Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî
Jin

PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

Koordînasyona PAJK'ê fermandar Dîlan Şirnex bi bîr anî û got, "32 salan bi fedakarî û kedeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Îlon 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek weşand, “Ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna jinê” Dîlan Şirnex bi bîr anî û sersaxî ji malbata wê û gelê Botanê yê welatparêz re xwest. PAJK’ê ragihand ku Dîlan Şirnex ji ber nexweşiya kanserê di 17’ê Îlona 2026’an de dema ku dihate dermankirin tevlî karwanê şehîdan bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di têkoşîna hebûnê ya gel û jinên Kurd de şehîdên me yên leheng bi sekna xwe ya jiyana azad û têkoşîna xwe şopeke jênaçe li hişê dîrokî hiştin.

Ewladên leheng ên Kurdistanê li ber polîtîkayên qirker, asîmîlasyonîst û înkarê rabûn û tevlî nava refên tevgera azadiyê bûn. Baweriya xwe bi wê yekê anîn ku rêya jiyaneke bi rûmet û durust bi têkoşîna li nava refên gerîla dibe û meşa xwe ya azadiyê dewam kirin.

Jinên Kurd her ku bi pêkanîn û kiryarên sîstema bi serweriya mêr û mêtingeriyê hesiyan ber bi refan ve herikîn. Bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo xwe zane kirin û bûn xwedî meşeke xurt. Rêber Apo di lêgerîna her jineke dilxwazê azadî û wekheviyê de bû ronahî û hêvî.

Jinên Botanê weke hemû jinên Kurd bi wêrekî, ked, fedakarî û welatparêziyeke kûr berê xwe dan refên azadiyê. Botan warê dîrokî yê berxwedan û welatparêziyê ye. Têkoşîn, berxwedan û welatparêziya jinên Botanî yên tevlî nava refên azadiyê bûn, li tevahiya Kurdistanê di jinûve geşbûna nasnameya neteweyî û pêkhatina serhildanan de bi rola pêşengiyê rabûn.

Lewma di zindîmayina rehê berxwedan û azadiyê yê Kurdistanê de têkoşîna jinên Botanî diyarker e.

Hevrêya me Dîlan Şirnex ku bi cewherê berxwedêr ê Botanê re bû yek û jiyana xwe da têkoşîna azadiyê, 32 salan bi ked û fedakariyeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû. Em jî weke hevrêyên ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna me ya jinê hevrê Dîlan, di serî de ji malbata wê ya hêja, ji tevahiya gelê me û ji gelê Botanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku armanca xwe ya xwegihandin li Rêber Apo bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Dîlan Şirnex a şehîd bûye bi vî rengî ne:

Nasnav: Dîlan Şirnex
Nav paşnav: Rabia Barinç
Dem û cihê jidayikbûnê: 1977 / Şirnex
Dayik-Bav: Zelîha-Abdurrahman
Dem û cihê tevlîbûnê: 1994 / Zaxo
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2026

Hevrêya me Dîlan ku sala 1977’an li Botanê ji dayik bû û mezin bû, taybetmendiyên têkoşerî, berxwedêrî û pêşengiyê yên xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi cih kir û bi koka xwe ve dilsoz ma. Li dijî êrişên sîstema kapîtalîst ên ku jinê dike kole, tine dihesibîne û di nava çar dîwaran de radigire hêrsa her jineke Kurd mezin e, baweriya wan xurt e. Hevala Dîlan jî ji jinên Botanê bi taybetî jî ji dayika xwe hîn bû ku bi hêza xwe dikare her tiştî bi ser bixîne. Ji ber vê yekê jî di jiyana azad de israr kir û lêgerînên xwe her roj mezin kir. Li gel ku hîn ji aliyê temen ve biçûk bû li pêşberî jiyanê bi berpirsyarî rabû û di heman demê de xwedî lêgerînên xurt bû. Hîn di temenê zarokatiyê de êrişên îmhayê yên li ser gelê Kurd nas kir ku li xaka xwe ya qedîm ji bo hebûnê têdikoşe. Bi salên 1990’î re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, weke tevahiya Kurdistanê li nava gelê Botanê jî hêviyên azadiyê çand û bi PKK’ê re jinûve vejînê destpê kir. Rêber Apo û PKK bûn dergaha azadiyê ku gelê Kurd, jinan hemûyan berê xwe dan wê derê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişên xwe yên înkar û tinekirinê her roj zêde kir, gund şewitan, bi polîtîkayên komkjiyê hewl da hêviyên azadiyê biçikîne. Malbata hevala Dîlan jî di sala 1992’an de ji ber van êrişan neçar ma ku koçî bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê bike. Her wiha di sala 1992’an de ji ber şerê Başûr zextên PDK’ê yên li ser malbatê jî zêde bûn. Hevrêya me Dîlan li pêşberî van êrişan baweriya xwe pê anî ku êdî dema wê hatiye û gihîşt asta biryardayineke mezin, di sala 1994’an de biryar da ku tevlî PKK’ê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Dîlan di sala 1994’an de beşdarî nava refên partiyê bû, hewl da mîrateya berxwedanê ya Gulbahar, Çîçek û Rojîn Gewdayan tacîdar bike û li ser vê bingehê her kêliya xwe bi lêgerîneriyan li heqîqetê derbas kir.

