Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Berxwedana mezin a bajarek biçûk: Kobanê
Rojava

Berxwedana mezin a bajarek biçûk: Kobanê

Berxwedana bajarekî biçûk bûye mîrateyek bêhempa. Îro, Kobanê careke din serketiye û li dijî terorê bûye cihê herî ewle.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ev berxwedana 134 rojan bi şahidiya dîroka bi hezaran salan hate nivîsandin. Şoreşa ku di pêşengiya jinan de dest pê kir, veguherî berxwedana gel li ser xeta “hebûn û tunebûnê.” Çîroka Kobanê êdî ne tenê çîroka bajarekî ye, di heman demê de çîroka azadiyê ye jî.

DENGÊ BERXWEDANÊ

Li aliyekî dengê guleyan bilind dibû, li aliyê din jî qîrîna jinên azad: “Em ê bi ser bikevin! Kobanê nakeve!” Di dîrokê de weke Kobanê efsaneyên ji xwedawendan ku li hemberî terorê li ber xwe didin û agirê azadiyê pêdixin û li dora agir dîlana azadiyê digerîn in tune bû. Ev berxwedan veguherî hêviyê û di dilê desthilatdaran de bû kul.

KURDISTAN BÛ YEK DIL

Bi hezaran ciwan ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi banga seferberiyê ya Rêber Apo ber bi Kobanê ve herikîn. Kurdistan li Kobanê bû yek laş û yek dil. Gel ji her deverê di biryardariya xwe ya ji bo serketinê de bûn yek. Şervanên berxwedanê yên bi çekên ferdî li dijî tank û topan şer dikirin, careke din nîşan dan ku îrade ji çekan xurttir e.

ROJA KOBANÊ YA CÎHANÎ

Piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya 15’ê Îlonê, her kes biçûk û mezin, beşdarî parastina Kobanê bûn. Ev berxwedana şervanên fedaî ya li Kobanê bala tevahî gelên cîhanê kişand. Ev têkoşîna ku di dîrokê de cih girt, wekî berxwedana sedsalê hate pênasekirin. Ev serketina ku bi derfetên sînorkirî hat bidestxistin, hêza herî mezin a terorîst têk bir.

BERXWEDANEKE KU LI CÎHANÊ DENG VEDA

Berxwedana Kobanê ya dîrokî di encama berdêlên mezin de gihişt serketinê. Bi hezaran şehîd li benda rizgarkirina Kobanê şehîd bûn. Şervanên YPG û YPJ’ê ne tenê Kobanê, tevahiya cîhanê ji tariya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Planên dagirkeriyê, ku di bin navê “Îslamê” de bi xeyalên Osmaniyek nû hatin kirin, di encama berxwedana li vir de hatin têkbirin.

Berxwedana Kobanê ya li dijî DAÎŞ’ê qonaxeke dîrokî li Sûriyeyê nîşan da. Gelek tevgerên civakî ji Asya, Ewropa û Emerîkayê banga hevgirtinê kirin. 1’ê Mijdarê wekî Roja Hevgirtina Cîhanî bi Kobanê re hate ragihandin. Ji wê demê ve, 1’ê Mijdarê weke berxwedana Kobanê tê bîranîn. Ev berxwedan ku bi pêşengiya jinan hat meşandin, li çaraliyê cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê.

TÊKOŞÎNEKE KU SÎNORAN DERBAS KIR

Bi hezaran kes ji Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Kobanê herikîn ser sînor. Her yek ji wan bûn pîzotek ji agir û li hemberî paşverûtiyê û li hemberî îslama radîkal rabûn. Di serdema ku DAÎŞ’ê deverên berfireh li Iraq û Sûriyeyê dagir kir de, Kobanê yekem bajarê ku wê tarîtiyê şikand bû. Bi berxwedana YPG û YPJ’ê re, Kobanê ji bo cîhanê bû sembola azadiyê.

KOBANÊ BI SER KET

Çavên hovan her li bajarê Kurdan Kobanê bû. Ev bajar cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekem derbasî Sûriyeyê bû û çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê lê pêket. Ji bo vê yekê di dilê neyaran de bibû kul. Îro Kobanê sembola hêviyê ye.

Bajarê Kobanê ku di 26’ê Çileya 2015’an de ji terorê rizgar bû rûpîvanek ji bajêr weke muzexaneya şer hate diyar kirin. Li vir her dîwarek bîranîna şehîdekî dihewîne û her goşe nîşana berxwedanê hildigire. Kobanê bi ser ket; ev serketin ne wekî serketinek ji bo bajarek, wekî serketinek ji bo gel û baweriyekê di dîrokê de hat tomarkirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje
Nûçeya Pişt re ‘Perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdî, ji bo yekitiya civakî mecbûrî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

Ji ber salvegera 12'an a Fermana 3'ê Tebaxê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi wêneyan 8’ê Adarê

Jinên Kurd bi reng, coş û daxwazên xwe qadên 8'ê Adarê dagirtin, her der xemilandin.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG-NRÇ’ê Botyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî

HPG-NRÇ’ê gerîlayê li Qada Dersimê şehîd bû, bi bîr anî û got, “Em soza xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî bi nûnerên partiyên Kurdan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê: Zimanê me nasnameya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şahidê berxwedana Kobanê: 134 rojan me şahidî ji dîrokê re kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?