Di 26’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsûnê gardiyan bi hinceta guherînê çûn qawîşên girtiyan. Gardiyanan li girtî Mahsum Arslan, Muhammet Ahmet û Kerem Karagoz xistin û der heqê wan de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin. Li her sê girtiyan ji bo 4 mehan qedexeya ragihandinê û ji bo 2 caran jî cezayê qedexeya hevdîtinê hate dayin. Girtiyan li dijî biryarê serî li Dadgeriya Înfazê dan.
Li Samsûnê lêdana li girtiyan û cezayê dîsîplînê
Li Girtîgeha bi Tîpa S a Çarşamba, 3 girtiyên ku gardiyanan li wan xistin, 4 mehan bi cezayê qutkirina danûstandinê û 2 mehan jî cezayê qedexeya hevdîtinê hatin cezakirin. Girtiyan îtiraz li biryarê kirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

