Li Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo 8 şehîdên Tevgera Azadiyê Şehîd Rabîa Barinc, (Dîlan Şirnex) Muhyetîn Sanri (Mordem Cudî), Evfa Mîrahmetoglu (Bêrîtan Çelê), Murat Kara (Rêzan Goyî), Gurbet Akyurek (Ronahî), Îlhan Hacî Kuday (Herekol Silopî), Besê Tarakçi (Sema Geverî) û Nahîde Arko (Hêvîdar Penaber) ku nû hatin ragihandin, konê sersaxiyê hate danîn.
Gel û xebatkarên wargehê bi girseyî berê xwe didin konê sersaxiyê û xema malbatên şehîdan parve dikin. Her koma ku tê sersaxiyê peyamên xwe radigihînin û girêdanbûna xwe bi şehîdan re tînin ser ziman.
Malbatên şehîdan jî bi dilxweşî pêşwaziya gel û xebatkaran dikin û girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo û şehîdên xwe re tînin ser ziman. Her koma ku tê diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ berz dikin.
Hêjayê gotinêye ku îro danê sibehê torena şehîdan hatibû lidarxistin û niha jî konê sersaxiyê li Komîteya Malbatên Şehîdan hatiye danîn.
Wê heta derengiya şevê jî sersaxî bên qebulkirin û li wargehê 2 rojan şîn hatiye ragihandin.

