Ji bo gerîlayê PKK’ê Aykût Ozmen (Armanc Karayazi) ku sala 2017’an li Qersê di şer de şehîd bû, li Stenbolê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîna li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê bi beşdariya gelek kesî pêk hat. Di bîranînê de sînevîzyonek hate nîşandan û bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Ji bo Fahrettîn Ozkan (Hogir) jî ku sala 1996’an li Garê di şer de şehîd bû, li navçeya Tarsûs a Mersînê bîranîn hate lidarxistin.
Rêveberên MEBYA-DER’ê, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de mewlûd hate xwendin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Adnan Şahîn li bîranînê axivî û anî ziman ku di parastina nasname, çand û zimanê Kurd de rola têkoşîna şehîdan girîng e û got, wê xwedî li vê mîrateyê derkevin.

