Di konferansa bi navê “Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Di xaleke werçerxê de kokên dîrokî, veguhertinên îdeolojîk û pêvajoya jinûve avakirinê” de, ji Zanîngeha Torîno Alîkar Doçent Davide Grasso bi sernavê “Otorîte, hiyerarşî û komun: Di pêvajoya fesixkirina PKK’ê de analîza bi metin a Ocalan û Bookchin” semînerek hate dayîn.
Akademîsyen Grasso piştî vê semînera balkêş, nirxandineke taybet da ANF’ê û veguherîna îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd û paradîgmaya civakî ya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşkêşkirin, analîz kir.
Grasso diyar kir ku modela ku Rêber Apo bi manîfestoya nû pêşkêş kirî, sosyalîzma reel derbas kiriye û dîrok bi têkoşîna navbera “komun û dewletê” jinûve pênase kiriye. Grasso pêvajoya veguherînê ya Tevgerê û lêgerîna “civaka xwezayî” nirxand û diyar kir ku rexneyên Rêber Apo yên ji bo kadroyan û stratejiya avakirina civakî ya li ser esasê komunê, di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de mînakek bêhempa pêşkêş dike.
*Hûn di semînera xwe de pênaseyên otorîte û hiyerarşiyê yên di berhemên Murray Bookchin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de analîz dikin. Gelo hûn cudahî û tiştên heman ên esas ên di nêzikatiyên wan ên ji bo van pênaseyan de, çawa dinirxînin?
Belê, beriya 10 salan dema cara ewilî ez çûma Rojava, bi hevalên zanyar ên Rojavayî re ez tevlî semînerekê bûm. Di wê semînerê de hevalekî min ragihandibû ku eger kesek zanista xwe ji bo feydeyê civakê bi kar bîne, nûbûnên di civakê de parve bike û dema mirov alîkarî didin hevdû, têkildarî mijareke diyar otorîteyê raber dike. Ev otorîte ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin; ji ber ku mesele bijîjkek yan jî mîmarek, vê zanistê di nava hevkariyê de bi kar tîne.
Lê belê wî hevalî got, divê em vê otorîteya parvekar û ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin, her tim ji helwestên zextkar cuda bikin. Helwestên zextkar agahiyan ji bo şantaj, mêtingerî û manîpulasyonê bi kar tîne. Mesele bijîjk yan jî mîmarek li şûna ku zanista xwe parve bike dibe bixwaze ji keda hin kesên din sûd wergire.
Ev ferqa navbera pênaseyên otorîte û desthilatdariyê, cara ewilî min wê demê bihîst: ya yekem nirxekî civakî ye, ya duyem jî pênaseyeke neyînî ye. Min wisa fêm kir ku bi vê nêrînê ez dikarim fêm bikim ka li Rojava çi diqewime; li wir otorîteyeke mîna xweseriya demokratîk û bandora partiyê ya li qadê, hebû.
Bi kurtasî, piştî min guhdarî wê semînerê kir, min fikirî ku pênaseyên otorîte û hakimiyetê ji otorîteya zextkar yan jî tevgereke parazîtîk cuda ye, ji bo fêmkirina rêvebirina otorîteyeke siyasî ya ku xizmetê ji rêyeke siyasî ya baş û erênî re dike, pir bi sûd e.
Lê belê piştî vê, tevgera konfederalîst a Kurd carek din qet behsa van pênaseyan nekir. Ji bo lêkolînkirina pênaseya otorîteyê û ji bo bibînim ka ev arguman ji kuderê tê, min dest bi xwendina Ocalan û Bookchin kir. Ji ber ku min dizanî Bookchin çiqas bandor li Ocalan kiriye, ez jixwe bawer bûm ku ev fikir ji Ocalan hatiye girtin.
