Yekşem, 17 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê ji bo rûbirûbûna bi rastiya windayan banga gavavêtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ 3 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hate birîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Aştî ji jorê ve nayê, bi têkoşînê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Divê em şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak û li ser xeta Rêbertî bimeşin û bi ser bikevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li ser xeta şehîdan teqez bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Saadet Akman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dîtina pêvajoyê ya weke ‘aqilê dewletê’ û ‘meseleya manûnemanê’ civak ji nîqaşê dûr xist
Rojane

Dîtina pêvajoyê ya weke ‘aqilê dewletê’ û ‘meseleya manûnemanê’ civak ji nîqaşê dûr xist

Fatma Bostan diyar kir ku li şûna kanalên sivîl sînordarkirina pêvajoya ‘‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya di çarçoveya nîqaşên darazî de û dîtina pêvajoyê ya weke ‘aqilê dewletê’ û ‘meseleya manûnemanê’ civak ji nîqaşê dûr xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Gulan 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya ‘’Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk’’ de nîqaşên têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd, li dora pêngavên ewlehîyê, demokratîk û hiqûqî di rojevê de cih digire. Siyasetzan Fatma Unsal Bostan pirsên me yên têkildarî mijarên weke qonaxa pêvajoya nû, zextên li ser muxalefetê, dînamîkên herêmî û xitimiya darazî ya di dosyaya Gulistan Dokûyê de bersivandin. Siyasetzan Fatma Bostan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi vederkirinê berovajî wê wê bi zemîneke edaletê ya hemû kesan digire nava xwe pêkan be.

Gelo li şûna kanalên sivîl sînordarkirina pirsgirêka Kurd ya di çarçoveya nîqaşên darazî de dikare weke dûrketina ji cewhera meseleyê were dîtin? Di pirsgirêka Kurd de bêyî ku maf daxwaz li ser zemîneke siyasî ya eşkere werin nirxandin, dikare çareseriyeke rastîn were peydakirin?

Awayê birêvebirna ‘’vê pêvajoyê’’ ku li ser lihevkirinek jî tune ye, ji vê yekê wêdetir ji ber ku aqilê dewletê, guherîna polîtîkayên dewletê û weke ‘’meseleya manûnemanê’’ tê dîtin, di çarçoveya ‘’darazê’’ ku yek pratîkên dewletê ya girîng e, sînordar bûye.  Her çend li Meclisê komîsyonek hatibe avakirin û hemû partiyan nûnerên xwe şandibin jî ev mijar weke ku ji aliyê civakê jî were nîqaşkirin, pêş nakeve.

Rast e tê îfadekirin ku wê di vê mijarê de polîtîkayeke nû were birêvebirin; lê belê bêyî guhertina gotina ku îfadeya mijarê dike, hewl tê dayîn ku ev yek were kirin.  Bi nimûne meseleya rapora ku li Meclisê hate amadekirin û piştgiriyeke mezin girt, bi taybetî di mijara ku pirsgirêk çawa derketiye de bi ‘’destwerdanên emperyalîstan ên li ser herêmê’’ re hatiye sînordarkirin.

Di pêvajoya aşitiyê ya beriya niha de bi awayekî daxilbûna civakê ya ji mijarê re hatiye xwestin ku bo nimûne di derdora muhafezeker de  lihevkombûnên weke ‘’Dayikên Cîhanê’’, pêvajoyên aşitiyê yên giştî hatine nîqaşkirin û me însanên weke Lehman Gbowe yê Lîberyayî yê xelatgirê Xelata Aşitiyê ya Oscarê lêkolînkir û em li ser diaxivîn. Dîsa cîvînên heyeta însanên Aqilmend ên li seranserê Tirkiyeyê, wisa tê dîtin ku di wê serdemê de hewl hatiye dayîn ku civakê jî daxilî karê ku dihar kirin, bikin.

Roja îroyîn,  gotina serwer a ‘’pirsgirêk tuneye, bes teror heye’’ ku heya niha berdewam kiriye, tê berdewamkirin û hewl hatiye dayîn ku pêşî li nerazîbûna raya giştî were girtin û mijar bes di çarçoveya ‘’Tirkiyeya bêteror’’ de hatiye pêşkêşkirin.

Li gel tevgerîna ku raya giştî naguhere gotina serwer hatiye berdewamkirin; weke ku di qoxaxa ‘’hevdîtina bi Ocalan re’’ ya komîsyonê de tê dîtin, di mijarên ku raya giştî wê îtirazê bike de bi tirsekê gav hatine avêtin.

Di dît ku raya giştî diguhere, di hilbijartinên dawîn ên DYE’yê de me dît ku dema bi edalet û mafên mirovan re tê têkildarkirin çawa tê veguherandin; di dema hilbijartinê de beyanên ku gelek namzetan ji AIPAC’ê bi tu awayî piştgirî nestandiye, ji rewşa ‘’namzetê ku ji aliyê koma Îsraîlê ve piştgiriyê nabîne, nikare ser bikeve’’ derbasî rewşa ‘’Namzedê ku ev kom piştgiriyê didiyê, nikare ser bikeve’’ bû û ev yek veguherîneke radîkal radixe ber çavan. Ez di wê baweriyê de me ku raya giştî ya ‘’Tirk’’ ku bi salên dirêj bi propogandaya yekalî re rû bi rû maye û dibêje ku bes ‘’teror’’ heye, ger têkildarî vê mijarê di çarçoveya edalet û binpêkirinên mafan de hevrûbûnek pêk were wê berê raya giştî jî biguhere.

