Rêveberiya Tevgera PKK’ê têkildarî salvegera kongreya fesixkirinê ya PKK’ê û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 5’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ku bi navê Rêveberiya Tevgerê daxuyanî bi Tirkî xwend, piştî daxuyaniyê biryara fesixkirinê û salek ji vê biryarê nirxand. Nirxandina Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:
Hûn pêvajoya fesixkirinê çawa dinirxînin?
Eger em damezrandina PKK’ê ji avabûna Koma Apoyî bidin destpêkirin, pêvajoyek, tevgerek, têkoşînek 50 salî heye. Şert û mercên têkoşînê guherîn, li Rojhilata Navîn guherîn pêk hatin, li aliyê din di nava me de jî guhertina paradîgmayê çêbû. Ji nêzîkatiyên reel sosyalîst ên klasîk me xwe gihand feraseteke sosyalîst a demokratîk a nû. Lewma piştî 50 salan fesixkirina xwe ya partiyekê tiştekî tê fêhmkirin e. 50 salan têkoşiya, nirxên gelekî mezin afirand, li gorî mercên 50 sal beriya niha rêxistin ava kir, têkoşiya, encam wergirt. Rastiyeke bi vî rengî ya partiyê heye. Ne ji ber wê hate fesixkirin ku bê gotin, ‘PKK’ê di nava 50 salî de tiştek nekir, encam wernegirt, bi ser neket, lewma hate fesixkirin’. Di nava 50 salî de serketinên gelekî mezin bi dest xist, lê belê di nava 50 salî de guherînên mezin pêk hatin. Têkoşîn gihîşt wê nuqteyê ku xwe biguherîne, xwe nû bike. Fesixkirina PKK’ê nayê wateya bidawîkirina têkoşînekê. Tê wê wateyê ku têkoşîn destpêkeke nû bidest destpêkirin, lê ne bi mejî û feraseta rêxistinbûnê ya beriya 50 salî. Ne bi armancên bi temamî yên 50 sal beriya niha. Beriya 50 salan feraseta me ya netewe dewletê hebû, me ew terikand. Beriya 50 salan me têkoşîna çekdarî meşand, me bi têkoşîna çekdarî encamên gelekî girîng bi dest xist, pêşketinên gelekî mezin afirand. Rêbertî bi fikrê ku bi rê û rêbazên berê têkoşîn nikare bê pêşvebirin, ji bo têkoşîneke hîn baştir, ji bo têkoşîneke hîn bi bandor partî fesix kir û perspektîfeke nû ya têkoşînê danî pêşiya me. Stratejiya siyaseta demokratîk danî pêşiya me. Ji ber vê yekê divê fesixkirina PKK’ê weke guhertina di rê û rêbazên têkoşînê de bê fêhmkirin. Nayê wateya terikandina têkoşînê. Lê em dixwazin bi siyaseta demokratîk, bi têkoşîna demokratîk armancên xwe pêk bînin. Li aliyê din têkoşîna 50 salî encamên gelekî girîng bi dest xist, pêşketinên girîng bi xwe re anî. Lewma divê mirov fesixkirina PKK’ê weke destpêkeke nû binirxînin.
Bêguman di vir de bandora paradîgmaya nû jî heye. Rêbertî bi taybetî di sala 2004’an de Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê xist rojevê. Wê demê jî xwest hin guhertinan bike. Eger bê bîra we, wê demê Kongra Gel pêk hat. PKK wê demê jî hate fesixkirin, li şûna qala Komîteya Zanistî û Hunerê hate kirin ku têkoşîna îdeolojîk bimeşîne, hêza fikrî bi pêş ve bibe. Ji ber vê fesixkirina PKK’ê nû neketiye rojevê, berê jî di sala 2004’an de jî hate destnîşankirin ku li gorî mercên têkoşînê fesixkirina PKK’ê pêwîstî ye, pêwîstiya bi rê û rêbaz û feraseta nû ya têkoşînê hate destnîşankirin. Niha di qonaxa heyî de em dixwazin bi rêya siyaseta demokratîk têkoşînê bimeşînin. Eger dewlet di vê mijarê de vekirî be em dixwazin bi rêyên siyasî demokratîk armanc û daxwazan pêk bînin. Lewma guhertineke bi vî rengî bû. Di mijara fesixkirina PKK’ê de dikarim van bibêjim. Rewşeke ku bê gotin, ‘PKK’ê zehmetî kişand, PKK bi ser neket, PKK’ê di nava dîrokê de ti wate neafirand, ti nirx ne afirand, ji ber vê yekê hate fesixkirin’ nîne. Berevajî vê yekê, gelek nirxên mezin afirand, ji bo nirxên ku 50 salan afirandiye bi wate bike, ji bo wan nirxan bi rengekî rasteqîn bigihîne armanca xwe pêwîstî bi fesixkirinê hebû. Yanî fesixkirina PKK’ê ji aliyekî ve hurmeta ji bo PKK’ê bi xwe bû. PKK ji bo biwatekirina nirxên ku di nava dîrokê de afirandiye hate fesixkirin. Eger bi vî rengî bê fêhmkirin wê rast bê fêhmkirin.
