Krîza aborî ya ku li Tirkiye û Kurdistanê her diçe kûr dibe, bi milyonan mirovan rû bi rûyê bêkarî, xizanî, bacên sefaletê û şert û mercên xebatê yên bêbawerî dihêle. Li hemberî buhabûna fiyatên tiştên jiyanî hêza kirînê kêm dibe. Welatiyên ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwe yên esas zehmetî dikêşin û esnafên ku bi neçarî dikanên xwe digirin, rû bi rûyê heman pirsgirêkê ne.
Li kolanên Amedê em bi welatî û esnafan re axivîn, nerazîbûn nîşanî fiyatên buha dibin, şert û mercên jiyanê yên giran, bêkarî û nebûna siberojeke baş dan.
Îshak Oral ê ku li Amedê bi karên rojane hewl dide debara xwe bike, wiha got, “Her kes di rewşeke zehmet de ye, her kes bi zorê debara xwe dike. Ti kes ji jiyana xwe razî nîne. Gelek caran em neçar dibin ku li hemberî bêkariyê têbikoşin. Dema ku debar nebe, di mala mirov de jî bêaramî çêdibe. Sedemê esas ê tundiya di civakê de jî, ev e.”
‘EM DIÇIN BAZARÊ, LÊ TIŞTA EM DIXWAZIN EM NIKARIN BIKIRIN’
Oral anî ziman ku dema ew diçin bazarê tişta ku ew dixwazin nikarin bikirin û got, “Kîloya bacanan bûye 100 lîre, dema ez diçim bazarê bi zehmetî ez nîv kîloyê dikarim bikirim; ev jî têra tevahiya hefteyê nake. Zarokek min heye, dişînim dibistanê. Em nikarin mesrefên wî/ê yên dibistanê pêşwazî bikin.”
Oral ragihand ku ji bo çendek rojan weke karkerê paqijiyê dixebite û ev tişt jî got, “Niha li Amedê ez weke wezîfedarekî paqijiya festîvalekê dixebitim. Piştî du roj din, ev festîval wê bi dawî bibe. Dîsa ez ê li kar bigerim. Ji ber pirsgirêkên aborî ciwan dikevin nava tiryakê. Eger rewşa aborî baş ba, ciwan nediketin vê rewşê.”
ESNAF NIKARIN FATÛRAYAN BIDIN
Esnafê bi navê Suleyman Vezîroglû jî yê ku li semta ofîsê 10 sal in di xwendingehê de kar dike, nerazîbûn nîşanî buhabûna tiştan da û destnîşan kir ku ew êdî nikarin fatûrayan bidin.
Vezîroglû diyar kir ku krîza aborî van salên dawî, bi rengekî cidî xwe dide hîskirin û got, mirov hatine wê rewşê ku nikarin çay jî bikirin.
KRÎZ DI SEKTORA PIRTÛKAN DE JÎ HEYE
Yek ji sektorên ku krîza aborî herî zêde bandor lê kiriye, sektora pirtûkan e. Jêhat Rojhilat ê ku li Amedê di sektora pirtûkan de xwedî kar e, destnîşan kir ku şert û mercên aborî yên xirab ewilî bandor li sektora pirtûkan kiriye. Rojhilat anî ziman ku mirov ji beriya pirtûkan, neçar dimînin ku berê xwe bidin pêdiviyên esas.
Rojhilat bilêv kir ku ciwanên Kurd bi taybet di 10 salên dawî de koçî rojava kirine û ev tişt got,
‘’Ev pirsgirêk di serî de pirsgirêka siyaseta Kurdî e. Siyaseta Kurdî li şûna pêşxistina projeyên li pêşiya vê yekê bigire, ew bi xwe jî berê xwe dide koçberiyê. Dema ku şaredar, parlamenter û rêveberên partiyê koçber dibin, mirov nikare ji ciwanekî re bibêje ku tu koçber nebe, tu bawerdêriya vê yekê tune ye. Bêguman divê însan cihê lê dijî, neterikîne. Bi salan weke şerê taybet ciwan ji van deran koçber kirin. Siyaseta Kurdî jî nekarî li hemberî vê yekê alternatîfekê pêş bixe. Divê siyaseta Kurdan li hemberî vê yekê xwedî nexşerêyek be.’’
RÊJEYA XWENDINÊ DADIKEVE, RIZÎBÛNA CIVAKÎ KÛR DIBE
Rojhilat diyar kir ku rêjeya xwendina pirtûkan her ku diçe kêm dibe û ev yek anîn ziman:
‘’Mixabin me dît ku şaredariyên me jî têkildarî vê mijarê projeyên mezin pêş nexistin. Di mijara xwedîlêderketina zimanê Kurdî de rewşa şaredariyên me pir xirab e. Ger têkildarî vê yekê pêngav neyên avêtin wê rizîbûna civakî dewam bike. Di salên dawîn de li gel kêmbûna rêjeya xwendinê rizîbûna civakî kûr bû. Divê şaredariyên me divê mijarê de stratejiyekê pêş bixin. Tekane hewcehiyên ciwanan ne werzîş û meş e, divê ciwan di warê îdeolojîk de jî werin xurtkirin.’’