Piştî min hinekî xwend, min dît ku di piranî rewşan de hem Bookchin hem jî Ocalan peyva ‘otorîteyê’ bi rengekî neyînî bi kar tînin; wê bi hiyerarşiya xirab, liv û tevgerên neyînî yên di civakê de, dewlet yan jî zextê re têkildar dikin. Lê piştre di pirtûka Bookchin a bi navê The Ecology of Freedom (Ekolojiya Azadiyê) de min hûn rûpelên ku nêrîneke cuda ji bo otorîteyê pêşkêş dikin, dît. Dema behsa civakên organîk û derbasî nivîsê nebûne dike, bal dikêşe ser lîderên ku otorîteyeke ji otorîteyên zextkar hîn cudatir, dimeşînin. Ev otorîteyeke bi sûd û pêwîst bû.
Di berhemên Ocalan de, mesele di pirtûka “Beyond the State” de min rûpelên têkildarî argumaneke mîna “civaka xwezayî” dît. Bi temamî mîna pênaseya Bookchin a “civaka xwezayî” nebe jî, teqez nêzî wê ye. Li gorî Ocalan di civaka xwezayî de – muhtemel di dema Neolojîtîk de – mirov li gorî kêrhatin û tecrubeyên xwe yên cur be cur rol û berpirsyariyên civakî yên cuda digirin ser xwe, hiyerarşiyek bi sûd heye. Ev, ji bo başiya hevpar dihat kirin. Ev rewş, ji hiyerarşiya zextkar û çêkerên dewletparêz û desthilatdariya mêr, cuda ye.
Min keşif kir ku her du nivîskar her çendî pênaseya otorîteyê piranî têkildarî desthilatdariyê bikin jî, di heman demê de argumanên diyar ên ji bo vegotina ferqa navbera otorîteya hiyerarşîk a bi sûd û otorîteya zextkar a bi zirar de pêşkêş dikin. Di aliyên diyar ên fikra siyasî yên Bookchin û Ocalan de, ji bo feraseta otorîteyê dualîteyeke muhtemel heye.
*Di fikra Birêz Ocalan û Bookchin de rola ‘komunê’, bi taybetî ji bo têkiliya wê ya bi tevgerên siyasî yên roja me re, hûn çawa şîrove dikin?
Pênaseya komun, di navenda fikrê ramangerê komunalîst Murray Bookchin de cih digire. Komun yekîtiyeke ku kes û kom hewl didin bi hev re bi rengekî baş bijîn. Bookchin vê perspektîfa komunalîst têkildarî têkiliya navbera civak û xwezayê dike û rola dîrokî ya şaredariyê lêkolîn dike.
Ji bo Abdullah Ocalan pênaseya komun bê nîqaş xwedî girîngiyeke hîn esastir e. Di ‘Manîfestoya xwe ya nû’ de ji bo avakirina paradîgmayeke nû û derbaskirina modela ‘reel sosyalîst’, îdîa dike ku weke motora dîrokê şerê refê yê kevneşopiyê divê weke dualîteya navbera komun û dewletê were îqamekirin. Di vê çarçoveyê de komun dibe tovika modernîteya demokratîk û hiyerarşiya demokratîk.
Li gorî Ocalan komun ne tenê yekîneya îdareyeke siyasî ya ji aliyê rêxistinên mîna PYD yan jî PKK’ê ve hatî avakirin e; dixwazî li metropolê be, dixwazî li bejahiyê, dixwazî li çiyayan, her cure koma civakî ya xwe spartî hevkariya samîmî û dostane ye.
Komunek, bêyî manîpulasyon û mêtingeriyê dixebite, ‘jiyaneke kêfxweş û baş’ weke armanca esas dibîne. Ocalan bawer dike ku ev ruhê komunal li her dera civakê heye. Lê belê diyar dike ku ji aliyê otorîteyên fermî ve di bin zextê û marjînalkirinê de tên girtin. Lewma dema behsa aştî û civaka demokratîk dike, destnîşan dike ku ev komun divê bên pêşxistin û xurtkirin.
*Pêvajoya fesixkirin û veguherîna PKK’ê, ev çarçoveyên teorîk çawa alîkariya me dikin ku em guhertinên ku pêk tên baştir fêm bikin?
