Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Têkoşîna kedê ya li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê’ hat axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe
Kurdistan

MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

MKG'ê bi wesîleya 3'yê Gulanê daxuyanî da û di daxuyaniyê daxwaza berdana rojnamevanên jin kir û got: "Divê zext û zordariya li ser jinên rojnamevan bi dawî bibe û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û çapemeniyê werin rakirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê  li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Gelek rojnameger tevli daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê Seroka MKG’ê Roza Metîna, ya Tirkî jî endama MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel xwend.

Di daxuyaniya ku hat dayîn dayîn de wiha hat gotin:

“Di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de rojnamevanên ku li pey rastiyê ne bi zext, sansûr û tundiyê re rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê ne tenê ji bo rojnamevanan, lê di heman demê de ji bo mafê civakê yê gihîştina rastiyê jî garantî ye. Lêbelê, îro, ev maf bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, nemaze ji bo rojnamevanan.

Rojnamevan hem ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û hem jî ji ber zextên piralî yên ku ji ber newekheviya zayendî çêdibin, dibin hedef. Binçavkirin, girtin, zexta dadwerî, tundiya dîjîtal û astengiyên ku di qadê de têne dîtin bûne beşek ji polîtîkayên bêdengkirina rojnamegeriyê.

‘ROJNAMEGERÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’

Bi rastî, destdirêjî û gefên devkî yên li dijî Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS’ê û seroka şaxa Wanê ya komeleya me, Oznur Deger a ji hêla mêrekî ve ya di dema li Wanê hevpeyvînên kolanan dikir, mînakek heyî ya tundiya ku rojnamevanên jin di qadê de pê re rû bi rû dimînin e. Bi heman awayî, cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” li rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksuz hatiye birîn, yek ji nîşaneyên berbiçav ên krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ya bi rêya pergala dadwerî ye.

Têkoşîna ji bo dîtina rastiyê di heman demê de têkoşînek li dijî ziman û pergala medyayê ya ku ji hêla mêran ve serdest e. Rojnamevan ne tenê nûçeyan çêdikin; ew di heman demê de nêzîkatiyek rojnamegeriyê ava dikin û ev tundiya mêran aşkera dike.

‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’

Îro em dubare dikin: Rojnamevanî ne sûc e. Divê zext û zordariya li ser jinên rojnamevan bi dawî bibe û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û çapemeniyê werin rakirin. Divê rojnamegerên girtî tavilê werin berdan û şert û mercên xebatê yên ewle û azad ji rojnamevanan re werin pêydakirin.

Wek Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li pişt rastiyê, têkoşîna azadiya jinan û rojnamevaniya serbixwe bimînin.

Em ê li dû her gotina ku tê xwestin were bêdengkirin, her rastiya ku tê xwestin were tepeserkirin, bisekinin û her bişopînin.

 

Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Wezîrê Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê: Li Sûriyeyê mafên Kurdan pêşikiya me ya bingehîn e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayik ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Meclîsê ne

Dayikên di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

Sînan Hezer ku hunerê weke şêweyekî berxwedanê dibîne, bi zimanê sembolan çîrokên tepisandî nîşan dide.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd careke din serlêdan hate kirin

Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?