Li Taxa Golcuk a navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji bo birayên bi navê Abdulselam Koçer (Botan), Mustafa Koçer (Azad), Aslan Koçer û Îslamîl Koçer (Hucum) ên di dem û cihên cuda yên têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûne, taziye hate danîn.
Taziye li Mala Taziyeyê ya Ozcan Demîr hate danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê gel bi girseyî çû serdana taziyeyê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka MEBYA-DER a Mêrdînê Makbule Okmen axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derbikevin.
Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê George Aslan jî got, şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd ji bo aştiyê têkoşiyane.
Birayê her çar şehîdan Abdurrahman Koçer jî diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya têkoşîna şehîdan derbikevin û sersaxî qebûl kirin.
Serdanên ji bo taziyeyê didomin.