Li gel vê yekê, weke roja îroyîn li Tirkiyeyê ku vê pirsgirêkê di mijara mafên mirovan de bûye sedema binpêkirinên çawa, birêvebirina pêvajoyê ya bêyî ku berê xwe bidin rewşa ‘’jidûrketina hiqûqê’’ ku zirarê dide dewleta hiqûqê û çawa bandor li hemû civakê kiriye, di mijara çareseriyê de rê li ber derketina nediyariyan vedike.

Dewlet li şûna ku pêngavên ênber biavêje dema pêvajoyê direj dike û gelo ev yek bandoreke çawa li hêviyên civakê yên têkildarî çareseriyê dike? Ev rewşa nediyariyê bi kêrî kîjan aliyî tê?

Neavêtina pêngavên hewce, tevî ku piştevaniya ji pêvaoyê re zêde ye jî rê li ber kêmbûna hêviya serkeftina wê vedike. Dema ku pêngavneavêtina roja îroyîn bi hesta nebaweriya pêvajoyên neserketî yên beriya niha re dibe yek bi awayekî normal têkildarî pêvajoyê fikarek derdikeve holê.

Gelo muxalefet divê li hemberî hewlên desthilatdariyê yên têkildarî dîzaynkirina muxalefetê serî li stratejiyeke çawa bide? Ev siyaseta zextê wê bandoreke çawa li aşitiya navxweyî ya Tirkiyeyê û zemîna çareseriya pirsgirêka Kurd bike?

Pirsa ‘Gelo ger ev pêvajo nebûna, wê li hemberî CHP’ê operasyonên ‘’dorpêçkirin’’ û ‘’bêqîmetkirinê’’ bihatana kirin’ girîng e; lê belê beriya wê doz di formateke weke ‘’Rêxistina Terorî ya Ekrem Îmamoglû’’ hatiye kirin û bimin têkildarkirina wê ya li gel pirsgirêka Kurd wê rasttir be. Herî dawiyê di dosyaya keça me Gulîstan Dokû de hate dîtin ku heya pirsîna aqûbeta jineke ciwan jî ji bo sûcdarkirina li gel terorê dikare bi hêsanî were bikaranîn.

Ev gotina sereke ya bi salan hebûna xwe domand, atmosfereke ku her tiştî bi ‘’terorê’’ ve girê bide, afirand. Vê yekê her çend bi awayekî giştî têkildarî kiryarên darazê di nava gel de bêbaweriyeke mezin afirandibe jî berovajiya wê derfeteke mezin pêşkêş dike; di mijarên weke binpêkirinên mafan ên li ser hemû derdoran, lihevkombûna hemû derdoran ya di çarçoveya edaletê de û şîrovekirina Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi berfirehî dikarin rêli ber hevkariya daraza adilane vekin.

Lê belê ji bo vê yekê divê hemû gotinên jiberkirî yên heya niha werin derbaskirin. Barkirina ser milên komekê ya nelirêtiyên ku ev demeke dirêj e di kiryarên darazê de berdewam dikin, sûcdarkirina komekê û weke çareserî girêdayî mensûbiyetê paqijkirina vê komê ya li hemû qadan, perspektîfa ku desthilatdarî û muxalefet bi awayekî li hev hatine, xuya dike nîşan da ku rê li ber daraza adilane venekiriye.

Çareserî ew e ku hemû derdor girêdayî edalet û mafên mirovan, bêyî ku komeke cuda weke gef, dijmin û gumanbar were dîtin, bikaranîna ziman û uslûbeke xebata di nava hevkariyê de ye. Li Tirkiyeyê her çend bi demê re komên weke gef tên dîtin, biguherin jî meseleya dîtina komekê ya weke gefekê naguhere.

Ji ber ku balkêştir e, heya AKP hate ser desthilatdariyê û her wiha di serdema ku li serdesthilatdariyê de bû ‘’kevneperestî’’ weke gefeke girîng dihat dîtin û girêdayî vê yekê ez dikarim dîtina ‘’gumanbarê xwezayî’’ ya partiyên siasî û derdorên civakî weke mînaka yekem nîşan bidim. Her wiha derdora DEM Partiê jî heya nia bi vî awayî weke gefa sereke dihat dîtin ku ev yek jî mînakeke din e.