Têgihîştina pêvajoya fesixkirin û çekberdana PKK’ê zehmet e. Ji ber ku ew bi piranî ji raya giştî bi rengekî veşartî tê meşandin. Têkiliya di navbera vê pêvajoya veşartî û îhtîmala avakirina civakek komunal û demokratîk a li hin deverên Rojhilata Navîn de jî ne diyar e. Nezelaliya demdirêj dikare bandorek neyînî li ser raya giştî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bike. Dem di siyasetê de pir girîng e; ger zelalî nebe baweriya civakî û lihevhatin dikarin zirarê bibînin.
Pêvajoya çekberdana PKK’ê bi taybetî bi veguherîna navxweyî ya avahiya wê ya jinan ve girêdayî ye. Ev pêvajo armanc dike ku avahiya rêxistinê wekî ya salên 1990’î biguherîne. Hewldanên bi vî rengî di salên 2000’î de jî hatin kirin, lê ji ber sedemên cûrbecûr, ew bi ser neketin. Pêvajoya heyî qonaxek nû nîşan dide.
Rexneyên rasterast û hişk ên Ocalan li ser rêveber û kadroyên PKK’ê rewşek ku nehatiye dîtin e. Fesixkirina PKK’ê û îlankirina çekberdanê, her çend hîn bi tevahî nehatibe bicîhanîn jî, ji bo tevgerên gerîla gaveke ku kêm tê dîtin.
Têgeha “komun” bi fikrê Ocalan ê divê di nava rêxistinê de guhertinek kûr û bileztir bê kirin ve girêdayî ye. Di encama rexnedayîna demdirêj a Ocalan û tevgera jinan de paradîgmayek nû derketiye holê. Armanca vê guhertinê ew e ku kêmasiyên tevgerên sosyalîst û yên din ên berê derbas bike. Ji ber vê yekê, têgeha komunê bi fesixkirina PKK’ê ve girêdayî ye. Lê belê, ka pêvajo dê çawa were bicîhanîn û hevsengiya hêzê hê ne zelal e.
*Gelo bandora Bookchin di nîqaşên siyasî û akademîk ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rast tên fêmkirin? An têgihiştinên şaş hene?
Abdullah Ocalan û Murray Bookchin di cîhana akademîk de bi têra xwe nayên nasîn. Hejmara akademîsyenên ku di mijarên wekî PKK’ê, PYD’ê, Rojava û paradîgmaya nû de xwedî agahî pir kêm in. Her çend tevger bi hin akademîsyenan re di nava têkiliyê de be jî, rastî ev e ku di nav deh hezaran akademîsyenên cîhanê de pir kêm kes haya wan ji Şoreşa Rojava hene. Ji ber vê yekê, girînge ku ev qadên rewşenbîrî di akademiyê de bêtir werin pêşxistin.
Ev kêmbûna zanînê pir caran dibe sedema şîrovekirinên xelet ên têkiliya di navbera Bookchin û Ocalan de. Bi taybetî, hin akademîsyenên ciwan difikirin ku Ocalan tenê Bookchin xwendiye û ramanên wî bicîh aniye. Lê belê, ev yek rastiyê nîşan nade. Her çend Ocalan ji têgehên cuda yên Bookchin îlham girtibe jî hewldanên wî cuda ne û pêşniyarên wî yên siyasî xwedî nêrînek cuda ne.
Mînak akademîsyen Bernardo Paci, di demên dawî de li ser cudahiya di navbera Bookchin û Ocalan de têkildarê têgeha dîrok û ramana diyalektîkê, gotarek nivîsand.
Mirov nikare bandora Bookchin a li ser Ocalan paşguh bike, lê di hewirdorên akademîk de ev rewş tê mezinkirin. Ji bo fêmkirina têgehên sermiyan û danehevê yên Ocalan, divê bandorên André Gunder Frank, Barry K. Gills û Fernand Braudel werin berçavgirtin. Ger ev bandor bên paşguhkirin wê demê fêmkirina ka Ocalan çawa xwestiye ‘materyalîzma hişk’ derbas bike, zehmettir dike. Ji bo fêmkirina pêşketina ramanî ya Ocalan, Bookchin tenê girtina dest wê qels be. Mînak nivîskarên mîna Maria Mies jî girîng in.
