û lêpirsînên kûr jiya, dizanîbû ku li hemberî aresteyên dijmin bersiva herî baş ji tevlîbûna nava refên gerîla derbas dibe. Hevrêyê me biryar da ku rêbaza herî bibandor a têkoşînê tevlîbûna li nava refên gerîla ye û di sala 2016’an de ku êrîşên giran li ser Tevgera me hebû, berê xwe da refên gerîla.

Hevrêyê me Egîd bi perwerdehiyên ewil ku di refên gerîla de girt, di demeke kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû û di pêvajoya giran a şer de xwest rolekî çalak bilîze. Hevrêyê me yê ku di tevahiya pêvajoya perwerdehiyê de bi materyalên Partiyê û perwerdeyên leşkerî xwe ji şert û mercên herî zehmet re amade kir, perwerdeya xwe bi awayekî serketî temam kir. Hevrêyê me yê ku tevlî xebatên pratîkî bû, bi kedkarî, helwesta xweya li dijî pirsgirêkan û kesayeta xwe ya berxwedêr her erka xwe li gorî pêwîstiyê bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya şoreşê de ku ji bo zindîkirina projeya konfederalîzma demokratîk a Rêbertiya me li Rojava pêş ket, ked da û cihê xwe di gelek pêngavên şoreşgerî de girt. Piştî ku demekî di van qadan de ma, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku armanc kir bibe gerîlayekî pispor û dizanîbû encax dema bibe gerîlayekî şareza dikare bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide, bi perwerdehiyan li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû. Hevrêyê me ku ezîma xwe ya têkoşînê her roj mezintir kir û xwest bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, jiyana hevrêyên xwe yên fedayî kir rênîşanderê xwe. Bi zanebûna ku fedayîbûn cewhera Partiya me ye tevgeriya.

Weke peyrewê hevrêyên me yên şehîd ku di operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li Zap, Avaşîn û Metînayê bi qehremanî li ber xwe dan û hemû zehmetiyan beralî kirin, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Hevrêyê me Egîd ê ku li ser vê bingehê di sala 2022’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû, bi perwerdeyên wergirtî di tarzê jiyana fedayî de astekî girîng bi dest xist. Bi saya lêhûrbûnên xwe yên li perwerdeyan û hîskirina hevrêyên xwe yên ku di tunelên şer de li ber xwe didin, di demekî kin de gihişt asta ku berpirsyarî bigre. Hevrêyê me yê ku bû parêzvanê dilsoz ê xeta Apoyî, piştî ku pêvajoya perwerdehiyê ya zehmet temam kir, bi daxwaz, coş û kelecanekî mezin berê xwe da Eyaleta Şehîd Delîl Zagros. Hevrêyê me yê ku di taktîkên demê de pispor bû û bi awayekî çalak di tîmên arazî yên bi tevger de cih girt, bû fedayiyê Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ku gerîlatiya serdemekî ku artêşa Tirk a dagirker têkçûyînekî mezin jiya û milîtanên Apoyî yê fedayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin kir, li gorî zanebûna mîsyona xwe ya dîrokî tevgeriya.  

Hevrêyê me Egîd ku bi tevlîbûna xwe ya bi moral rolekî girîng di mezinkirina berxwedanê de girt, cihê xwe di gelek çalakiyên serketî û pêngavên şoreşgerî de girt. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, tevlîbûna xwe ya bi îdia, israra xwe ya di taktîkên demê de û bi tarzê jiyana xwe ya fedayî hewl da bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêyê me Egîd ku di 21’ê Sibata 2025’an de dema tevî hevrêyên xwe Xebat û Goran li ser erka xwe bû şehîd bû, mîrateyekî têkoşîna ya mezin ji me re hişt. Em hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku xeyala hevrêyê xwe Egîd di Kurdistana azad de jiyanî bikin û di şexsê wî de dilsozê hemû şehîdên xwe bin.  

GORAN DÊRSIM

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku yek ji desrkeftiyên têkoşîna azadiyê ye ku Tevgera me û gelê me bi dehan sal bêyî navber berdêlên mezin dan û pêş xistin, ji destpêka pêşketina xwe ve bandor li gelek kesan kir û hişt ku gelek kes tevlî refên şoreşê bibe. Bi hezarên ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna şoreşê ku wekî hêviya azadiyê dîdîtin, êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me şikandin. 

Şoreşa ku Rêber Apo bi salan ked da û bi felsefeya xwe bû çavkaniya îlhamê, di heman demê de hişt ku li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêbertiya me were naskirin. Her ciwanê ku tevlî refên şoreşê bûn, vê paradîgmayê pejirandin û ji bo jiyanîkirina vê bi fedakarî têkoşiyan. Ev şoreşgerên ciwan ku hemû zehmetiyan bi bawerî û dilsoziya bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derbas kirin û bûn milîtan, di heman demê de bûn hewariyên nûjen ku xwe fedayî azadiya gelên me kirine.  