Em dikarin bi awayekî rehet bibêjin ku partiya muxalefeta sereke CHP heya demên dawîn ji vê rewşa ku qada siyasetê asteng dikir, aciz nebû. Aha ev serdem û rewşa ku rê li ber siyasetê dikir û li hemberî afirandina polîtîkayeke tevahî dibû asteng xwedî wesfeke wisa ye ku guherîna wê ya ji aliyê siyasetmedaran ve zehmet e. Dabînkirina aşitiya navxweyî ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bes bi vî awayî bêyî ku hemû kom ji hev werin cudakirin, bi awayekî hêsan tawanbarkirina ‘’terorîstbûnê’’ neyê kirin, li ser zemîneke wekheviyê, lihevkirina li ser edalet û mafên mirovan wê pêkan be.

Li gorî we şerê DYE-Îsraîl û Îranê û tevgera li xeta Sûriyeyê wê bandoreke çawa li nêzîkatiya Eneqereyê ya têkildarî pirsgirêka Kurd bike? Polîtîkaya derve çi qasî bandorê li xitimîna hundirîn dike?

Rewşeke ku pêvajoya dawîn, li gel ferqkirina guherînên herêmî yên nêzîk dibin û bi  fikara ‘’manûnemanê’’ dest pê kiriye, heye. Hem zimanê rapora komîsyonê hem jî seraktorbûna Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji pêvajoyê re ku heya niha parastina polîtîkayên herî tund dikir, vê yekê xurt dikin. Li hemberî geşedanên herêm, pêkanîna guhertina helwestê helbet ne şaş e;  lê belê nirxandina ‘’gelekî dereng e, pir kêm e’’ ku derheqê hewlên bi vî rengî de gelekî tê bikaranîn, ji bo pêvajoya dawîn jî derbasdar e.

Nêrîna Tirkiyeyê ya têkildarî mijarê,  ji bilî  hin xalên din diviya têkildarî li gel guherîna hevsengiyên hêzê yên herêmî jî ji salên 1990’î û pê ve guherîbûna. Ji Şerê Kendavê yê Yekemîn û pê ve xurtbûna Herêma Kurdan a li Iraqê û serokên weke Mesûd Barzanî merhûm Celal Talabanî, her wiha di sala 2003’yan de avabûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya piştî dagirkirina Iraqê û bûna hêzeke xweser; piştre xurtbûna YPG’ê ya di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, weke ku nîşan da di vê serdemê de pêvajoya aşitiyê dest pê kiriye, egera guherîna helwesta têkildarî vê mijarê jî ferz dikir.

Guherîna rêveberiya li Sûriyeyê û êrîşên li ser Îranê ev yek zêdetir raxist ber çavan.  Tevî van guherînan hemûyan jî dikare bê gotin ku nêrîna Tirkiyeyê li gorî serdema Peymana Sadabad/Bexdayê zêde jî neguheriye û weke xwe maye.  Nêrneke ku ya ku balê  dikşîne ser mafên mirovan ên giştî û guherîna hevsengiyên herêmî xwe ferz dike.

Dosyaya Gulîstan Dokûyê, ji aliyê jinên winda bûne û mirinên biguman ên li Tirkiyeyê ve çi nîşan dide? Encamnebûna bûyerên bi vî rengî ya bi salan derheqê mekanîzmayên dewletê yên ewlehî û lêpirsînê de çi nîşanî me dide?

Dosyaya Gulîstan Dokûyê gelek tiştan radixe ber çavan.Yek ji van jî ew e ku heya pirsîna aqûbeta jineke ciwan jî rewa nayê dîtin. Parlamenterekî AK partiyê têkildarî lêpirsîna derbarê Gulîstan Dokûyê de gotibû ‘’Belkî jî we bir serê çiya û we ew kuşt’’ û bi vê gotinê dikarî sûcdarkirina bike. Ev yek jî nîşan dide ku li pişt egerên ewlehiyê binpêkirinên çawa hene û di encamê de jî çareserbûna vê meseleyê careke din nîşan da ku civaka Tirkiyeyê hiştiye di nava rewşeke ku dikare çend were acizkirin de.

Ji ber vê yekê weke failên vê bûyerê ji bilî waliyê berê yan jî midûrê polîsan, fikirîna li ser zemîna ku rê li ber van hemû tiştan vekiriye; wê di mijarên weke dîtina sedemên binyadî yên pirsgirêkê û xala çareserkirinê de bibe alîkar.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî JES’ê dest bi nobeda li binê kon kirin: Em ê dest ji têkoşînê bernedin!
Nûçeya Pişt re Akademîsyen Davide Grasso nêrînên Rêber Apo nirxand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sakîna Cansiz li Dersimê li ser gora xwe hate bîranîn

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate qetilkirin, li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevpeymaniya Rojhilat: Êrîşên Îranê nikare me ji armanca me ya azadiyê paş bixe

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku êrişên di agirbestê de tên kirin nîşana…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

Federasyona Cîhana Kurd ragihand ku Şanoya Netewî ya Kurd dê bibe neynika nasnameya Kurd a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê ji bo rûbirûbûna bi rastiya windayan banga gavavêtinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Têkoşîna azadî û demokrasiyê wê li ser xeta şehîdan teqez bi ser bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Zarokên min naxwazin ku bavê wan li girtîgehê bimire’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîr: Ji bo çareseriyê garantiya qanûnî û statu divê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?