Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di roja duyemîn a konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” de ku li Enqereyê tê lidarxistin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî.
Dogan bersiv da pirsên ANF’ê, işaret bi rola jinan a di pêvajoyên rawestandina şer û demokratîkbûNê kir û anî ziman ku divê jin yekser beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin.
‘DIVÊ JIN BIBIN KIRDEYA YEKSER A PÊVAJOYA AŞTIYÊ’
Ayşegul Dogan ragihand ku jin di pêvajoyên demokratîkbûn, rawestandin aşer û aştiya mayinde de bandorên girîng dikin û diyar kir ku yek ji mijarên herî girîng ên konferansê ku 2 roj in dewam dike, lihevkombûna jinên ji nasname, bawerî û aîdiyetên siyasî ye.
Berdevka DEM Partiyê got, “Cihê em lê ne dibe ku cuda bin, aîdiyetên me yên siyasî, nasname û baweriyên me dibe ku cuda bin. Lê belê weke jinên ku şer û pêvajoya aştiyê ya mayinde herî zêde bandorê li wan dike, xwedî wê hêzê ne ku yekser beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin û encamê biguherînin. Lewma divê jin bibin kirdeya pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê û veguherin beşdarên yekser ên vê pêvajoyê.”
‘TEVLÎBÛNA JINAN MAYINDEBÛNA AŞTIYÊ XURT DIKE’
Ayşegul Dogan bal kişand ser daneyên têkildarî rola jinan a di mijara bidawîkirina şer û mayindekirina aştiyê de û anî ziman ku beşdariya jinan a li pêvajoyê rêjeya serketinê di asteke girîng de bilind dike. Ayşegul Dogan got, “Hebûna jinan a ku ji rewşa şer derbasî rewşa bêşer dibe, di mijara mayindekirina vê yekê de rêjeya serketinê diguherîne. Yanî dibin wesîle ku rêjeya serketinê bilind bibe. Mijara ku divê em bi esasî li ser biaxivin û encama divê derkeve holê ev e.”
‘KUŞTINA JINAN STATÎSTÎK NÎNE, WINDAHIYA MIROVAN E’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku avakirina civaka demokratîk divê weke guherîn û veguherîneke piralî bê dîtin ku hemû beşên civakê vedihewîne û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê her roj jin têne kuştin. Ayşegul Dogan got, “Jin hejmar nîne. Mirovên jiyana xwe ji dest didin daneyên statîstîkî nîne. Em qala canê mirovan dikin. vaye em di nava têkoşîneke welê de ne ku di nava civakeke demokratîk de em ê çawa karibin vê biguherînin.”
‘XIZANIYA JINAN JÎ CÛREYEKÎ TUNDIYÊ YE’
Berdevka DEM Partiyê ragihand ku tundiya li jinan ne tenê bi êrişên fîzîkî ye, xizaniya jinan jî aliyekî tundiya avanî ye û destnîşan kir ku daîmîkirina xizaniyê tê wateya rêbaza vê tundiyê.
Ayşegul Dogan ber bi 25’ê Mijdarê ve diyar kir ku divê ew têkoşîna hevpar a jinan xutir bikin.

