Bi boneya 1’ê Mijdara Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajar û navendan pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê tên lidarxistin. Kobanê ya ji hêla çeteyên DAÎŞ û alîgirên wê ve hatibû dorpêçkirin, bi berxwedaneke bêhempa û piştgiriyeke mezin a ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û welatên derve ve hatiye raberkirin hate rizgarkirin.
MANÎSA
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Yek e, yek e, Kurdistan yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin û pankarta “Bijî Berxwedana Kobanê” hat vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê rêveberê DEM Partiyê yê Tûrgûtlûyê Mehmet Kumen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de salvegera berxwedana Kobanê hat silavkirin û peyama Sûriyeya demokratîk û jiyana bi hev re ya gelan hat dayîn.
DÎLOK
Li navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahiyek hat lidarxıstin. Welatiyên ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê hatin gel hev, bi şahiyekê berxwedana Kobanê pîroz kirin. Lı qadê pankarta “Berxwedana Kobanê navê hêvî û azadiyê ye” hat daliqandin. Bername ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir.
Di şahiyê de parlementera berê ya Wanê Mûazez Orhan li ser girîngiya dîrokî ya berxwedana Kobanê axaftinek kir.
Girseyê di tavahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Bijî berxwedana Kobanê” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Çalakî bi tilîlî, govendê û stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.
AMED
Platforma Saziyên Demokratîk yên Amedê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li ber Çand Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Berxwedana Kobanê serbilindahiya mirovahiyê ye” dinivîsand hat vekirin. Daxuyaniyê Hevseroka DBP a Amedê Rûçem Vefa Elyakut xwend.
Rûçem Vefa Elyakût da zanîn ku berî 12 salan, Kobanê li hemberî êrîşên tarî yên çeteyên DAÎŞ de, ne tenê hebûn û pêşeroja xwe parast, di heman demêde nirxên azadî, wekhevî û jiyana bi hev re ya mirovahiyê jî parastiye û wiha axivî: “Berxwedana ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina bajarekîrabû, di demeke kurt de sînor derbas kir û bû şerê hevpar ê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên ji çar aliyên cîhanê. Îradeya ku li Kobanê derket holê, ji serkeftineke leşkerî pir wêdetir wateyeke dîrokî û civakî digire. Ev berxwedan, li dijî înkarê, yekperestiyê, dijminatiya li hemberî jinan û nêrînên ku gelan dixin dijberî hev, bûye îfadeya hêzdar a lêgerîna gelan a ji bo jiyaneke wekhev û azad. Gelê Kurd bi pêşengiya xwe û bi beşdariya gel, bawerî û nasnameyên cuda, tevî cîhanê nîşan da ku gel dikarin bi têkoşîna hevpar gelek tiştan pêkbînin.”
Rûçem Vefa Elyakût di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji mîrateya herî girîng a Şoreşa Kobanê, cihê navendî yê têkoşîna azadiya jinan di veguherîna civakê de ye û ev tişt gotin: “Têkoşîna Arîn Mîrxan û hezaran kesên ku di vê berxwedanê de canê xwe ji dest dan, careke din nîşan da ku jin ne tenê xwe diparêzin, lê di avakirina civakeke azad de jî dibin pêşeng. Felsefeya Jin Jiyan Azadî, ku îro bûye dirûşma têkoşîna hevpar a jinên cîhanê, îfadeya gerdûnî ya vê mîrateya dîrokî û lêgerîna azadiyê ye.”
