Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan têkildarî beşdariya endamên meclîsa şaredariyê ya ji DEM Partiyê re ya di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de ji ANF’ê re axivî.
Canan Kebenç Ozkan di destpêka axaftina xwe de got: ‘’Lihevkirina Bajêr beriya hilbijartinan ji bo nîşandana îradeya gel a bi awayekî xurt, xurtbûna muxalefeta sereke û nîşandana îradeya herêmî zemîneke lihevkirinê ya kolektîf û hevpar bû. Nîqaşa me ya sereke û plana me ya sereke ew bû ku piştî hilbijartinên xwecihî hevalên me yên ku li gel Lihevkirina Bajêr hatin hilbijartin, derbasî partiyên xwe bibin. Di rastiyê de plana me ev bû. Ew bû ku piştî hilbijartinan endamên me yên meclîsê derbasî partiyên xwe bibin. Lê belê operasyonên siyasî yên piştî hilbijartinan, desteserkirina şaredariyan, desteserkirina Şaredariya Esenyûrtê û berdewamkirina operasyonên siyasî bûn sedem ku ev pêvajo dirêj bibe.’’
Canan Kebenç Ozkan da zanîn ku ev mijar di konferansa meha Hezîranê de hatiye nîqaşkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Yanî yek ji sedema sereke yaku heya niha gihîştite vê qonaxê ew e ku Îmamoglû hate girtin, şaredariyên CHP’ê hatin desteserkirin, operasyon hatin kirin û ew zemîn ji aliyê ku em di vê pêvajoyê de derbasî partiya xwe bibin ve ne guncav bû.’’
‘TI ELEQEYA WÊ LI GEL PÊVAJOYÊ TUNE YE’
Canan Kebenç Ozkan piştre diyar kir ku ti eleqeya vê biryarê li gel muzakereyên li gel desthilatdariyê tên birêvebirin, tune ye û got: ‘’Nêzîkatiyeke weke ku Pêvajoya Aşitî û civaka Demokratîk bandor li vê mijarê kiriye, heye. Rast e ku DEM Partî ji aliyekî ve li hemberî desthilatdariê têdikoşe ji aliyekî ve jî zemîneke muzakereyan heye. Lê belê ti eleqeya vê yekê li gel biryara me ya têkildarî Stenbol û Mersînê tune ye. Ez dikarim bibêjim ku wê ruhê Lihevkirina Bajêr berdewam bike û di heman demê de wê endamên meclisa me jî din banê partiya xwe de bixebitin.’’
‘AGAHDARKIRIN HATE KIRIN’
Canan Kebenç Ozkan diyar kirku haya Yenî Partî û CHP’ê ji biryarê hebûye û ev yek anîn ziman: ‘’Ev nîqaş ne ya roja îroyîn bi giştî haya CHP’ê û Yenî Partiyê ji rojeva me hebû. Ev yek nû nehatiye diyarkirin. Muxatabên Lihevkirina Bajêr yan jî pêkhateyên Lihevkirina Bajêr hatin agahdarkirin. Lihevkirina Bajêr jî di nav de ji me tu kes derbasî AK Partiyê nebû. A niha tu hevalên me yên hatin hilbijartin derbasî partiya desthilatdariyê nebûne, îradeya xwe ji bo desthilatdariyê bi kar neanîn. Tişta diyarker ev e.’’
‘DESTHILARDARÎ LI PÊŞIYA BAWERIYA JI PÊVAJOYÊ RE ASTENG E’
Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derbeya qeyûman û ev yek anîn ziman: ‘’4’ê Mijdarê; 3’yemîn salvegera dersteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ye. Divê desthilatdarî helwesteke ku îradeya gel nas dike, rêzê li îradeya gel digire û desteserkirina şaredariyan bi dawî dike, nîşan bide. Paşvekişandina qeyûman wê bibe pêngaveke ku baweriya ji pêvajoyê re zêde bike. Lê belê helwestên desthilatdariyê yên pêvajoyê dixitîmînin, zorê lê dike, bi rastî jî li pêşiya baweriya civakê dibin asteng, hene. Di hevdîtin û civînên gel de jî ev yek xwe nîşan dide. Tê payîn ku desthilatdarî têkildarî pêvajoyê pêngavên şênber biavêjin. Rastiyeke ku baweriya xwe ji desthilatdariyê naîne, heye. Avêtina pêngavên bawerdêr wê beşdariya ji bo pêvajoyê, nêrîn û hêviyê xurt bike.’’

