Zêdetirî 300 endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajaran bi rê ketibûn, gihîştin Enqereyê. Dayik daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û pêşxistina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk dikin.
Dayik pêşî li navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li taxa Balgatê kom bûn û piştre li parkeke nêzîkî Parlamentoyê daxuyaniyeke giştî dan da ku daxwazên xwe bînin ziman. Piştî vê, Dayikên Aştiyê çûn Parka Kurtuluşê, li wir konên xwe vedan û dest bi çalakiyeke nobetê kirin.
Dayikên Aştiyê ku diyar kirin ew ji bo pêkanîna daxwazên xwe hatine Enqereyê û niha li Parka Kurtuluşê dest bi nobetê kirine û wiha gotin: “Em ji bo azadiya Rêberê xwe hatine vir. Her tişt li Enqereyê destpê dike û li wir bi dawî dibe. Enqere ew cih e ku çareserî lê dê were pêşxistin. Em ji bo girtiyên xwe yên di zindanan de û zarokên xwe yên gerîla, hatine. Bijî Rêbertiya me ya azad.”
Dayikên Aştiyê li Parka Kurtuluşê nobeta xwe didomînin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û berdana girtiyên di zindanan de dikin.

