Piştî du erdhejên mezin ên sala 2023’an ku li Mereşê qewimîn, li Amedê bi taybetî li navçeyên Baglar, Hûzûrevlerî û Sûrê bû sedema hilweşîneke cidî. Li bajêr ku 7 avahî hilweşiyan û zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest dan, piştî erdhejê 4 hezar û 600 avahiyên ku xisara giran li wan tespît bûbû, hatin hilweşandin. Piraniya mirovên li avahiyên hatin hilweşandin li avaniyên Oglakliyê hatin bicihkirin ku piştî erdhejê ji aliyê TOKÎ ve li ser rêya Sêweregê hatin avakirin. Avahiyên ku di sala 2023’an de karê lêkirinê destpê kir û piştî salekê radestî şêniyan hate kirin, bi statuya navçeyeke cuda re rû bi rû ne. Li herêma ku cihekî nû yê jîngehê ye, bi xwe re guhertineke demografîk jî anî. Her wiha gelek pirsgirêkên cidakî lê der bûne. Li herêmê narkotîk zêde bûye, bi taybetî jî karên rêxistinbûnê yên Îslamiyên radîkal li herêmê balê dikişîne.
AVANIYA DEMOGRAFÎK TÊ GUHERTIN!
Avahî heman piştî erdhejê hatina vakirin û tê texmînkirin ku nêzî 42 hezar kes lê hatine bicihkirin. Her wiha piştî ku avahî bi temamî bikevin meriyetê tê texmînkirin ku hejmara şêniyên wê bigihêje 70 hezar kesî. Li van avahiyan nîvê niştecihan xwedî ne nîvî jî kirêkar in. Li van avahiyan hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê avanî ve pirsgirêk roj bi roj zêde dibin. Li herêma ku li derveyî bajêr hatiye avakirin û li ser nîqaş tê kirin ku di dema pêş de bibe navçeyek, veguherîna avaniya demografîk şêniyên taxan dixe nava fikaran. Çavkaniyên ku li ser mijarê me pê re axivîn, bal kişandin ser bikaranîna narkotîkê û fûhûşa li herêmê. Her wiha diyarkirin ku rêveberiyên sîteyê bi giranî ji AKP’yiyan pêk tên û kesên dixwazin li sîteyan wezîfeyê bikin neçar têne hiştin ku bibin endamê AKP’ê.
Şêniyên TOKÎ’yê yên li ser mijarê ji me re axivîn bi vî rengî qala pirsgirêkên li herêmê û çavdêriyên xwe kirin: “Ev der ji 55 blokan pêk tê. Nêzî hezar û 900 mal hene. Li avahiyan rêbaza rêveberiya sîteyê heye. Beriya her tiştî rêveberiyên li vê derê ji aliyê AKP’ê ve têne tayînkirin. Di vê sîstemê de du kes hene, yek jê mudur yek jî hesabgir. Her wiha kesek dema bixwaze li van sîteyan bixebite an jî bibe wezîfedar, endametiya AKP’ê lê tê ferzkirin. Kesekî ne endamê AKP’ê be li van sîteyan nikare kar bike. Em dibihîzin ku di vê demê de bi taybetî malbata Ensarîoglû di nava vî karî de ye. Her tiştî ew bi xwe dikin, tayînkirin û hwd. Lê belê bi ti awayî pirsgirêkên mirovan çareser nakin.”
‘FÛHÛŞ, NARKOTÎK Û RÊXISTINBÛN DI ASTA HERÎ BILIND DE YE’
Di dewama axaftina xwe de gotin, “Her wiha derdora oldar gelekî zêde ye, bi taybetî Îslamiyên radîkal gelekî zêde ne. Ji ber ku qadeke nû ye, ev kes li malan civînên rêxistinbûnê dikin. Li gorî xwe karekî baş dimeşînin. Hinek hene ku ala Colanî li şaneşîna mala xwe ve dikin. Piraniya ciwanên tên vê derê ji taxên polîtîk in, lê belê bi guherîn avaniya vê derê re ji ber polîtîkaya tê meşandin apolîtîze dibin. Weke li bajêr li vê derê jî bikaranîna narkotîkê gelekî zêde ye. Her wiha kirê jî ji ber ku li gorî bajêr guncaw e, fûhûş gelekî lê tê kirin. Li qatên jêrzemînê yên vekirî têne hiştin, fûhûş tê kirin. Bi vî rengî ciwan wê bêhtir bêne dejenerekirin.”
‘VÊ DERÊ BÊ XWEDÎ DIHÊLIN’
Şêniyan diyar kirin ku li hemberî van polîtîkayên dejenerekirinê hem şaredarî hem jî civaka sivîl lawaz dimînin û gotin, “Ev der weke qadeke terikandî ye. Ji partiyê karek nayê kirin. Her wiha şaredarî tenê tê vir, çopê kom dike û diçe. Binesaziya herêmê jî gelekî xerab e. Divê şaredarî û rêveberiyên xwecihî berê xwe bidin vê mijarê. Divê ev der bê xwedî neyê hiştin.”

