Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîr: Çareseriya demokratîk wê bi karker û kedkaran jî bide qezençkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna kokê divê bibe zemîna hiqûqî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera Fermana 74’an de daxwaza mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP’ê re hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan ‘Desteya Şopandina Aştiyê’ pêşniyar kir
Rojane

Bakirhan ‘Desteya Şopandina Aştiyê’ pêşniyar kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan piştgirî da banga lîderê MHP'ê ya ji bo gavên qanûnî û statuya Rêber Apo û pêşniyar kir ku di bin sîwana meclîsê de "Desteya Şopandina Aştiyê" bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de derketin Lîga Superê ya Amedspor û Erzorumspor pîroz kir û serketin ji wan re xwest. Tûncer Bakirhan di salvegera Terteleya Dersimê de qurbaniyên komkujiyê jî bibîr anî û got: “Terteleya Dersimê sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye ku li vê erdnîgariyê hatiye kirin. Divê dewlet Terteleya Dersimê nas bike, lêborîn bixwaze û cihê gora Seyîd Riza, Şêx Seîd û hemû kesên di encama serhildanê de hatine qetilkirin werin eşkerekirin.”

Tûncer Bakirhan derbarê Roja Astengdaran de jî bi lêv kir ku ew partiya astengdaran in û xwest li Tirkiyeyê hemû mafên astengdaran werin bicihanîn û ragihand ku wan Yekşema ewil a meha Gulanê weke Roja Rûmetê ya Astengdaran ragihandin e û çalakiya yekemîn jî li Amedê li dar xistin e. Tûncer Bakirhan daxwazên astengdaran jî anî ziman û destnîşan kir ku divê hemû pirsgirêkên astengdaran bên çareserkirin û welatî jî bi astengdaran re di nava piştgiriyê de bin û ji şeredariyan jî xwest ji bo astengdaran xebatan bidin pêşiya xwe.

Hevserokê DEM Partiyê bi dewamî bal kişand ser bûyerên li herêmê diqewimin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyeyê jî dike. Tevî em weke Tirkiyeyê tev li şer nebûne jî ev şer ji aliyê aboriyê ve bandor li ser me dike. Desthilat qala pêşketina aboriyê dike lê enflasyon jî nîşan dide ku ji aliyê bihabûn, birçîbûn û bêkariyê ve krîzek mezin heye. Em naxwazin ev krîz di lûtkeyê de be û mafên mirovî û jiyaneke li gorî rûmeta mirovan pêk were. Bûyerên li Rojhilata Navîn û girtina Tengava Hurmuzê bûye qada hegomonyaya dewletan. Di vê pêvajoyê de ya ku dikeve ser Tirkiyeyê ew e ku dostên xwe zêde bike. Di vê pêvajoyê de dostê Tirkan, Kurd in û em bi hev re dikarin mezin bibin. Divê Tirkiye, Kurdan weke xetere na lê weke dost bibîne. Tirkiye eger aştiya navxweyî pêk bîne dikare bi roleke pêşeng a ji bo aştiyê û wekheviyê rabe.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya navxweyî jî bi çareseriyeke demokratîk pêkan e û wiha axivî: “Ji bo wê jî divê em çavdêriya şert û mercên herêmî binêrin û pêvajoyê dirêj nekin. Lê mixabin sedema dirêjbûnê bêcesaretbûna siyasetê ye. Gel dipirse dibêje çima desthilat bi wêrekî gavan neavêje? Niha ya ku were kirin jî çêkirina qanûnan e. Mijara ‘Teyît û tespîtê’ divê li pêşiya hiqûqê nebe diwarek. Eger hûn rêxistinên çekdar re bêjin çek deyne û bikevin nava siyasetê, divê hûn hiqûqê diyar bikin. Bêyî hiqûqê wê çawa werin? Em weke DEM Partiyê vê yekê pêşniyar dikin; Birêz Kurtulmuş, bang li koordînatorên partiyên siyasî bike û li ser qanûnan bixebitin û pêşiya pêvajoyê vebikin. Şert û mercên birêz Ocalan baş bikin. Wê demê eger PKK’ê tişta ket ser milê wê nekir, bila gel rexne bike û tawanbar bike. PKK’ê jî di daxuyaniya xwe de jî got; ‘Gelo qanûn hatine çêkirin ku em nayên?’ Ma ne mafdar in? Hûn qanûnan çêbikin, eger PKK nehat, ewilî em ê wan rexne bikin. Lê desthilat tişta ku dikeve ser milê wê neke, em ê wê jî rexne bikin. Rapora komîsyonê li holê ye, bêyî ku bê dirêjkirin divê tiştên hewce bîne cih. Eger pêvajo bi awayekî ne diyar bimîne xetereyan wê zêdetir bike. Em bang li hemû kesan dikin ku berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Ev yek baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê jî qels dike. Çend roj berê cezayek zêde li hevşeredarê me yê Colemergê Mehmet Siddik Akiş hate birîn, her wiha hevşeredarên qeyûm tayinî şûna wan hatiye kirin hîn venegeriyane ser karê xwe. Ev yek jî baweriya civakê qels dike. Kî van dike bila desthilat eşkere bike. Ji aliyekî ve pêvajo û ji aliyekî ve ev sepanên li dijî demokrasiyê nikarin civakê bixapînin.”

Tûncer Bakirhan bal kişand ser statuya Rêber Apo û wiha pê dê çû: “Başkirina şert û mercên birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşvêçûna pêvajoyê pêwîstiyeke bingehîn e. Birêz Ocalan jî dibêje ew ne li pey konforê ye, lê ji bo pêvajo bi pêş ve bibe divê şert û mercên wî bên başkirin û bikaribe bi hemû aktoran re hevdîtinê pêk bîne. Birêz Bahçelî qala qanûn û statuyê kir. Em jî weke wî difikirin. Her wiha em li ser gotina Serokkomar ku dibêje; ‘Dîrok yên piştgiriyê didin pêvajoyê wê binivisînê’ re jî dibêjin dîrok kesên bi wêrek dinivisîne, birêz Erdogan were em bi hev re dîrokê binivisînin. Em soz didin ku tekez em ê aştiya ku hûn xewn û xeyalên wê dikin li vê erdnîgariyê pêk bînin. Em ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêşniyarên erênî dikin. Em dibêjin; Werin em mekanîzmeyeke bi navê Desteya Şopandina Aştiyê ava bikin û hemû beşên civakê ku di nav de cih bigirin.”

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku bendewariya civakê pêkhatina edaletê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Desteya Rêveberiya Çavderiya Girtîgehan ku li pêşiya berdana girtiyan astengiyan derdixe, bên girtin. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan pêk werin û hemû girtiyên siyasî werin berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civîna bilind a Yekîtiya Ewropa û Ermenistanê: Lêgerîna dûrketina ji Rûsyayê
Nûçeya Pişt re Rapora KCDP’ê: Di meha Nîsanê de 26 jin hatin qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li girtîgehên li Êlihê êşkence hate tespîtkirin

ÎHD’ê ragihand ku li girtîgehên li Êlihê êşkence, muameleya nebaş, taloqkirina berdanan û sînorkirina hevdîtinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

Nivîskar û wênevan Huseyîn Ozsoy piştî girtîbûna xwe ya 30 salan, pirtûka xwe ya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Cihê me çiyayên Kurdistanê ye’

25 gerîlayên ku li Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal perwerdeya xwe qedandin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Demîr: Çareseriya demokratîk wê bi karker û kedkaran jî bide qezençkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna kokê divê bibe zemîna hiqûqî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di salvegera Fermana 74’an de daxwaza mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?