Rûçem Vefa Elyakût anî ziman kû berxwedana Kobanê di heman demê de mînaka dîrokî ya piştgiriya enternasyonalîstî, biratiya gelan a ku sînor derbas dike û wijdana hevpar a mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Piştgiriya hezaran kesan ji herêmên cuda yên cîhanê ji bo Kobanê, careke din nîşan da ku têkoşîna li wir ne tenê pirsgirêka bajarekî, lêmijara tevahiya mirovahiyê ye. Ji vê aliyê ve, Kobanê ne tenê serkeftineke ku di bîra gelê Kurd de hatiye neqşkirin e, di heman demê de mîrateyeke hevpar a berxwedanê ye ku ji gelên cîhanê re hatiye hiştin. Tevî ku gelek sal ji wê rojê derbas bûne jî, nirxên ku Kobanê temsîl dike û ezmûna civakîya ku derxistiye holê, girîngiya xwe diparêzin. Di demekê de ku Rojhilata Navîn bi şer, pevçûn, înkar û polîtîkayên serdestiyê hatiye dorpêçkirin, bingeha Kobanê ya li ser wekheviya gelan, azadiya jinan, siyaseta demokratîk û jiyana hevpar, nîşan dide ku aştî û çareseriya demokratîk mimkun e.”
Herî dawî Rûçem Vefa Elyakût bi lêv kir kû îro pêwîstî ew e ku ne tenê mîrateya berxwedana Kobanê bibîr bînin, vê mîrateyê bi têkoşîna aşîtî, demokrasî, azadî û wekheviya gelan re mezintir bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî Platforma Saziyên Demokratîk, em avakirina civakeke demokratîk ku tê de gel dikarin bi nasname û îradeya xwe bi awayekî wekhev û azad bijîn, wek berpirsiyariyeke dîrokî û siyasî dibînin. Wekî ku li dijî tarîtiya dorpêçkirina Kobanê berxwedanekehevpar hate pêşxistin, îro jî em neçar in ku li hemberî her cure êrîşên ku destkeftiyên gelan dikin hedef, piştgirî, têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk mezintir bikin. Pêşeroja Kobanê ne tenê mijara bajarekî an gelêkî ye; ew di heman demê de mijara pêşeroja aştî, demokrasî û jiyana azad a hevpar li Rojhilata Navîn e. Em bi vê wesîleyê careke din, kesên ku di berxwedanaKobanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bîr tînin.”
Piştî daxuyaniyê şahî hate lidarxistin û bername bi gerandina govendê û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
STENBOL
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Gaziyê ya navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê konserekî li dar xistin.
Gel beriya saeta destpêka konserî li qadê kom bûn. Endam û rêveberên DEM Partî û HDK, aktivîstên TJAyê û gelek welatî tevlî konserê bûn. Konser ji bo cangoriyên Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyan “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştre siyasetmedar derketin li ser dikê û gel silav kirin.
Hunermend Harûn Elkî, Rumeysa Rûken, Devrîm Çelîk û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamayayê (NÇM) derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.
WAN
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, bi boneya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kolana Hûnerê ya navçeyê Rêya Armuşê ya Wanê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ” Li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê em berxwedana Kobanê silav dikin” hat hilgirtin. Girsê dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Metna daxuyaniyê ya Kurdî rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Alî Ataman xwend.
Piştî daxuyaniyê ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ŞanoWanê nîşandana belgefîlma Veysî Altay a bi navê “Nûjîn” hat kirin. Pêşiya nîşandana belgefîlmê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hate girtin.
Bername bi temeşekirina belgefîlmê ve dawî bû.
AGIRÎ
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li peşiya avahiya Dem Partiyê daxuyanî da. Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê em berxwedana Kobanê silav dikin” hat hilgirtin. Girsê dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Metna daxuyaniyê ji aliye hevserokê Demê ya Agiriyê Şilan Turuga ve hat xwandin.
COLEMÊRG
Li Colemêrg bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyanî û danîşana sînevîzyonê hate pîrozkirin.
Li navçeya Geverê jî bi heman rojevê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniyê ji rêvebariya DEM Partiyê Emîne Yaşarê xwend. Di daxuyaniyê de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin û hat ragihandin ku li hemberê hovîtiya DAÎŞ’ê gelê Kurd bi berxwedaneke bêhempa, dîrokî û civakî destkeftiyên xwe parast. Hat diyarkirin hemû cîhan şahidiya ruhê berxwêdêr ê li Kobanê pêş ketiye, kiriye. Bername bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Navçeya Şemzînanê jî bi boneya rizgarkirina Kobanê daxuyanî hat dayîn û sînevîzyonê hate nîşandan.