Salên 1990’î ku tevlî bû ew dem bû ku li Kurdistanê gund dihatin valakirin û şewitandin, kuştinên kiryarnediyar rû didan, komkujî û koçberî dihate ferzkirin. Hevala me Dîlan di demeke bi vî rengî ya ji polîtîkayên înkar û îmhayê de weke jinekê ji bo bibe bersiv ji hêviya azadiyê û xeyalên azadiyê yên gelê xwe, jiyana xwe da gelê xwe û di gerîlabûyînê de têkoşîneke bêeman meşand.

Jinên ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tovên jiyana azad û rêxistinbûyî reşandin, ji kûrahiya dîrokê heta bi vê serdemê ne tenê hembêza xwe li civakîbûnê vekirin, di heman demê de azadî, edalet û wekhevî parastin û di berdêla vê de jî berdêlên giran dan û hîn jî vê yekê dikin. Hevala me Dîlan jî ku temenê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê xwe, bi bawerî, hezkirin û îradeya xwe ya ji kedê bû yek ji fermandarên pêşeng ên Tevgera me ya Azadiyê ya Jinê. Lewma cografya ji berxwedanê ya Botanê û çiyayên Kurdistanê yên xwedawendan textê xwe lê danîn, di hembêza xwe de fermandareke efsanewî mezin kir û jê re bû hevrê.

Ji ber vê yekê hevala Dîlan ji jinûve çêbûna li çiyayên Kurdistanê bawer dikir. Ev xak ew war bû ku bi berxwedanên destanî xeyalên azadiyê lê pêk dihat. Hevala Dîlan di dilê vê cografyayêa de jinûve ava bû, bi hêza ji vir wergirtî di avakirina Civaka Demokratîk de bi ked û fedakariyeke mezin têkoşiya. Û li ser vê bingehê her keliya xwe bi baweriya ji têkoşîna jiyana azad a jina û gelan derbas kir.

Di têkoşîna jinên Kurd a partîbûn û artêşbûnê de keda hevala me Dîlan mezin bû û her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 32 salan da jiyana azad. Li gel ku sala 1997’an birîndar bû, nesekinî û gavên xwe hîn bi xurtî avêt. Ev nêzîkatî ji xwe re kir pîvan. Li gel karên xwe yên leşkerî û îdelojîk di karên tenduristiyê de jî hevrêya me Dîlan xwe bi pêş ve bir û ji xwe re kir rêgezek ku li her qadê cih bigire û hêjayî her qadê be.

Hevrêya me Dîlan ji Botanê heta bi Behdînanê, ji Qendîlê heta bi Zap, Heftanîn û qada Soran, ji Mexmûrê heta bi Rojavayê Kurdistanê li her parçeyên berxwedanê fermandarek bû ku xwedî biryardariya mezinkirina têkoşînê bû.

Li dibistanên navendî yên partiyê hewl da ku tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi daneheviya îdeolojîk temam bike û di sala 1999’an de di perwerdeya PJKK û sala 2016’an de li Akademiya Zeynep Kinaci ya PAJK’ê bi taybetî di têkoşîna zayendî, hezkirina jinê û hişmendiya jinê de lêgerînên xwe derxist asta herî bilind û hewl da xwe bigihîne wê têgihiştinê. Kûrbûnên li ser artêşbûna jinê û ARGK’ê di asta estetîk û exlaqî de nirxand û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di xeta Zîlan de kûr kir, bi vî rengî tevlî jiyanê bû û di asta pêşengiyê de hevrêyên xwe di hişmendiya jinê de perwerde kir.

