Heyeta payebilind a leşkerî ku Serokê Fermandariya Giştî ya Iraqê Ebdulemîr Reşîd serokatiya jê re dike, bi armanca şopandina rewşa ewlehiyê serdana navçeya Şengalê kir.
Li gor agahiyan heyet wê li nava Şengalê li gel pêkhate û fermandarên leşkerî yên Şengalê hin hevdîtinan bike û rewşa dawî ya ewlehî û xizmetguzariyan a Şengalê binirxîne.
Ev serdan, piştî talîmata Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pêk hat ku xwest komîsyonek ewlehiyê ya ji bo şopandina rewşa Şengalê û amadekirina raporek berfireh li ser aliyê ewlehî û xizmetguzariyan bê avakirin.