Divê em tevgera konfederalîst tenê ji perspektîfek lîbertaryan-anarşîst şîrove nekin. Ji ber ku ew ji wê pir zêdetir e. Pejirandina alozî û cihêrengiya çavkaniyên îlhamê yên Ocalan pir girîng e.
*Herî dawî, gelo hûn nîqaşên kûreyî yên li ser nûbûna van fikran, bi taybetî nîqaşên li ser demokrasî, xwecihîbûn û çêkerên siyasî yên alternatîf çawa dinirxînin?
Bi taybetî dema bûyerên li Rojava, dorpêça li ser Kobanê û têkoşîna YPJ’ê ya li dijî zexta li ser komunên li bakurêrojhilatê Sûriyeyê berçav tê girtin, rewşa heyî meseleyeke jiyanî ye. Li bakurê Helebê û herêmên cur be cur ên Ereban ji ber êrîşên hikûmetê gelek komun belav bûn, komunên li Qamişlo, Hesekê û Kobanê hîna di bin xeteriyê de ne. Divê komunên ku hîna li Sûriyeyê li ber xwe bidin bên parastin û nîqaşên teorîk li ser komunan veguhere feraseteke sosyo-polîtîk a pratîk, ev yek wezîfeyeke siyasî ye.
Divê li ser were fikirîn ku çima xweseriya demokratîk negihiştiye asteke muzakereyê ya ku dewletê veguherîne komareke demokratîk. Hikûmeta Sûriyeyê niha naxwaze piştgirî bide komunan yan jî konseyên jinan, lewma hevsengiya hêzê ya navneteweyî ber bi aliyê dijminên komunalîzmê ve çû. Vê yekê berxwedana xweseriya demokratîk a li hemberî êrîşên dewletê, zehmet kir û bû sedem ku gelek komên Ereb ên li Reqa, Tebqa û Dêrazorê derbasî aliyê hikûmetê bibin.
Ji bo vê yekê sûcdarkirina qebîleyên Ereb û gelê Ereb, xeter û şaş e; li şûna vê divê mirov pirs bike ka nêzîkatiya rast çiye. Eger ev tenê çêkereke Kurdan ba, wê tişteke bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk yan jî Konseyên Demokratîk ên Sûriyeyê neba. Rêveberiya Xweser bi taybetî tenê behsa “Kurdistan” yan jî “Rojava” nake; her çendî ku parçeyekî projeya Kurdan jî be, ti carî weke yekane hêzeke beşdar nehatibû armanckirin.
Li bajarên Ereban ên ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, dema çêkerên xweseriya demokratîk hatin avakirin pirsgirêkek mezin derket holê. Berevajî Kobanê yan jî Qamişlo ku di demek zû ya mîna sala 2011’an de komun lê hatin avakirin, çêkerên li Reqa û Minbicê bêyî ku civakek demokratîk yan jî zihniyetek şoreşgerî pêş bikeve, di dema şer de hatin avakirin. Guhertina îdeolojîk û avakirina komunan, ji şer yan jî dîplomasiyê hêdîtir pêş dikeve.
Tevî ku çend sal li ser rizgarkirina Reqayê derbas bûn jî, gelek şênî ji bo ku weke îdeolojîk li aliyê tevgerê cih bigirin, nehatin îknakirin.
Ev rewş, pirsgirêkeke teorîk û pratîk a nû derdixe holê. Sûcdarkirina Ereban û gotina ‘Kurd hîn baştir in’, wê rê li ber hilweşîneke îdeolojîk û siyasî veke. Di vê qonaxa krîtîk de, dema em van tevilheviyan dinirxînin, divê em pir baldar bin.