Hevrêya me Dîlan li akademiya Zeynep Kinaci di raporeke xwe de girîngiya perwerdeya xwe bi xwe ya jinê bi van hevokan vegotibû; ‘Dema ku pêvajoya hatim perwerdeyê û hestên xwe yên niha tînim beramberî hev, dibînim ku gihîştime wê astê ku gelek tiştan hîn bi têgihiştî binirxînim. Cara yekê min dersa Jineolojiyê li vir dît ku Rêberê me demeke dirêj e xistiye rojeva me. Vê yekê li gel kelecanê, her wiha asta me ya têkoşîna azadiyê nîşan da. Lewma rastiya jinê, analîzên civakî û dîrokî pêşî vedikin. Her wiha aliyê estetîk û etîk ên jinê kir ku hîn bi berfirehî li bûyeran temaşe bikim. Li pêşberî rastiya jinê, mîsyona ku li qada civakî ji me re tê dayin mirov dubare dubare dibîne. Bi Jineolojiyê re min di şexsê xwe de baştir dît ku divê em israa Rêbertî ya li ser mijara jinê û kûrbûnên xwe yên li ser vê mijarê hîn xurt bikin’.

Bi pîvanên milîtaniyê yên PAJK’ê hem di dema herî giran şer de hem jî di pêvajoya avakirina komînên demokratîk de bi daxwazeke mezin tevlî kar bû, bû xwedî wê îdîayê ku bi jiyan, hevrêtî û fedakariyê xwe li her qadê bi pêş ve bibe û têkoşînê mezin bike.

Hevala Dîlan di pratîka xwe ya têkoşînê ya ji 32 salan ji hemû hevrêyan bi taybetî jî ji hevrêyên jin re bû mînak û hewl da ku bi kedeke mezin xwedî li nirxan derkeve. Bi hişmendiyeke dilsoziyê ya bêhempa ya bi vî rengî li gel nexweşî û pêvajoya zehmet a dermankirinê hêviya xwe ya ji bo jiyanê qet winda nekir û bi hêviya ku careke din xwe bigihîne çiyê ti carî teslîmî nexweşiyê nebû, pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin û Manîfestoya Civaka Demokratîk ji xwe re weke derman dît û heta kêliya dawî bi vê bawerî û biryardariyê jiya.

Hevrêya me Dîlan berxwedaneke mezin, têkoşîn, dilsozî, wêrekî, îrade, mîsyona pêşeng a jinên Botanê û gelek bedewiyên din di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de bi cih kir.

Hevala Dîlan bi meşa xwe ya azadiyê ya bê navber li serê çiyê, li geliyên ji rûbarên geş û li dilê berxwedanê wateya jiyanê bi rengê herî pak jiya, hîs kir û bi vî rengî ji bo hemû jinên bindest ên bi êrişên sîstema bi serweriya mêr re rû bi rû dimînin bû ronahiya hêviyê. Li ser vê bingehê bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 32 salan ku ji Botanê destpê kir û heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê dewam kir, bi sekna xwe ya cewherî û pêşeng a li nava Tevgera Azadiyê ya Jinê wê her tim rêya me ronî bike.

Weke dilsoziya bi rêzgeha ‘hêvî ji serketinê hêjatir e’ ya Rêber Apo, bêyî ku hêviya xwe winda bike bi baweriya ku jiyan wê azadiyê bîne xwe li jiyanê girt, bi hêviya dîtina Rêberê me jiya. Bi biryardariya bersiva li berxwedana dayikê me ku digotin ‘Em ji mirinê bilindtir in’ hevrêya me Dîlan mirin bi hêviya jiyanê têk bir. Nûnera lêgerînera heqîqet û îradeyê hevrêya me Dîlan 17’ê Îlona 2026’an ji ber nexweşiya kanserê dema ku derman dibû tevlî karwanê şehîdan bû.

Weke hevrêyê wê em soza xwe dubare dikin ku lêgerîneriya heqîqetê û berxwedana ku hevala me Dîlan ji me re hiştiye mezin bikin û bîranîn û hesreta wê bidin jiyîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir
Nûçeya Pişt re Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb: Em li ser xeta azadiyê ya Rêbertî ne

Şervanên YBŞ'ê yê ji pêkahatiya Ereb gotin, "Em ê li xeta azadiya Rêbertî bimeşin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Parêzer Bahar Eryilmaz têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyên jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

Di mitînga ku li Qada Bajar a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?