Yekşem, 3 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkeftina Amedsporê li gelek bajaran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî: Em her rojê veguherînin roja zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Mitînga Azadiyê: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin û gavên şênber bên avêtin!
Rojane

Mitînga Azadiyê: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin û gavên şênber bên avêtin!

DEM Partî di çarçoveya peyamên Rêber Apo ên di hevdîtinên dawî de li Qada Esenyûrtê “Mitînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê” li dar xist. Di mitîngê de bang li desthilatdariyê hat kirin ku gavên şênber biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya peyamên Rêber Apo ên di hevdîtinên dawî de, “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar dixe. Di çarçoveya xebatê de li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Ked, Edalet û Aştî” mitîng li dar xist. Xelkê bajar ji bo mitîngê ji saetên serê sibehê ve derket rê. 

 Li qada mitîngê pankarta “Ji bo azadiyê ked, edalet û aştî” hat daliqandin. Heverdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî tevlî mitîngê bûn.

‘EM JI BO RAKIRINA BARÎKATÊN LI PÊŞIYA AŞTIYÊ HATIN’

Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, bi Kurdî, Tirkî û Erebî girse silav kir. Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Îro em bi gelê Esenyûrtê û Kurdên ji Kurdistanê koçber bûne û hatine vir bi were ji bo aştiye hatin cem hev. Em ji bo aştiyê, ji bo daxwazên xwe yên azadiyê hatin vir. Îro ji bo em li vir kom nebin, çi jii destê wan hat, kirin. Li pêşiya gel barîkat ava kirin. Yên barîkat ava kirin, li dijî aştiyê barîkat danîn. Lê me ev barîkat ji mêj ve hilweşandiye. Em ji bo nan, edalet, azadî û aştiyê hatine vir. Bi salan e têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Ez li vir careke din kesên ji bo vê têkoşînê şehîd bûne bi minet bi bîr tînim. Dîsa rêhevalên xwe yên ji bo vê têkoşînê dîl hatine girtin silav dikim. Ev têkoşîna me ji bo hilweşîna dîwara girtîgehan e. Ev têkoşîna me li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Ev têkoşina me ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi deh hezaran girtiyan e. Ev têkoşîna me ji bo rawestandina kuştinan e. Ji bo rawestandina şer e. Ji bo em şerê li Kurdistanê, Sûriye, Filistîn û hemû Rojhilata Navîn rawestînin em têdikoşin. Îro dixwazin statuya li Rojava pêş dikeve asteng bikin. Em careke din dibêjin destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em dibêjin bila gelê Sûriyeyê ku ji Elewî, Kurd, Suryan û hemû pêkhatiyan pêk tên bi hevre biryara reveberiya xwe bidin. Bila bi hevre xwe bi rêve bibin.” 

‘DESTÊ XWE LI SER GELÊ ROJAVA BIKIŞÎNIN’

Bi domdçarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrÎşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Destê xwe ji ser gelê Rojava bikişînin. Gelê kurd li Rojava Rêveberiya Xweser ava kiriye. Bi vê model ji bo hemû Rojhilata Navîn peymana civakî pêş xistiye û ev bûye mînak. Hemû bawerî û gelên li Rojava xwe di vê rêveberiyê de dibînin. Jinên ku vîna wan têne tunekirin, bi pergala Hevserokatiyê xwe dibînin û tevlî siyasetê dibin. Êrîşa SMO’yê ya li dijî Bendava Tişrînê û kesen li ser bendavê nobetê digirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêdivî bi destûrek bingehîn a Sûriyeyê heye. Ji ber vê yekê destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin. Em ji vir silavên xwe ji têkoşerên li Rojava re dişînin.”

Tulay Hatîmogullari, anî ziman ku ji ber şer heye, li welat qeyrana aborî pir kûr bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bajarê herî biha Stenbol e. Jiyan li Stenbolê pir zor e. Bi taybetî ez bang li kedkar û karkerên Stenbolê û Tirk dikim. Li atolyeyên tekstîlê bê ewle û bi heqê herî kêm kar dikin. Çîna karkeran wekî Kurd û Tirk ji hev cuda nakin. Bêyî wan cuda bikin keda wan dixwin. Dema karker li mafê xwe yê girevê dipirsin wekî ‘teror’ têne pênasekirin. Naxwazin karkerên Tirk û Kurd bên cem hev. Divê em hemû karker û kedkarên Kurd û Tirk li dijî vê yekê bibêjin ‘Bijî yekitiya gelan’.”

