Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîba Keskîn: Nabe ku aştî ji zihniyeta mêr re were hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dedeoglû: Li dijî zextên li ser rojnamevanan divê xeteke hevpar û daîmî ya têkoşînê bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan
Rojane

Ji KCÊ-E’yê piştgiriya ji bo entegrasyonê û banga naskirina mafên Êzidiyan

KCÊ-E'yê piştgirî da entegrasyona li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê û got, "Paşeroja Êzdiyan divê bi îradeya azad a Êzdiyan bi xwe bê şekildan. Ev rêgez li Şengal, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî pêvajoya entegrasyona demokratîk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Veguhertinên siyasî û lêgerînên çareseriya demokratîk ên li Rojhilata Navîn, ji bo civaka Êzdî hem derfetên nû hem jî berpirsiyariyên girîng derdixin holê. Di dirêjahiya dîrokê de, ji ber bawerî, çand û nasnameya xwe ya xweser, daxwaza bingehîn a Êzdiyên ku rastî zext, dûrxistin û fermanan hatine, ew e ku ewlehiya wan bê dabînkirin, mafên wan bên misogerkirin û siberoja wan bi îradeya wan a azad bê diyarkirin.

Em wisa bawer dikin ku her hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyên li Şengalê (Iraq), Tirkiye û Sûriyeyê, divê mercên taybet ên her welatî li ber çavan bigire û di çarçoveya rêgezên demokratîk de bê nîqaşkirin. Azadiya bawerî û nasnameyê, ewlehî, mafên kolektîf, welatiya wekhev û temsîliyeta demokratîk a Êzdiyan divê bibin bingeh ji bo van hemû pêvajoyan. 

Em piştgiriyê didin avakirina diyalogê bi saziyên dewletê û aktorên siyasî re, meşandina danûstendinan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane. Lê belê rewayiya her hevdîtinekê ku li ser navê civakê tê kirin, tenê bi danîna têkiliyan an çêkirina peymanan ve sînorkirî nîne; divê di serî de li ser îradeya azad a civaka Êzdî, rayedarkirina eşkere, beşdariya piralî, zelalî û hesabdayînê be. 

Helwesta me ya rêgezî zelal e: Em piştgiriya diyalog û danûstendina demokratîk dikin, lê em tu carî rêbazên ku îrade û mafê nûnertiya rewa ya civaka Êzdî ji derve dihêlin yan tune dihesibînin, qebûl nakin. Ev nêzîkatî ji bo hemû pêvajoyên çareseriyê yên li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê rewşa Êzidiyên li Iraqê bi taybetî Şengalê, li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê nirxand û tespît kir:

REWŞA ŞENGALÊ Û PEYMANA BI HIKUMETA IRAQÊ RE

“Qirkirina ku di sala 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve li dijî civaka Êzdî ya li Şengalê pêk hat, pirsgirêkên ewlehî, koçberkirin, rêxistina civakî û statuya siyasî anî asteke pir girîng û jiyanî. Têkoşîna piştî qirkirinê ne tenê ji bo parastina hebûna Êzdiyan e, di heman demê de armanca wê ew e ku ew bi nasnameya xwe ve bi azadî bijîn û di derbarê paşeroja xwe de bibin xwedî gotin. 

Di vê çarçoveyê de, em hevdîtinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re û peymana ku di navbera wan de hatiye çêkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê weke geşedaneke erênî û girîng dinirxînin. Divê aliyên peymanê yên ku dikarin tevkariyê li ewlehî, mercên jiyanê, çareserkirina pirsgirêkên niştecihbûnê û misogerkirina mafên Êzdiyan bikin, bi awayekî erênî bên berçavgirtin. 

Li hemberî vê yekê, em ne rast dibînin ku ev peyman weke hewldanek li dijî gelê Kurd an Kurdistanê bê nîşandan. Şîroveyên bi vî rengî cewhera mijarê û mercên siyasî yên Şengalê piştguh dikin; lêgerînên çareseriyê di ser nîqaşên aîdiyetê yên cûda re serûbin dikin. Teşhîrkirina geşedanên erênî û veguherandina wan ji bo mijareke sabotajkar, ji berjewendiyên civaka Êzdî re xizmetê nake.

Pêkanîna danûstandinan û gihîştina peymanekê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, bi tu awayî nayê wateya redkirin an înkarkirina peywendiyên dîrokî, civakî û çandî yên Êzdiyan ên bi gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê re. Di navbera hevdîtina bi dewleta Iraqê re û qebûlkirina ku Êzdî parçeyekî rastiya dîrokî ya gelê Kurd û Kurdistanê ne de, tu nakokî nînin. Beramberî hev rawestandina van her du mijaran, pêvajoya çareseriyê dixe ser zemînekî şaş.

