Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dedeoglû: Li dijî zextên li ser rojnamevanan divê xeteke hevpar û daîmî ya têkoşînê bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr û Stenbolê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin
Jin

Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

Rojnamevan Dîlek Odabaş di konferansa "Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin" a li Enqereyê di avakirina aştî û civaka demokratîk de bal kişand ser berpirsyariya çapemeniyê û jinan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnamevan Dîlek Odabaş ku beşdarî konferansa “Jin bi hev re li ser paşerojê diaxivin” a li Enqereyê bû, têkildarî roja jinan a di avakirina aştî û civaka demokratîk de û rojnamevaniya jinê ji ANF’ê re axivî.

Dîlek Odabaş anî ziman ku hem weke kedkareke çapemeniyê hem jî weke jinekê beşdarî konferansê bû û destnîşan kir ku kombûnan jinan ji beşên cuda yên civakî û nîqaşkirina pirsgirêkên hevpar girîng e.

Odabaş anî ziman ku di pêvajoyên aştiyê de yên li cîhanê medya bi rola çêker radibe û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê binçavkirin û zexta li ser rojnamevanan li ruhê pêvajoyê neyê.

Odabaş got, “Çapemenî, medya di meseleya aştî û demokrasiyê de aliyek e û divê timî li aliyekî bimîne. Weşangeriya li ser pîvana bêalîbûnê nayê wê wateyê ku mirov xwe nedin aliyê aştî, maf û edaletê. Berevajî vê yekê divê li ser van hemû mijaran bi berpirsyariyê rabe, pêşî veke. Em di demeke welê de ne ku li welatê me medya li nava yekdestî kom bûye. Bi vê yekdestiyê re medya veguheriye amûreke hêzê ya desthilatdariye.”

Dîlek Odabaş ragihand ku hin saziyên medyayê yên ne yên desthilatdariyê ne veguherîne amûreke hêzê ya muxalefetê û destnîşan kir ku hebûna medya serbixwe ji bo aştî û demokrasiyê nebe nabe.

Rojnamevan Dîlek Odabaş diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê her kes bi berpirsyariyê rabe û anî ziman ku desthilatdarî hîn jî pêvajoyê di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de dinirxîne.

Odabaş bendewariya ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî anî ziman û got, “Em, yên ku 50 sal in li şer rast hatine, ewladên xwe winda kirine, di serî de Kurd û Tirk; Elewî, Sûnî, jin, ciwan weke mirovên ku jiyaneke wekhev a li vî welatî diparêzin, em neçar in bi dil û can piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, xwedî lê derkevin. Ji ber ku ji bilî vê rêyeke din nîne.”

‘DI ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ DE DIVÊ ZIMANEKÎ PIRRENGÎ BÊ BIKARANÎN’

Dîlek Odabaş destnîşan kir ku rojnamevaniya aştiyê divê zimanekî welê bi kar tîne ku sor nake, dijberiyê neafirîne, cihêkariyê nake, zimanekî pirreng be û got, “Kî xwe çawa pênase dike, bi kîjan zimanê civakê diaxive, xwedî kîjan çand, jiyan û kevneşopiya hezaran salî ye û li vî welatî aştiyê diparêze, em jî divê bibin dengê wê aştiyê, zimanê me jî di her şert û mercî de divê xizmetê ji aştiyê re bike.”

Odabaş anî ziman ku bilindkirina aliyekî û mehkûmkirina aliyê din li rojnamevaniya aştiyê nayê û got, “Eger dayika Kurd û dayika Tirk qebûl kiribin ku li hev bikin, wê demê berpirsyariya me hemûyan e ku em wî zimanê aştiyê mezin bikin.”

‘BI BILINDKIRINA DENGÊ JINAN EM Ê KARIBIN TEVKARIYÊ LI AŞTIYÊ BIKIN’

Rojnamevan Dîlek Odabaş anî ziman ku şer bandora herî giran li jinan dike, lewma divê dengê jin û zarokan hîn bêhtir bê bihîstin.

Di vê çarçoveyê de işaret bi rola jinan a di civakîkirina aştiyê de kir û got, “Divê em dengê jin û zarokan bidin bihîstin ku weke xenîmeta şer têne dîtin. Di şer de kes qezenç nake. Lê belê di şer de jin qet qezenç nakin. Mêr şer dide destpêkirin, mê mezin dike, mêr dimeşîne. Û di vir de mebesta min aqlê mêr e. Aqlê mêr û aqlê dewletê yek e.

Halbûkî em jin li hemberî vî aqlî weke yên ku mirovahiyê xwedî dike, bi îradeya jiyana hevpar, bi bilindkirina dengê jinan dikarin tevkariyê li vê aştiyê bikin.

Divê jin jî karibin bi mexdûrên vî şerî re bicivin. Dikarin dengê jinên ku heta niha vê têkoşîna maf dimeşînin bidin bihîstin. Û dikarin wan pirsan bikin ku dema qenalên siyaseta demokratîk bêne vekirin wê têkoşîna wan jinan destketiyên çawa bi xwe re bîne.

Bi dîtina min, pêvajoyeke aştiyê re ya ku bi bersiva van pirsan re civak qanih bibe, wê karibe bibe gava destpêkê ji bo pêvajoya civakîbûnê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin
Nûçeya Pişt re Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

Deriyê Qaîm ê bi ser sînorê Sûriyeyê ve bi fermî hat vekirin û jinûve tevgera…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Em pevguhertina êsîran a li Siwêdayê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku ew pevguhertina êsîran a li Siwêdayê bi kêfxweşî pêşwazî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

Mehmet Emîn Çam ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene, bi hinceta "Dikare bi tena…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?