Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê, Hevberdevka Komîsyona Rêxistinbûna Navendî Elîf Bulut têkildarî çarçoveya rêxistinbûna dema nû û girîngiya civînên gel ên dema dawî ji ajansa me re axivî.
Elîf Bulut diyar kir ku rojeva wan a herî girîng, vegotina pêvajoyê ji derdorên nêz û dûr re bû û got, “Berpirsyariya me ya herî girîng ew bû ku em rewşa xwe ya rêxistinî bênavber nû bikin û li gorî geşedanên rojane eyar bikin. Modelên rêxistinbûna klasîk êdî pêdiviyên siyaseta rojane pêşwazî nakin. Pêvajo dibe erênî yan nerênî gelek rêyan bi xwe re bîne. Em plan dikin ku vê pêvajoyê bi hemû girseya xwe re bi rengekî hevpar nîqaş bikin û bimeşînin.”
‘EGER AŞTÎ PÊK WERE, DÊ DEMOKRATÎKBÛN JÎ PÊK WERE’
Elîf Bulut bilêv kir ku armanca wan ew e ku Meclîs rojeva rast a gel bibîne û got, “Em hewl didin budçeya sala 2027’an li gorî gel şêwe bidinê. Li cihekî ku aştî lê hebe, demokratîkbûn jî pêkan dibe. Em dizanin ku hemû çêkerên din wê bi demokrasiyê hîn bi edalet bin. Lewma di tevahiya kampanyayê de girîngiya aştiyê hîn zêdetir dibe.
Her wiha pênaseya komîn jî ji bo me ne nû ye, lê ji ber ku zêde nehatiye pratîkkirin, pir pêdivî bi behskirinê heye. Ji bo civakî bibe, pir pêdivî heye ku tecrûbeyên jiyanî derkevin holê. Di van rojan de pir tê nîqaşkirin, hewl tê dayîn ku fikrên komînê bên pêşxistin û mînakên wê bên afirandin. Bi vî rengî qonax bi qonax pêşketin wê çêbibe.”
Elîf Bulut bal kişand ser xeta wan a azadiya jinê jî û ev tişt ragihand: “Weke DEM Partî em li ser xeta azadiya jinê siyasetê dimeşînin. Helbet em nikarin bêjin, ‘Me her cure kêmasî temam kiriye’. Li cîhaneke ku feraseta desthilatdariya mêr lê rêxistinkirî ye, em hem ji bo demokratîkbûn hem jî ji bo azadiya jinan têdikoşin. Ev rewş jixwe bi tena serê xwe karê me zehmet dike. Em hewl didin di her qadê de rêxistinbûna jinan xurt bikin û têkoşîna jinan a hevpar mezin bikin.
Herî zêde ciwan jî rû bi rûyê zexta dewletê dimînin. Lewma rêxistinbûn hîn zehmettir dibe. Timî zext, binçavkirin, girtin û astengiyên li pêşiya ciwanan vî karî zehmet dikin, her tim rêyeke nû tê dîtin. Di van rojan de Meclîsa Ciwanan car din xebatên rêxistinbûnê yên girîng dimeşîne; rêxistinbûna xwe berfireh dike, bi ciwanên ji beşên din re hevdîtinan dike û giranî dide xebatên rêxistinbûna ciwanên zanîngehê.”
Elîf Bulut bilêv kir ku dema pêvajo nû destpê kirî kelecan û mereq hebû û wiha pêde çû: “Beşek bi kelecan bû, beşek jî bi fikar û bê bawer bû. Hingî pêvajo dirêj kir, kelecan veguherî fikarê. Yek ji daxwazên herî mezin a gel berdana girtiyan e. Ewqas mirov bi rengekî derhiqûqî li girtîgehê tên girtin. Ji dervey girtîgehan kesên xwedî dosyaya dozê jî hene.
PKK’ê xwe fesix kir, lê rewşa Birêz Abdullah Ocalan û gerîlayan nediyar e, her kes li benda azadî û vegeran e. Gel dixwaze gavên şênber bibîne. Qanûna Çarçoveyê di Meclîsê re derbas bû, lê hîna tiştên pêwîst nehatin kirin. Her kes li bendê ye ku qanûn wê kengê bikeve meriyetê. Piranî pirs di wî alî de ne ku ‘Gelo AKP wê pêvajoyê xirab bike?’ Tecrûbeyeke berê heye; tiştên piştî 2013-2015’an qewimîn hîna di bîran de ye. Dîsa jî gel ji pêvajoyê bêhêvî nîne û baweriya li aktorê sereke yê pêvajoyê Birêz Ocalan pir zêde ye.”
‘CIHGUHERTINA LI ÎMRALIYÊ TÊRKER NÎNE, STATU DIVÊ ZELAL BIBE’
Elîf Bulut got, “Guhertina cihê Birêz Ocalan, ev demek dirêj bû dihat hêvîkirin. Birêz Ocalan pir zelal diyar kiribû ku heta rewşa statuya wî zelal nebe, ev yek çênabe. Ev derbasbûn netêrker e. Rêberekî ku pêvajoyeke evqas girîng dimeşîne, divê bigihije şert û mercên xebata azad. Bendewariya gelê Kurd jî ev e.”

