Cenazeyên gerîlayên PKK’ê Zehra Kisaoglû (Zîlan) û Suheyla Kaya (Raperîn) ku ji Goristana Xerzanê ya Beldîsê hatibû derxistin û li kêleka rê ya li Goristana Kilyos a li Stenbolê hatibûn veşartin, pi,ştî ku radestî malbatên wan hate kirin li warê wan li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê hate veşartin.
Wesayita cenaze ya ji Stenbolê bi rê ket li nêzî gundê Çatak ê li navçeya Kanîreşê ji aliyê gelek kesî ve hate pêşwazîkirin ku ji Çewlîg û Kanîreşê hatibûn.
Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Suheyla Kaya birin mala wê. Li dû helaliya li vê derê hate wergirtin cenaze birin Goristana Gund a Kargapazari û li ber dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.
Konvoya cenaze piştre derbasî gundikê Çira Cor bû ku wê Zehra Kisaoglû lê bihata veşartin. Cenazeyê Zehra Kisaoglû jî li vê derê piştî merasîmekê hate veşartin.
Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku li merasîmê axivî, şehîd bi bîr anî û got, “Em şehîdên Kurdistanê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin. Ew rêya me ronî dike.”
Li Kargapazari û Çira Cor wê malbatên şehîdan 3 rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.
LI GORISTANA GARZAN ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di dema pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013 û 2015’an de cenazeyên 282 gerîlayên PKK’ê yên li herêmên cuda yên Beldîsê bûn li Goristana Garzanê ya li taxa Olek a Jorîn hatibûn veşartin.
Bi biryara Walîtiya Bedlîsê cenaze di 19’ê Kanûna 2017’an de hatin derxistin û bi armanca tespîtkirina nasnameyan cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Hatibû ragihandin ku 21 cenaze piştî tespîtkirina DNA’yê radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên din jî li Goristana Kilyosê hatin veşartin. Piştre jî eşkere bûbû ku 261 cenaze li li şûna goristana li Kilyosê li beşeke li kêleka rê hatibûn binaxkirin.