ERZIROM
Platforma Ked û Demokrasiyê li ber avahiya rêxistina Erziromê ya DEM Partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Muhlîs Kirmaci di daxuyaniyê de diyar kir ku di demekê ku Rojhilata Navîn bi şer hatiye dorpêçkirin de berxwedana Kobanê nîşan da ku jiyana hevpar gengaz e. Divê mîrateya Kobanê bi aşitiyê were mezinkirin.
Çalakî piştî nîşandana sinevîzyonê ya li avahiyê DEM Partiyê bi dawî bû.
BEDLÎS
Platforma Ked û Demokrasiyê (DEKUP) li ber avahiya rêxistina navçeya DEM Partiyê ya Tetwanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Şoreşa Rojava hêviya gelan e” û “1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz be” hatin vekirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê Zabît Kayar, di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê, ku bingeha Şoreşa Rojava û hê jî hêviyê dide gelan.
Piştî daxuyaniyê, li avahiya rêxistina navçeyê pêşandana sinevîzyonê hat nîşandan.
RIHA
Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku sînorê Kobanê ye, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist.
Qada pîrozbahiyê bi panqarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Be” hat xemilandin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bûn û bi çoşeke mezin govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Pîrozbahî bi gerandina govend û stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê li Parka Înonu ji bo 1’ê Mijdarê, Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê yê Adanayê Yakup Ataş nivîsa hevpar a çapemeniyê xwend.
Ataş da zanîn ku Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinan, hêviyeke gelên herêmê ye û berxwedana Kobanê jî hêzê dide têkoşîna navneteweyî. Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê li Parka Zarokên Azad daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ye, berxwedana azadiya jinan û gelan e” û “1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz be” hatin vekirin. Daxuyanî bi beşdariya rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî yên demokratîk û gelek kesan pêk hat. Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Adnan Şahin, li ser navê platformê axivî û got: “1’ê Mijdarê roja ku gelan li hemberî tarîtiyeke bêdawî li ber xwe dan û îradeya xwe ya jiyanê nîşan dan. Berxwedana Kobanê ne tenê berxwedaneke leşkerî, lê di heman demê de bersiveke fikrî û baweriyê jî bû.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Rêxistina DEM Partyê ya Îzmîrê, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “1’ê Mijdarê Roja Kobanê li hemû gelên cîhanê pîroz be”, “Mîrasa Arînan şîn dibe li kampûsan” hatin vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî di nav de gelek kes amade bûn, metna daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Selçûk Odabaşi xwend.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” bi dawî bû.
ANTALYA
Rêxistina Dem Partiyê ya Antalyayê li parkekê ya navçeya Kepezê ya Antalyayê daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuayaniyê rêveberê DEM Partiyê yê Antalyayê Şevket Temel xwend. Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê ne tenê nirxên gelê Kurd, lê nirxên tevahiya mirovahiyê jî diparêze. Kesên ku digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’, dîtin ku Kobanê neket. Kobanê rabû ser piyan û ji bo bidestxistina azadî, wekhevî û demokrasiyê, nîşaneyeke pir girîng da hemû gelên cîhanê.”
ŞIRNEX
Platforma Saziyên Demokratîk li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê daxuyaniya çepemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz be” hat vekirin. Nivîsa daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû ve hat xwendin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de diyar kir ku berxwedana Kobanê sembola têkoşîna hevpar û piştevaniya gelan e û got: Divê li Sûriyê pergaleke demokratîk bê avakirin û mafên hemû gelan bêne mîsogerkirin. Divê nirxên ku berxwedana Kobanê temsîl dike mezintir bibin û bên jiyîn.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.