BANGA JI BO DESTHILATDARIYÊ: DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN

Tulay Hatîmogullari, bi domdarî bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Hûn hevdîtinên li Îmraliyê pir mereq dikin. Hemû gel mereq dike. Di serî de ez vê bibêjim, tenturistiya birêz Ocalan gelek baş e. Min silavên birêz Abdullah Ocalan ji were anîn. Peyama birêz Abdullah Ocalan a ji bo we ev e. Dibêje; ‘Em çiqas Tirkiyeyê demokratîk bikin, dê pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe.’ Ji bo aştiya civakî, ne tenê îktîdar û DEM Partî, divê hemû partiyên li Tirkiyeyê, hemû rêxistin û saziyên li Tirkiyeyê û hemû beşên civakê bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Divê hemû bi hevre vê pêvajoyê bi rêve bibin. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Tirkiye di serdemek pir tarî re derbas dibe. Li aliyekî şer heye. Li aliyê din qeyûm tayîn dikin. Niha birêz Ahmet Ozer ku bi vîna gel hat hilbijartin, niha girtî ye. Li şûna wî qeyûm tayîn kirin. Vîna gel desteser dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Li aliyeki dibêjin aştî, li qeyûm tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Di destekî de dar û di destê din jî gizer aştiyê pêş nake. Gelê Kurd aştiyê dixwaze. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Lê bi qeyûm û barîkatan aştî pêş nakeve. Em vê yekê qebûl nakin. Bi girtina rojnamegeran, bi kuştina rojnamegeran, bi bombekirina SÎHA û ÎHA ya li dijî Rojava aştî pêk nayê. Em ê bi têkoşîna hevpar aştiyê pêş bixin. Abdullah Ocalan dibêje çiqas demokratîk bibe, dê pirsgirêk ewqas çareser bibe. Abdullah Ocalan dibêje ‘Pêwist e em li Enqere, Amed û Stenbolê aştiyê biaxivin.’ Abdullah Ocalan gav avêt. Lê hikûmet û dewletê gav neavêtiye. Divê di serî de tecrîdê rakin.”

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: PÊŞÎ DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî gel silav kir û wiha got: “Birez Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û ji bo gelê Kurd û Tirk bi hevre bijîn têdikoşe. Heta deriyê Îmraliye girtî be dê aştî zor be. Ji bo aştî pêk bê, em dixwazin deriyê Îmraliyê vekin. Birêz Abdullah Ocalan ji 1993’yan heta niha ji bo aştiyê têdikoş e. Kesê ku bang li birêz Abdullah Ocalan dike û jê dixwaze li Meclisê biaxive, divê berî her tiştî deriyê Îmraliyê bişkîne. Em li vir hezar silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Aştî barîkatan nas nake. Em ê van barîkatan derbas bikin. Aştî ne teslîmîyet e. Aştî çareserî ye. Em dixwazin gelê Kurd, Tirk, Çerkes û hemû gelên din bi hevre û azad bijîn. Şer wekî çekê bikar tînin. Lê em êdî naxwazin li ser vê axê mirin zêde bibe. Em êdî naxwazin li ser vê axê dayik bigirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang li dewletê kir ku gav bavêje
Nûçeya Pişt re Hêzên HTŞ’ê 3 kesên ji Qamişloyê revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata şêwreya jinan bi daxuyaniya hevpar bi dawî bû

Komxebata şêwrêya jinan a ku li Hesekê hat lidaxistin bi daxuyaniyeke hevpar bi dawî bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyeyê ji ber ziwatiyê li ber hilweşînê ye

Ziwatiya dîrokî ya li Îranê bandora herî hilweşîner li Rojhilatê Kurdistanê û tejaneya Gola Ûrmiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li dijî dejenerebûnê xweparastina civakî û exlaqî şert e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kenanoglû: Civaka Tirkiyeyê nêrînên Abdullah Ocalan meraq dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?