Hevrêyê me Goran yek ji şoreşgerên ku tevlî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bûn e. Hevrêyê me li nava malbatekî ji êşîra Şemer a qedîm ji bajarê Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêyê me yê ku di derdora malbatekî welatparêz de mezin bû, girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Hevrêyê me yê ku dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket ciwan bû, şahidî ji êrîş û komkujiyên li dijî gelê me û berxwedana destanî ya li dijî van êrîşan kir. Hevrêyê me wekî her ciwanê bi rûmet ku bi vê rastiyan re mezin bû û di zanebûna heqîqeta Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bû, dema wextê wê hat bêdudilî xwest cihê xwe di refên berxwedanê de bigre. Di sala 2017’an de tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me di vê pêvejoyê de hem di aliyê leşkerî de lêhûrbûn bû û hem jî hewl da felsefeya Rêber Apo fêm bike ku bûye çavkaniya hêviyê ya hemû gelên bindest. Hevrêyê me Goran ku bi perwerdehiyên leşkerî bû şervanekî şareza, di heman demê de perwerdehiya hevrêyên xwe girt ser xwe û erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrêyê me Goran ku di vê pêvajoyê de derfet dît ku milîtanên Apoyî nas bike, ji helwesta jiyanê, têkiliyên jidil û têkokşîna fedakar a van milîtanan bandor bû. Hevrêyê me jî xwest bigîhije rastiyekî wiha ya milîtaniyê, ji bo vê ket nava pêvajoya lêhûrbûnê. Hevrêyê me yê ku bi lêhûrbûnên xwe rastiya Rêber Apo û rastiya enternasyonel a partiya me PKK’ê baştir nas kir, biryara mezinkirina têkoşîna xwe da. Hevrêyê me Goran ku wekî bi hezaran şervanên enternasyonal xwest li çiyayên Kurdistanê meşa şoreşê bidomîne, bi coş û kelecanekî mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku çavkaniya jiyana azad a gelên me ye. 

Hevrêyê me Goran tevî dûrî jiyana çiya û gerîla bû, tevlîbûnekî dilxwaz û coş raber kir û di demekî kin de ferî çiyayan bû. Ji têkiliyên hevrêtiyê ya gerîla ku bi fedakarî, ked û têkoşînê afirand bandor bû û bêhesap tevlî bû. Hevrêyê me ku di şet û mercên çiya û gerîla de derfet dît ku felsefeya Rêbertî baştir nas bike û bipejirîne, bi lêhûrbûnên xwe guhertinên girîng û bi kok çêkir û milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Goran ji têkoşîna fedayî ya hevrêyên me ya li Zap, Avaşîn û Metînayê hêz girt û bi israr xwest derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Goran li dijî êrîşên dijmin cihê xwe hem di tunelan de hem jî çalakiyên afirîner ên li araziyan de girt û di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de ked da. Hevrêyê me Goran ku di nirxandinekî xwe de bi li ber çav girtina dayîna her curê berdelê baweriya xwe ya ji bo serketinê anî ser ziman, vê baweriya xwe bi pratîka xwe nîşan da. Hevrêyê me piştî ku li herêma Zapê erkê xwe bê kêmanî û serkeftî temam kir û ji bo qadên têkoşînê yên cuda hate erkdarkirin, li ser vê bingehê bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û tecrubeyên xwe berê xwe da qada nû ya pêkanîna erka xwe. 

Hevrêyê me Goran ku 21’ê Sibata 2025’an li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di kemîneke xayin de şehîd bû, meşa xwe ya şoreşê bê navber û bi serketinên bêhempa temam kir. Hevrêyê me Goran bi salan li dijî dijmin sîng bi sîng şer kir, ji bo têkiliyekê jî teredût nekir. Şehîdxistina hevrêyê me Goran a bi rengekî nemerdane, hêrsa me hîn mezin kir. Em soza xwe dubare dikin ku vê hêrsê bikin hinceta mezinkirina têkoşînê û xwîna pîroz a şehîdên xwe ti carî li erdê nehêlin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di daxuyaniya PKK’ê ya 1’ê Gulanê de peyamên girîng ên li ser pêvajoyê…
Nûçeya Pişt re Êrîşên DYE’yê yên li ser Yemenê: Herî kêm 8 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

WHO’yê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî navendên tenduristiyê ‘gelek bi fikar e’

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Espiyeyê binpêkirin zêde bûne, girtiyan banga hestiyariyê kirin

Li Girtîgeha Tîpa F a Espiyeyê ya Gîresûnê li dijî êşkence û binpêkirinên mafan, girtiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJIN: Em ê li ser rêya Gurbetelliyan meşa xwe dewam bikin

ROJIN’ê Roja Rojnamevanên Kurd pîroz kir û got, “Ji bo rastî nemirin, em ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Qubat Talebanî: PKK’ê derî li pêş qonaxeke nû vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dîmenên Kongreya 12’emîn a PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wêneyên Kongreya PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?