Sêşem, 15 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter a 33’emîn eşkere bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 138’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Partiya Ciwanên Êzidî li Şengalê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika sê şehîdan Refîka Nergiz: Ez bi wan serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê piştgirî da greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê jinek hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje
Rojane

Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje

Nivîskar Veysel Avcı, daxuyaniya vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê û divê gavên pêwîst bilez bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd li Qendîlê bi daxuyaniyeke dîrokî ragihand ku bi erêkirina Rêber Apo û li gorî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, wan dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê bo Herêmên Parastinê yên Medyayê kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) dest bi vekişîna xwe bo “Herêmên Parastinê yên Medyayê” kirine. Di çarçoveya vê biryarê de navê 25 gerîlayên HPG û YJA-Star ên vekişiyane jî di daxuyaniyê de hatibû parvekirin.

Nivîskar Veysel Avcı, derbarê biryara vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji ANF’ê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Divê ev pêvajoya vekişînê ji pêvajoyên vekişînê yên berê cuda bê nirxandin. Bi taybetî ev vekişîn di bin agahiya hevdîtinên bi dewletê re de pêk tê. Divê ev yek wek encama hevdîtinên bi dewletê re, yên di girêdanê bi vekişînên berê re, bê nirxandin. Tevgera siyasî ya Kurd ne wisa ji nişka ve hêzên xwe vekişandiye. Biryareke ku di Kongreya 12’emîn de hatiye girtin heye.

 

Di vê biryarê de PKK xwe fesix kir û biryara vekişandina hemû hêzên xwe yên leşkerî yên li nava welêt girt. Em hemû şahidê merasîma şewitandina çekan bûn. Ji ber vê yekê, mijara bingehîn ev e ku tişta ji aliyê PKK’ê an jî tevgera siyasî ya Kurd ve bê kirin, ji bo aştiyê her tiştî daye ber çavan. Em dikarin vê yekê wekî daxuyaniya fesix kirina xwe, avêtina tundiyê ji derveyî rêbaza bingehîn a têkoşînê û ragihandina biryara têkoşîna demokratîk bibînin. Wekî din, di vê pêvajoyê de ti çalakiyeke leşkerî ji aliyê PKK û tevgera siyasî ya Kurd ve pêk nehatiye. Bi taybetî li ser vê xalê gelek baldarî hatiye nîşandan. Di pêvajoyên berê de, hin hêzên di nava dewletê de ji bo têkbirina pêvajoyeke wiha, hin çalakiyên provokatîf kirin. Îro em dibînin ku tevgera siyasî ya Kurd û Rêberê wê, Birêz Abdullah Ocalan, di vî warî de her tiştê ji destê wan hatî kiriye.”

DIVÊ DEWLET VÊ GAVÊ RAST BINIRXÎNE

Avcı, anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê bi erênî pêş ve biçe, êdî berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê û baskê desthilatdariyê. Avci axaftina xwe wiha domand: “Nêzî salekê ye ku tevgera siyasî ya Kurd her gavekî ku ji aliyê wê ve bê avêtin kiriye. Soza serlênedana têkoşîna çekdarî daye. Gavên herî dawî jî vekişandina hêzên xwe yên leşkerî ji nava sînorê Tirkiyeyê ye. Ev gav pir girîng e. Ev gav, bi wateyekê dibêje ku ew tevdîrên heyî yên li hemberî dewletê jî radike. Her dem Kurd di bin metirsiya qirkirinê de ne. Xema vê yekê heye. Tevgera siyasî ya Kurd ev tedbîr girtiye.

Divê dewlet vê gavê rast binirxîne. Vekişîn tê wateya pabendbûna bi sozên hatine dayîn û gav bi gav wan bixe pratîkê. Bi wateyekê, Kurdan li ser aştiyê biryara xwe nîşan dan. Hemû qonaxên wê bê kêmasî bi cih anîn. Baş e, çima dewlet di beramberî vê yekê de salek e gavek navêje? Pirsa ku divê bê pirsîn ev e. Di vî warî de divê tenê ji dewletê hesap neyê pirsîn. Hemû kesên beşdarî komîsyonê bûne û partiyên siyasî di vî warî de berpirsyar in. Bi taybetî berpirsiyariya herî mezin a MHP’ê ye. MHP, di vê mijarê de tenê bi daxuyaniyan di nava pêvajoyê de dimîne.”

DIVÊ PÊVAJOYA HIQÛQÎ DEST PÊ BIKE

Avci anî ziman ku ji roja destpêkirina pêvajoyê ve, tevgera siyasî ya Kurd di avakirina aşitî û civaka demokratîk de israrker bûye û wiha dewam kir: “Tevgera siyasî ya Kurd, bi gavên xwe yên şênber dibêje rêyên çareseriya demokratîk hene. Lê dewlet di vî warî de ti gavek neavêtiye. Divê komîsyona Meclîsê demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Dewlet jî divê gavên xwe yên hiqûqî biavêje. Heta ku ev gav neyên avêtin, fikar di nava civakê de çêdibin. Civak baweriya xwe ya bi vê pêvajoyê winda dike. Pêwîst e ev yek bê rastkirin. Divê rêziknameyên hiqûqî yên ku tevahiya civakê îqna bikin bêne kirin. Divê neavêtina gavên dewletê bê pirsîn. Divê hemû alî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ev pêvajo wê bi herkesi bide qezenc kirin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê ku piştî 30 salan hate berdan li Helebê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
Nûçeya Pişt re Berxwedana mezin a bajarek biçûk: Kobanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KONGRA-GEL: 4’ê Nîsanê roja jinûve bûyîna gelê Kurd e

KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "4'ê Nîsanê rojbûna Kurdên azad, jinên azad…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn

Li Mexmûrê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û gel soza da ku ew ê têkoşînê bidome.

Ji aliyê Stêrk TV

Turkoglu 46 roj in têkoşîna jiyanê dide

Girtî Gurkan Turkoglu ku piştî greva birçîbûnê ya dirêj rakirin nexweşxaneyê, 46 roj in li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Droneya li Rewandûzê ket mala welatiyekî hilweşand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?