Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) siyasetmedar Dîba Keskîn di roja 2’yan a konferansa “Em bi hev re pêşerojê diaxivin” de, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê nirxandin kir.
Dîba Keskîn ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê de, helwesta desthilatdariyê û berpirsyariya muxalefeta civakî. Dîba Keskîn diyar kir ku jinên xwedî fikrên cuda tên ba hev û têkildarî aştî û têkoşîna hevpar nîqaş dikin û got, desthilatdarî divê gavên şênber bavêje.
Dîba Keskîn bilêv kir ku divê rewşa girtiyan jî bi rengekî hevpar were nirxandin û got, “Em rewşa hevalên xwe yên ku 30-35 sal in li girtîgehan e û bi hincetên cur be cur tehliyeyên wan tên taloqkirin, nîqaş dikin. Divê evane hemû bi hev re bên nirxandin û binesaziya vê were çêkirin.
Weke ku hevaleke jin di konferansê de diyar kirî, divê aştî nabe ku ji zihniyeta desthilatdariya mêr re were hiştin. Eger em karê biryar dayînê û xwedî derketinê tenê ji zihniyeta mêr re bihêlin, em pêş nakevin û aştiyeke mayînde jî pêk nayê. Di tevahiya nîqaşên konferansa du rojî de, beşdar jî vê nêrînê qebûl dikin.”
‘DESTHILATDARÎ DIVÊ GAVEKE ŞÊNBER BAVÊJE’
Dîba Keskîn diyar kir ku Kurd û derdorên demokratîk ji helwesta heyî ya desthilatdariyê nerehet in û got, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hîna dewlet û desthilatdariyê gavên şênber neavêtiye.
Dîba Keskîn îfade kir ku neavêtina gavên şênber di civakê bêbawerî û bêhêviyê çêdike û ragihand ku desthilatdarî pêvajoyê li ser esasê berjewendiyên xwe yên siyasî dinirxîne. Keskîn destnîşan kir ku divê demildest desthilatdarî gavên şênber bavêje.
Dîba Keskîn bilêv kir ku ji bo pêvajoya aştiyê pêş bikeve, divê civak û muxalefet zextê li desthilatdariyê bike û got, divê beşdarên vê konferansê têkildarî vê yekê helwesteke hevpar raber bikin.
‘TÊKOŞÎN Û YEKÎTIYA JINAN PIR PÊWÎST E’
Dîba Keskîn anî ziman ku aştî ji bo jiyana civakî qasî nan û av pêwîst e û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan, yekîtiya rêxistinkirî û piştevaniya civakî.
Dîba Keskîn diyar kir ku ji bo aştiya mayînde divê civak û muxalefet jî bi rengekî hevpar tevbigere û got, “Eger aştî qasî nan û av ji bo me pêwîst be, civak, têkoşîn û yekîtiya jinan û yekîtiya muxalefetê jî ji bo me pir pêwîst e.”
‘ZIHNIYETA MÊR WÊ GAV BI GAV WERE GUHERTIN’
Dîba Keskîn bi bîr xist ku li gorî berê tundî û zexta li ser jinê zêde bûye û got, helwesta desthilatdariyê bandorê li zihniyeta mêr a di civakê de jî dike. Dîba Keskîn destnîşan kir ku bi aştî û demokrasiyê re wê zihniyeta mêr jî gav bi gav were guhertin.