Di vê pêvajoyê de mijareke din a girîng demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Dema ku hûn bala xwe bidin ser bûyerên di nava salekê de qewimîn, fesixkirina PKK’ê tevkariyeke çawa li demokratîkbûna siyaseta li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir?
Bêguman piştî banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêbertî li Tirkiyeyê guherîneke mezin derket holê. Atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê guherî. Bifikirin; berê desthilatdariya AKP’ê, dewlet dema ku CHP’ê, dema ku muxalefetê tiştek digot, yekser bi cihêkariyê, bi terorîzmê sûcdar dikir. Beriya her tiştî argumana ku dewletê, desthilatdariya AKP’ê li hemberî muxalefetê, li dijî hêzên demokrasiyê bi kar anî ji holê rabû. Ji ber ku berê CHP yan jî hêzên muxalîf ti têkiliya xwe bi tevgera me re tine bû, ji hin aliyan ve helwesta xwe ya neyînî hebû lê belê li gel vê yekê jî ji bo muxalefetê tengav bike timî jê re digot ‘xizmetê ji terorîzmê re dike, xizmetê ji PKK’ê re dike, xizmetê ji DEM Partiyê re dike’. Bi vî rengî bi cihêkariyê dihatin sûcdarkirin û bi ser wan de diçûn. Ev ji holê rabû. Di vê mijarê de mînakek heye. Piştî sala 2007’an me agirbest ragihand, ku di sala 2006’an de destpê kir. Heta sala 2015’an vê agirbestê dewam kir. Dikarim vê bibêjim, dem û salên herî demokratîk ên li Tirkiyeyê ew sal bûn. Di wêjeyê, hunerê, fikir, vegotinê de demeke welê bû ku atmosfereke azad hate afirandin. Bûyerên Gezî qewimîn. Bûyerên Gezî di nava wê atmosferê de rû da ku me şer rawestand, atmosfera siyasî nerm kir, nêzîkatiya têkoşîna demokratîk nîşan da. Eger bê lêkolîn; di wê demê de kîjan dokûmanter hatin çêkirin, kîjan fîlm hatin amadekirin, kîjan lêkolîn hate kirin, kîjan pirtûk hatin weşandin. Wê bê dîtin ku wê demê nermbûnek hebû, atmosfereke demokratîk hebû û hêzên demokrasî û azadiyê jê sûd wergirtin. Niha jî belê desthilatdarî hîn jî bi ser muxalefetê ve diçe, lê belê dîsa jî gotinên desthilatdariyê weke berê hişk nîne. Bi gotina ‘Em di nava şer de ye, pirsgirêka me ya mayindebûnê heye’ rêbazên gelekî hişk nikare biceribîne. Ji ber ku zemîna wê nîne. Ya rast fesixkirina PKK’ê pêşî li desthilatdariyê girt ku bi hincetnîşandana PKK’ê bi ser hêzên muxalefetê û gelê Kurd ve diçû. Belê ne tenê bi vê armancê hate fesixkirin, têkoşîna çekdarî ne tenê bi vê armancê hate bidawîkirin lê belê weke encam fesixkirina PKK’ê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji bo hêzên demokrasiyê atmosfereke erênî afirandiye. Lê belê, gelo hêzên demokrasiyê vê pêvajoyê bi têrkerî dikarin bi kar bînin? Di vê mijarê de kêmasî hene. Ev pêvajo di heman demê de ew pêvajo ye ku hêzên demokrasiyê dikarin azadiya fikir û rêxistinbûnê xurtir bikin. Divê ev yek bê nirxandin. Atmosfera ku me bi fesixkirina PKK’ê, bi rawestandina şer afirand, bêhn anî ber hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê. Bêguman em êrişên li ser muxalefetê dibînin. Bi taybetî em zanin ku bi ser hin derdorên cuda ve diçe ku difikirin nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Mirov dikare bibêje ku ev yek li gorî berê kêm bûye. Bêguman aciziya hêzên demokrasiyê ya li hemberî desthilatdariya AKP’ê heye. Em vê dibînin. Lê belê bi rengekî baş xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê derketin ku me dan destpêkirin, hemû hêzên demokrasiyê xwedî lê derkevin, gelê me xwedî lê derkeve, gelên Tirkiyeyê xwedî lê derkevin wê di nava demê de êrişên desthilatdariyê yên li ser muxalefetê wê bê şikandin. Em di wê baweriyê de ne ku paralelî rêveçûna vê pêvajoyê wê qada demokratîkbûn û azadiyê bêhtir bibin. Baweriya me ev e. Eger xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê derketin ez di wê baweriyê de me ku pêşketinên erênî wê zêdetir bibe.