Pêwîst e mercên siyasî û hiqûqî yên heyî yên li Şengalê, hevsengiyên hêzê yên herêmî û pêdiviyên ewlehiyê bi awayekî rast bên nirxandin. Helwesteke bi rêgez ne paşguhkirina mercên li ser erdê ye, belkî pêşxistina çareseriyên ku di nava van mercan de maf û destkeftiyên Êzdiyan xurtir dikin e.

Bêguman, naveroka peymanê, encamên wê û asta garantîkirina mafên Êzdiyan dikarin bên rexnekirin û bi awayekî demokratîk bên kontrolkirin. Lê belê armanca rexneyan divê çareserkirina kêmasiyên peymanê û pêşxistina destketiyan be; divê neyê bikaranîn da ku peymanê weke dijberiya gelê Kurd û Kurdistanê nîşan bide. Qebûlkirina aliyên erênî yên peymana Şengalê nabe asteng ku kêmasiyên wê bên nîqaşkirin, û berevajî vê yekê jî, rexnekirina kêmasiyan maf nade tu kesî ku peymanê manîpule bike yan berovajî bike.

NIRXANDINA PÊVAJOYÊ Û PIRSGIRÊKA NÛNERTIYÊ

Li Tirkiyeyê, em her hewldaneke dilpak a ku ji bo naskirina azadiya bawerî û nasnameya Êzdiyan, vegera wan a bi ewle û bi rûmet bo gundên wan, çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê, astengkirina cûdakariyê û misogerkirina mafên welatiya wekhev tê kirin, bi çavê erênî pêşwazî dikin. 

Lê belê, em di wê baweriyê de ne, ku hevdîtinên di demên dawî de li ser navê Êzdiyan hatine meşandin, ji aliyê rêbaz, amadekarî, beşdariya civakî û rewayiyê ve pirsgirêkên cidî dihewînin. Ev pêvajo bi awayekî sîstematîk û hemêzker nehatine meşandin; îradeya beşên cûda yên civaka Êzdî, saziyên rêxistinkirî û dînamîkên herêmî li ber çavan nehatine girtin. Derketina holê ya hin gavên erênî yên sînorkirî nayê wê wateyê ku pêvajo bi giştî li ser zemînekî saxlem û rewa rûniştiye. 

Ev nêrînên me yên rexnegir ne li dijî diyalog an danûstendinê ne. Nerazîbûna me ne li dijî çêkirina hevdîtinan e; belkî li dijî tevgerîna li ser navê tevahiya civaka Êzdî ye bêyî amadekariyeke têrker, rayedarkirina civakî û kontrola demokratîk. Tu kes nikare hevdîtina xwe ya bi rayedarên dewletê re yan têkiliyên xwe yên bi hinek aliyên siyasî re, weke desthilatdariya axaftin û biryardanê li ser navê tevahiya civaka Êzdî jiber xwe ve bibîne. Nûnertiya rewa li ser bingeha beşdariya civakê, rayedarkirina eşkere, zelalî û hesabdayînê ava dibe.

Ji ber vê yekê, em teqez dikin ku divê kêmasiyên di warê rêbaz û temsîliyetê de hene bên serrastkirin. Saziyên Êzdiyan, meclisên gundan, malên Êzdiyan, nûnerên herêmî, kesên rewşenbîr, rûspî û di nava civakê de xwedî bandor û bi taybetî jinên Êzdî divê bi awayekî çalak di van pêvajoyan de cih bigirin. Daxwaz, rojeva danûstendinê û encamên ku hatine bidestxistin divê bi civakê re bên parvekirin; pêvajo divê ji îradeya hevpar û kontrola demokratîk re vekirî bin. 

PÊVAJOYA ENTREGRASYONÊ Û ÇARESERIYÊ YA LI SÛRIYEYÊ

Maf û paşeroja Êzdiyên li Sûriyeyê jî divê di çarçoveya van rêgezên demokratîk de li ber çav bên girtin. Di pêvajoyên çareseriya siyasî û entegrasyonê yên li Sûriyeyê de divê nasnameya bawerî, hebûna civakî, pêdiviyên ewlehiyê û mafên kolektîf ên Êzdiyan bên naskirin; divê neyê hiştin, ku ew ji biryarên rasterast wan eleqedar dikin bên dûrxistin. 

