Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin
Kurdistan

Tevgera Apoyî: Divê statuya Rêber Apo diyar bibe û gavên hiqûqî bêne avêtin

Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera fesixkirina PKK'ê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bêne avêtin û statuya Rêber Apo diyar bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Gulan 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKK’ê de li ser rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka ​Demokratîk li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Piştî daxuyaniyê bersiv ji pirsên rojnamevanan ên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojevê re hate dayin. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Sozdar Avesta, Tirkiya wê jî Mûstafa Karasû xwend.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî ya ku di civîna çapemeniyê de hate eşkerekirin bi vî rengî ye:

“Em vê civîna xwe di salvegera yekemîn a Kongreya 12’emîn a PKK’ê de lidar dixin ku di navbera 5-7 Gulanê de pêk hat. Li ser biryara me ya fesixkirina PKK’ê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Di nava salekê de çi qewimîn, em dixwazin binirxînin. Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiyê çi kir, dewleta Tirk çi kir? Em ê hewil bidin bersiva pirsên ku raya giştî bidin ku meraq dikin.

‘TEVGERA ME LI GORÎ BANGA RÊBERÊ ME BÊTEREDÛT TEVGERIYA’

Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an de şert û mercên ku PKK’ê pêşxistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKK’ê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1’ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK ya ku weke tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK ya ku li ser xeta Rêbertî têdikoşe û bi pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKK’e bê teredût banga Rêbertî xiste pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKK’ê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û weke sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

‘RÊBER APO BERSIVA ERÊNÎ DA BANGA BAHÇELÎ’

Rêber Apo ji 1993’yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xistiye, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê Giştî yê MHP’ê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî 22’yê Cotmeha 2024’an de bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bi pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê. 

‘JI BO PÊŞÎ LI ÇARESERIYÊ BÊ VEKIRIN GAVÊN GELEKÎ MEZIN HATIN AVÊTIN’

Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên weke fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Tenê gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, 11’ê Tîrmeha 2025’an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate ispatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Ji xwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got, diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.

‘ME HÊZÊN XWE YÊN ÇEKDAR BER BI DERVEYÎ SÎNOR VE VEKIŞAND’

Weke Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî ji ber şerekî gengaz vala kirin. Dîsa sala 2017’an me hin rêveberên MÎT’ê yên dîl girtibûn, me ev kes jî teslîm kir. 

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî avêt, ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Herêmên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.

‘DEMA ME GAVÊN ERÊNÎ DIAVÊT, HIN BERDEVKÊN DESTHILATDARIYÊ DAXUYANIYÊN NEYÎNÎ DIDAN’

Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.

‘RAPORA KOMÎSYNA MECLÎSÊ HÎN NEKETIYE PRATÎKÊ’

Komîsyona ku li meclîsê ava bû, me erênî dît. Lê belê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Li gel ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi rêbertiya me re tenê carekê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê belê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.

‘DIVÊ RÊBER APO BI RENGEKÎ FERMÎ MUXATAB BÊ DÎTIN’

Rêber Apo pêvajoyê di 27’ê Sibata 2025’an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û tempoya wê bilid kir. Rêber Apo dixwaze serdema pevçûn û rageşiya sed salan a navbera Tirkiye û gelê Kurd xilas bike ku komareke demokratîk derkeve holê, bi rêya Entegrasyona Demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe. Armanc jî, hewildan jî di vê çarçoveyê de ne. Lê belê Rêber Apo ji bo bikare di pêkanîna armanceke wiha de rola xwe bilîze divê weke muxatabê fermî bê dîtin. Bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye yan na. Pêvajoyeke rast a çareseriyê ancax bi nasîna muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare destpê bike, bi diyarkirina vê statuyê dibe.

‘JI BO RÊBER APO KARIBE BI ROLA XWE RABE, DIVÊ STATUYA WÎ BÊ NASKIRIN’

Rêber Apo ji bo hevdîtinên têne kirin û tiştên têne gotin bi watedar û encamgir bibin gelek caran qala zelalkirina statuya xwe kiriye. Eger cihê Rêber Apo ji hêla qanûnî û siyasî ve diyar bibe û bi derdorên cuda re bikare li ser vê esasê hevdîtinan bike wê demê dikare bi awayekî encamgir rola xwe bilîze.  Naxwe Rêber Apo bi hevdîtinên ku dem bi dem bi şande re dike nikare rola xwe ya esasî bilîze; jixwe di rewşeke wiha de ne mimkune rola xwe bilîze jî.

‘GOTINÊN BERDEVKÊN AKP’Ê KU DIBÊJIN PÊVAJO BI PÊŞ VE DIÇE, REWŞA HEYÎ RAVE NAKE’

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û Rêber Apo jî di asta yekemîn de muxatabê vê pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya heyî ya li hemberî Rêber Apo tê nîşandan, radixe pêş çavan ku ev pirsgirêka sed salî û çareseriya wê rast nayê nirxandin. Li gel ku ev rastî li holê ye, gotinên serokê meclîsê, gotinên rayedarên AKP’ê ku dibêjin ‘pêvajo dimeşe, xitimandinek nîne’, rewşa heyî îfade nake. Kengî statuya Rêber Apo diyar bibe, kengî Rêber Apo bikare xwe bigihîne şertên xebata azad wê demê dikarin qala pêşketina pêvajoyê bikin. Tenê di rewşekê wiha de wê gelê Kurd û raya giştî ji pêşketina pêvajoyê bawer bike û desteka pêvajoyê bi awayekî lez zêde bibe.

‘DIVÊ ZEMÎNA HIQÛQÎ Û QANÛNÎ BÊ AFIRANDIN’

Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn. Ji ber vê li ser gavên qanûnî û pergala hiqûqî nîqaş hene. Di encamê de ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin. Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlîhev dike. Tu dibêjî qey ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve û ji bo azadiya gotin û xwe birêxistinkirinê qanûn hatine derxistin, lê aliyê din gotiye em çek bernadin, em nayên! Berevajî, Rêber Apo ji bo ku veger bi awayekî lez pêk were xwest zemîna qanûnî û hiqûqî bê amadekirin. Di esasê xwe de rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gavên hiqûqî bêne avêtin, lê belê hîn jî ji bo pêşketina pêvajoyê gavên qanûnî yên pêwîst nehatine avêtin.

‘MUZAKEREVANÊ ME YÊ SEREKE Û RÊVEBERÊ PÊVAJOYÊ RÊBER APO YE’

Me, weke Tevgera Azadiya Kurd di kongreya xwe de ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê weke muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, tenê bi vî awayî dikare bi rengekî rast bê meşandin û encamê bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû ku em di vê astê de gavan biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bazarê heya sektora pirtûkan, krîza aborî li her derê ye
Nûçeya Pişt re Li Çînê teqîn: Herî kêm 26 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Baroya Stenbolê biryara kongreya awarte girt

Baroya Stenbolê, piştî lêpirsîna ku der barê wan de hatibû destpêkirin, biryar da ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn da zanîn ku di hemû qanûnên mafê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li Bêrecûkê hate kirin

Bi çekê êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li Bêrecûkê hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qendîl a serberz xemla biharê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?