Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên dewleta Îranê sibehê saet di 08.40’î de bi 2 droneyên bombebarkirî êriş birin ser baregehên wan ên li Balîsanê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat, lê xisareke mezin a madî bû.
Ji destpêka şerê Îran-DYE û Îsraîlê û vir ve Îran êrişê dibe ser herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê. Di encama van êrişan de zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