Di van pêvajoyan de, divê Êzdî ne tenê wekî civakeke ku biryaran pêk tîne an jî pêşveçûnan dişopîne bên dîtin, belkî wekî pêkhateyeke civakî ya rewa ku daxwazên xwe tîne ziman, beşdarî danûstendinan dibe û di şekildana paşeroja xwe de xwedîgotin e, cih bigirin. Ev beşdarî divê ji nûnertîya grûpêkî wêdetir be; divê beşên cûda yên civakê, saziyên herêmî û jinan bi tevahî li xwe bigire. Meşandina pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê li ser zemîneke demokratîk, hemêzker û mafên bingehîn, bi misogerkirina azadiya bawerî û nasnameya Êzdiyan, her wiha ewlehî û beşdariya wan a wekhev ve girêdayî ye.”

Di daxuyaniyê de Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê ev daxwazên xwe ji bo bicihanîna mafên Êzidiyan bilêv kir:

DAXWAZÊN SEREKE

“Tevî ku şert û mercên li Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê ji hev cûda bin jî, divê ji bo garantîkirina maf û azadiyên civaka Êzdî li gorî rêgezên hevpar tevger bê kirin. Di vê çarçoveyê de daxwazên me ev in: 

– Naskirina fermî ya ol, nasnameya bawerî û xweseriya çandî ya Êzdiyan. 

– Dabînkirina ewlehî, mafê jiyanê û garantiyên hiqûqî yên li dijî her cûre cûdakariyê. 

– Piştgirîkirina vegera bi ewle û bi rûmet a Êzdiyên koçberbûyî bo gundên wan û çareserkirina pirsgirêkên milk û niştecihbûnê. 

– Misogerkirina welatiya wekhev û mafên kolektîf ên Êzdiyan. 

– Birêvebirina hemû hevdîtinên ku li ser navê Êzdiyan tên kirin, li ser mekanîzmayeke temsîliyetê ya rewa, piralî, zelal û hesabdar. 

– Beşdariya wekhev û çalak a jinan di pêvajoyên biryardan û danûstendinê de. 

– Cihgirtina Êzdiyan weke pêkhateyeke çalak di pêvajoyên entegrasyon û çareseriya siyasî yên li Sûriyeyê de. 

– Nirxandina destketiyên ku li Şengalê hatine bidestxistin bêyî manîpulekirin û şopandina pêkanîna peymanê li ser bingeha mafên Êzdiyan.”

ENCAM

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû:

“Divê peywendiyên dîrokî, civakî û çandî yên Êzdiyan ên bi gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê re û her wiha maf û têkiliyên bi welatên lê dijîn re, wekî mijarên li dijî hev neyên nîşandan. Ev her du alî divê ne bi rêya pênaseyên ji derve ve hatine ferzkirin an jî hesabên siyasî, belkî li ser bingeha îradeya azad a Êzdiyan bên nirxandin.

Wekî Koordînasyona Civaka Êzdî ya Ewropayê, em careke din teqez dikin ku em piştgiriya hewldanên dilpak û danûstandinên demokratîk ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzdî dikin. Em qebûlkirina aliyên erênî yên peymana bi hikûmeta navendî ya Iraqê re li Şengalê; gihandina hevdîtinên li Tirkiyeyê bo zemîneke rewa, hemêzker û sîstematîk; û misogerkirina beşdariya çalak a Êzdiyên li Sûriyeyê di pêvajoyên entegrasyon û çareseriyê de, wekî gavên pêwîst dibînin. 

Çareseriya domdar ne bi bendewariyên nerast û ne jî bi destjêberdana mafên bingehîn bi hinceta şert û mercên siyasî yên heyî pêkan e. Tiştê ku em pêwîstî pê dibînin ev e: Nêzîkatiyeke ku rastiya dîrokî û şert û mercên rojane bi hev re dinirxîne, îradeya civakî dike bingeh, beşdariya demokratîk garantî dike û encamên berçav bi dest dixe. 

Em banga hemû aliyên peywendîdar dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzdî hewldanên dilpak nîşan bidin, danûstandinan li ser zemîneke rewa û hemêzker birêve bibin, û ji guhartina cûdahiya çandî û civakî bo hinceta veqetînê dûr bisekinin. 

Em alîgirê diyalogê ne; lê belê em nenasîna îradeya civaka Êzdî, qurbankirina mafên wan ji bo berjewendiyên siyasî û binpêkirina temsîliyeta rewa bi rêya hewldanên kesane qebûl nakin. Paşeroja Êzdiyan divê bi îradeya azad a Êzdiyan bi xwe bê şekildan. Ev rêgez li Şengal, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê
Nûçeya Pişt re Li Endonezyayê protestoyên nifşê Z dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kurdistanê pergala hilweşînê: Qirkirina Xwezayê

Di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de herêmên Amed,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12’emîn bê lidarxistin

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'emîn wê 28'ê Hezîranê li Zurîchê bi mijara rêxisitniya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Endonezyayê protestoyên nifşê Z dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dîba Keskîn: Nabe ku aştî ji zihniyeta mêr re were hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?