Daxuyaniya KJAR’ê bi vî rengî ye:
“Di dîroka nêzîk a Rojava û Sûriyeyê de, hêzên ku bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin rêxistinkirin, bûn yek ji hêzên sereke yên berxwedana li dijî teror û faşîzmê. Ev hêz, ku ji civaka Kurd û her wiha ji komên din ên etnîk û olî hatine, bi yekdengî û baweriya Apoyî li ser maf, azadî, nasname û xwebûna jinan, hatin cem hev û şer kirin.
YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye; ew projeyeke civakî û felsefeyeke jiyanê ye ku li ser bingehê azadiya jinan, wekhevî û demokrasiyê ava bûye. Di dema ku herêmên me ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin dagirkirin û teror li ser gelan hate ferzkirin de, YPJ’ê di şert û mercên dijwar de şer kir. Ew hêz, bi dilsoziya xwe, bi fedakariya xwe û bi xwîna xwe, gelek herêm azad kirin û rê li pêşiya vegerandina jiyanê vekirin. YPJ tola bindestiya 30 hezar salan a jinan ji qatîlê kastîk e.
Di heman demê de, YPJ li dijî siyaseta dagirkeriya dewleta dagirker a Tirkiye ya li herêmê jî rawestiya. Di gelek herêman de, jinên YPJ bûn sembola berxwedana jinan. Berxwedana wan, tenê berxwedaneke leşkerî nebû; ew berxwedaneke rûmetê, nasnameyê û mafên bingehîn bû.
Niha şert û mercên siyasî li Sûriyeyê diguherin û gotûbêjên li ser avakirina hikûmeteke nû hene, pêwîst e ku rol û cihê YPJ bi awayekî fermî were naskirin. Ev hêz, ku di qada şer de bi fedakariya mezin têkildar bûye, divê di qada siyasî de jî xwedî statu be. Naskirina wan wekî beşek ji avahiya fermî ya Sûriye, ne tenê mafek e, belkî şertê bingehîn e ji bo domandina aştiyê û avakirina civakek adil.
Bê statukirina YPJ’ê, neheqiyek li hember fedakariyên jinan ên ji bo azadkirina hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Her wiha xetereyeke mezin e ji bo siberoja Sûriyeyê. Ji ber ku hêzên ku li ser bingehê demokrasiyê û wekheviyê hatine avakirin, ger ji qada siyasî dûr bêne hiştin, cihê wan dikare bi hêzên nedemokratîk, dijîcivak û tundrew re were dagirtin.
Ji ber vê yekê, YPJ divê wek hêzeke fermî, wek nûnerê jinan û wek parastina bingehîn a civakê, di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de xwedî statu û nasnameya siyasî be. Ev ne tenê daxwazekî civakî ye, daxwazeke dadperweriyê û pêdiviyeke stratejîk e ji bo siberojeke azad û demokratîk.
Berxwedana jinan, berxwedana jiyanê ye. Û ew berxwedan, divê niha bi naskirina nasname û dayîna statu were temamkirin.
Berxwedana jinan li Rojavayê Kurdistanê buye çavkaniya hêz û moral ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî. Ev bandor hebûna xwe di pêvajoya serhildanên Jin, Jiyan, Azadî ya di sala 2022’yan û 2026’an de xwe bi avayekî şênber daye der. Ji ber vê yekê em weke KJAR destkeftiyên YPJ’ê weke destketiyên hemû jinên Kurd û azadîxwaz ên cîhanê dibînin û piştgiriya xwe ji bo girtina mafê jinan a rewa di statuya nû ya Sûriye de nîşan didin. YPJ tenê artêşeke jinên Kurd nîne û veguheriye nirxekî gerdûnî. Li ser wan esasan em dîsa weke KJAR piştgiriya xwe ji bo YPJ nîşan didin.”

