Encama nimûneyên xwînê yên ku ji malbata gerîlayê HPG’ê Kemal Cengiz (Şoreş Herekol) ê ku di 11’ê Tebaxa 2018’an de li Şirnexê şehîd bûbû hatibûn girtin, piştî 8 salan diyar bû. Li ser hevgirtina DNA’yê malbata ku ji Sêrtê hat Şirnexê, serdana goristana Maden Afet Konutlari ya li taxa Bahçelievlerê kir.
Rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi malbatê re bûn.
Tenê destûr hat dayîn ku 3 kes bikevin qada goristanê û derket holê ku di gora ku tê diyarkirin a Cengîz e de bi giştî 3 cenaze hene. Malbatê nekarî tespît bike bê ji wan cenazeyan kîjan ê Kemal Cengîz e.
DI HEMAN GORÊ DE SÊ CENAZE, SÊ KÎSÊN SOR
Xwişka Kemal Cengîz, Kadriye Cengîz a ku li ber goristanê axivî, diyar kir ku di gorê de sê kes hene lê cenaze nehatine naskirin.
Cengîz got: “Sê kes di heman gorê de hatine veşartin. Cenaze jî nîne. Tenê sê kîsên sor hene. Di hundirê wan de tiştek nîne. Tenê di yekî de kaxezek hebû. Ew jî agahiyên têkildarî cenazeyê me tê de nebû. Ji ber vê yekê me jî cenaze negirt. Ew bi xwe jî nizanin bê kîjan cenazeyê me ye.”
Kadriye Cengîz bertek nîşanî bûyerê da û xwest ku ev nêzîkatiya li hemberî wan bi dawî bibe û got: “Em aştiyê dixwazin. Ez wek xwişka şehîdekî bang li her kesî dikim. Bila her kes xwedî li şehîdê xwe û cenazeyê şehîdê xwe derkeve.”
Malbata piştî serdana goristanê xwest serî li dozgeriyê bide, ji ber ku dozger li cihê xwe nebû bêyî ku serlêdanê bike vegeriya Sêrtê.

